09 september 2020

Tirkan nuha jî çav berdane Hewlêrê û Silêmaniyê

 Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu gotiye, ”nêzîkî temamiya Silêmaniyê di bin destê PKKê da ye û dixwaze Hewlêr jî kontrol bike. Li herêmê nêzîkî hezar gundan kontrol dike. Armanca wê ya sereke Hewlêrê jî bigre.”

Ev beyana Çavuşoglu ne elameta xêrê ye, diyar e tirk haziriya dagirkirina Kurdistana Federe dikin, ji Hewlêrê bigre heta bi Silêmaniyê di çavê xwe ra kirine.


Dibê hukûmeta Kurdistanê vê beyana Çavuşoglu wek îşareta dagirkirina Hewlêrê û Silêmaniyê fêm bikin. Tu maneyeke din ya vê beyanê tuneye.


Tirkan bi hinceta hebûna PKKê Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dagir kirin û hedefa wan dagirkirina tevayiya rojavayê Kurdistanê ye. 


Nuha jî wa ye dibêjin Silêmanî bi tevayî û hezar gundên başûrê Kurdistanê di bin destê PKKê da ye û dixwaze Hewlêrê jî bigre. 


Li ku derê PKK hebe tirk êrîşî wir dikin, wir dagir dikin. Maneya xwe ewê êrîşî ser Silmêmaniyê û Hewlêrê jî bikin, ji bo ku ji dest PKKê derxin.


Dibê hukûmeta Kurdistana Federe li hemberî vê beyana Çavuşoglu bêdeng nemînin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE