10 september 2020

Sirê meslegî

 Hakim ji yê diz pirsî, got:

-Lawo tu bi qedrê Xwedê dikî, hela ka ji min ra bibêje, tu çawa û di ku ra ketî vê dikanê?

-Yê diz hinekî fikirî û dûra ji hakim ra got:

-Hakim beg, min fêm nekir, ma em hatine vir mahkime bibin, ya jî sirrê meslegê xwe îfşa bikin ?

 

Çewal

Paul Bremerê Emerîkî li Îraqê di civîneke presê da got:

-Emê gelkî kêfxweş bibin Tirkiye leşkeran bişîne Iraqê.

Rojnamevanekî ereb bi rengekî matmayî got:

-Min fêm nekir ji bo çi hûnê bi hatina leşkerên tirk memnûn bibin? Yên li vir in we girtin û çewal xistin serên wan. Wer xuya ye di destên we da çewalên zêde mane, hûn dixwazin wan jî bi kar bînin.

 

Derpê

Bûka nuh ji mêrê xwe pirsî, got:

Nigê te çima hewqas mezin e?

Zavê got:

-Di zaroktiya xwe da ez pir xwasî geriyam.

Bûkê got:

-Le serê te çima hewqas mezin e?

Zavê got:

-Di zaroktiyê da min qet şewqe neda serê xwe loma.

Bûkê got:
-Te dît, şansê min çi xerab e, xwezî tu hinekî jî bêderpê geriyaba.

 

Heqê te jî heye

Mêrik derketibû hemberî hakim îfada xwe dida. Piştî îfada wî qediya hakim jê ra got:

-Temam, tu bi heq î..

Dura xwediyê dozê, yê mudaxil derket hember hakim, wî jî îfada xwe da. Piştî îfadê, hakim ji wî ra jî got:

-Heqê te jî heye.

Katibê zebt digirt matmayî ma, ji hakim ra got:

-Hakim beg, tu çawa ji herdu seriyan ra jî bibêjî heqê we heye? Dibê ji herdu seriyan yek bi heq û yek jî neheq be.

Hakim mizicî, got:

-Rast e, heqê te jî heye.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE