07 september 2020

Leşkerên tirk nahêlin kurd serbest bigerin

 


Leşkerên tirk nehîştine heyeta Tifaqa Kurdistanî here gundê Kelekê, bi wan kesên di 4ê îlonê da tirkan li Sakaryayê li wan xistibûn û xwestibûn wan lînc bikin. 

Kelek gundekî Şemrexa qeza Mêrdînê ye. Di 4ê îlonê da tirkan li Sakaryayê êrîşî hin karkirên ji Kelekê kiribûn û çend kes jî birîndar kiribûn. 


Malbata marûzî êrîşê bûbû bi zor ji lînckirinê xelas bûbû.


Êrîşê di medyaya sosyal da olan da, ev çend roj in ev êrîş di rojeva kurdan da ye.


Heyeta Tifaqa Kurdistanî xwesitiye îro here gundê Kelekê û bi wan gundiyan ra bipeyive. Lê lêşkerên tirk rê li ber heyetê birîne, nexweşiya koronayê wek sebeb nîşan dane.


Helbet ev vir e, ji bo ku nehêlin heyet here gund û bi wan kesan ra bipeyive, ev derew wek sebeb nîşan dane.


Tiştê kirine zorbatîye, bêqanûnîye, di qanûnên vê dewleta tirovoro da jî astengkirina seyahetê sûc e, dibê însan kanibin azad seyahet bikin. 


Lê mêrikan guh nadin qanûn manûnan, ji bo ku hêza wan a leşkerî heye, kanin vê zorbatiyê bikin. Parlamenterên HDPê jî di nav heyetê da hebûne lê dîsa iî pere nekeriye.


Li Tirkiyê ji bo kurdan êdî tu maf, tu heq, tu qanûn tuneye, tenê zor û zorbatî heye. 


Tirkên xwedî dewlet, xwedî leşker û polîs êdî guh nadin qanûnên xwe jî, wek mafîa û çeteyên rêbir hereket dikin. Tiştê lêşkerên tik îro kirine rêbirî ye, zorbatî û eşqîyatî ye. Û heta nuha bi sedan caran zorbatiyên wiha kirine; yanî ev ne cara pêşî ye.


Lê ev îş wihaye, heta em nebin xwedî dewlet û di bin destê tirkan da bin, halê me ewê tim ev hal be, ewê nehêlin em herin bajar û gundên xwe jî.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE