08 september 2020

Tirk li tu derê me rehet nahêlin

 


Tirkan bombebarankirina, topbarankirina başûr û rojavayê Kurdistanê, kuştin û mahcirkirina kurdan ji xwe kirine karekî rojane, Gurmîna wan e, her roj gundên başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. 

Cam û derî bi malên gundên Duhokê ve nemane. 

Îro dîsa hin gundên Kanî Masiyê bombebaran kirine û zirareke mezin gihîştiye malên gund, camên malan şikiyane.

Ji bo ku li sê beşên Kurdistanê nehêlin kurd di malên xwe da rojekê rehet, bêtirs û xof razên her roj bombeyan bi ser serên kurdan da dibarînin. 

Em nikanin bi wan, dinya li vê zulma tirk li me dikin temaşe dike.

Ez dibêjim li hemberî miletekî mezlûm zulmeke wiha, teroreke wiha tarîxê hîn nedîye.

Tirk zalim in, xwînxwar in û neyarên serê me ne.

 



Tirkiye li Rojhilatê Derya Navîn li dû provakasyonekê ye, ji bo ku yûnan derbekê berra wan bidin keştiyên yûnanan tahrîk dikin, di ber pozên wan ra diherin û tên.

Îro keştiyeke Tirkiyê a herbê ji ber Girava Meîsê derbas bûye. Bi vî hawî keştiyên Yûnanîstanê tahrîk dikin.

Yanî lûmpeniyê dikin.

Lê sûcê Natoyê ye, tirk zanin Nato li wan naxe. Heger Natoyê ji Erdogan ra bigota emê tiliya xwe li çavê te xin, ev lûmpenî û çavsorî nedikirin.

Heta ewrûpî, Nato ji Erdogan ra peyva dawî nebêjin, jê ra bikin pişo pişo, tirk bela xwe ji Yûnanîstanê venakin.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE