08 september 2020

Dibê em kurdên bi tirkî dipeyivin û yên bi kurdî dipeyivin ji hev biqetin

 Ji bo kurdên asîmîle bûne, kurdên bi tirkî dipeyivin û kurdên bi kurdî dipeyivin pêşniyareke min heye: Dibê em ji hev biqetin.

Em çiqasî pê biêşin, çiaqî pê biqeherin jî pere nake, bêfêde ye, tirkan bi milyonan kurd asîmîle kirine.
  
Di nava wan da gelek merivên baş û hêja hene, dixwazin ji gelê xwe ra xizmetê bikin, ew jî bi qasî me li dijî dagirkeriya welatê xwe ne. Bi kêmanî yên wiha pir in. 


Lê bi kurdî nizanin, ya jî pir hindik zannin, ya jî destên wan ji tirkî nabe, ya jî terikandina tirkî rast nabînin. 


Axir qismekî kurdan ji ber çi sebebî dibe bira bibe bi kurdî(kurmancî, zazakî) nizanin, dev ji tirkî bernadin û gava tên nava me, gava li ser navê kurdan siyasetê dikin, gava dibin siyasetmedar, serok, reîsên belediyan û parlamenterên kurdan, bi kurdan ra bi tirkî dipeyivin û ev yek jî asîmîlebûna kurdan hêsantir û zûtir dike.


Ji bo ku em rê li ber vê gelşê bigrin û kurdan ji asîmîlasyona bi destê kurdan tê kirin biparêzin, dibê em kurdên bi tirkî dipeyivin ji kurdên bi kurdî dipeyivin û axaftina tirkî red dikin biqetînin. Bira kurdên tirkîaxêv û kurdîaxêv ne di nav ahev da bin, bira cihê siyasetê bikin.


Yanî bira kurdên tirkîaxêv partiyên xwe, komeleyên xwe, telewîzyonên xwe, rojname û kovarên xwe, welhasilî kelam hertiştên xwe bi tirkî bikin û kurdên kurdîaxêv jî yên xwe cihê bikin. 


Bira kurdên zimanê wan tirkî ye neyên nava kurdên zimanê wan kurdî ye. 


Bira telewîzyonek ne bi tirkî û bi kurdî be, bira telewîzyona kurdên tirkîaxêv bi tirkî û ya kurdên kurdîaxêv jî bi kurdî be.


Heta kurdên asîmîle bûne di nava me da bin, bibin siyasetmedarên kurdan gişan, gelşa kurdên bi kurdî zanin û yên bi kurdî nizanin çarese nabe. 


Dibê wek du bira em ji hev biqetin, em bibin du hêz, du gurûb;  yek kurdên zimanê wan tirkî ye, yek jî kurdên zimanê wan kurdî ye. 


Dema wiha be kîjan kurd dihere ba kîjan kurdî, li telewîzyona kîjan kurdî temaşe dike, bi kîjan kurdî ra siyasetê dike bi kêfa xwe ye. 


Ez naxwazim piştgiriyê bidim weşaneke bi tirkî û kurdî, ez viya şaş dibînim. 


Ezê him li dijî asîmîlasyonê bim û him jî bibim hevalê kesên bi tirkî weşanê dikin, destegê bidim xebat û weşaneke bi tirkî li hev nake. Ji bo min û kesên wek min difikrin ev yek nakokîyeke mezin e, bêîstîqrarî ye.

Dibê nivîsa min şaş neyê fêmkirin. Qesda min warê siyasî û weşanên medyaya sosyal e.

Ez nabêjim kurdên bi kurdî zanin û yên nizanin bira bi hev ra deng nekin, têkiliyên xwe ji hev qut bikin. Ez dibêjim bira bi hev ra partiyekê, telewîzyonekê ava nekin, bira weşaneke mişterek nekin, bira her kes ya xwe bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE