08 september 2020

Xwe ji leqleqên bêfêde û bi zirar dûr xin û rehet bikin

Do êvarî ez rastî nivîseke Saît Aydogmuş hatim. Nivîs li ser ziyareta Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê ye.

Min nivîs giş nexwend, hinekî bala xwe dayê. Tiştekî pir ne muhîm be ez nivîsên tirkî naxwînim, minaqaşeyên bi tirkî taqîb nakim. Telewîzyonên tirkan ji xwe ji zûda ye temaşe nakim.

Haya min ji êrîşên hin kesan ser Seîd Aydogmuş, ji leqleq û devbelaşiyên Seîd Aydogmuş qal kiriye qet tuneye, min ji wan nivîsan yek jî nexwendiye û naxwînim jî.

Ji xwe kesên wer jî nakim hevalên xwe, yek li hemberî kurdekî bêedebiyeke wer dike tavilê ji hevaltiya xwe derdixim.

Ez pir kêfxweş im min tiştên Seîd Aydogmuş gotine nedîtine û nexwendine. Nivîsên wer bêfeêde û heta bi zirar in, meriv hêrs û bêhuzûr dikin.

Ji bo ku ez nivîs û minaqaşeyên tirkî taqîb nakim serê min vehesiyayî ye, ez pir rehet im. Min xwe ji leqleqên vala û bi zirar dûr xistiye.

Dûro bi nûro...

Kî dixwaze rehet bike, bi leqleqên tirkî yên bi zirar kezebreşî nebe, wexta xwe nede tiştên vala û beradayî, bira wek min xwe ji tirkî dûr xe, hevaltiya kesên van bêedebiyan dikin neke.

Hin kes hene merivên teşxele ne, ji gelaciyê, ji nerindiyê, ji paşgotiniyên xelkê, ji derw û buhtanan hez dikin. Dibê meriv kesên wiha nekehevalên xwe û zirzopiyên wan taqîb neke. Ez bi xwe nakim û lema jî min rehet kiriye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE