07 september 2020

Du dîn

Du dîn dixwazin ji tîmarxanê birevin. Yek ji yekî ra dibêje:

-Hela here li caxên ber derî binêre, heger pir bilind e emê di bin ra, heger nizm e emê di ser ra birevin.

Hevalê wî dihere, piştî çend deqîqeyan tê , dibêje:

Weleh emê nikanibin birevin.

Yê din dibêje:

-Çima ?

-Weleh cax rakirine, em ne kanin di bin ra birevin û ne jî di ser ra...

 

Bale

Dewlemendekî nuhpêketî, dinyanedîtî cara pêşî bû diçû baleyê. Bîstekê li keçikên ku li ser tiliyên xwe dans dikirin temaşe kir. Dûra berê xwe bi yê kêleka xwe da kir û hêdîka jê ra got:

-Bira yên hinekî dirêjtir bidîtana, rebenên Xwedê çiiqasî xwe hol dikin jî, dikin nakin dirêj nabin!

 

Heyf

Yekî file/mesîhî biryar dabû sîleyekê li yekî cihû/yahûdî xe. Li bajêr vir da çû, wê da çû, axir cihûyekî belengaz dît û çû ji pa ra sîleyek bi tîn avêtê. Mêrikê cihû şaş ma, got:

-Lawo, çima te li min xist?

Yê file got:

-Çimkî we Îsa Pêxember kuştiye.

Yê cihû got:

-Kuro ev mesele du hezar sal berê bûye.

Yê file bi mirûztahlî got:

-Heta nuha min nebihîstibû, min nuh bihîst.

 

Ji tirsê

Rojekê Erdogan tebdîlî qiyafet dike û diçe sînemê, li filmekî dokumenter yê li ser jiyana xwe temaşe dike. Dixwaze bizanibe hela ka milet di heqê wî da çi difikire û çi dibêje. Di filîm da her cara ku Erdogan nîşan didin ji tezahurat û çepikan qiyamet radibe. Her kes radibe ser xwe û li hewa bi deqîqeyan li çepikan dixe. Erdogan li hember vê tezahurat û hezkirina milet şaş û matmayî dimîne û ji yê kêleka xwe dipirse, dibêje:

-Gelo tu zanî ev mileta ji bo çi hewqasî ji Erdogan hez dike?

Mêrik dibêje:

-Hezkirina çi birayê min, em ji tirsa qûna xwe û ji hewla ruhê xwe li çepikan dixin. Hundur tije ajanên wî ne.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE