07 september 2020

Tirkan îcar jî êrîşê Fransayê kirin

 


Hikûmeta Fransayê tarîxa kurdan û rewşa wan ya bindestiyê, bêdewletiyê wek ders xistiye nava dersên tarîx û coxrafyayê ya lîseyê sinifa dawiyê, sinifa 11a. Navê beşa li ser kurdan, ”Kurd: Miletê dewleta wî tuneye.” 

Di dersê da coxrafya Kurdistanê tê nasandin û li ser tarîxa kurdan û rewşa kurdan ya îro agahî tê dayin.


Tirkiye li dijî vê biryara Fransayê derketiye û Fransa rexne kiriye. 


Berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê Hamî Aksoy gotiye, ”ev îdeolojiya cudaxwaziyê ya PKKê û YPGê ye.”


Ev sed sal e tirk vê siyasetê dimeşînin. Lema jî ez bi vê protestoya tirkan matmayî nemam, çimkî neyartiya kurdan îdeolojiya tirkan ya netewî ye. Dijminatiya qewmê kurd dîn û îmana tirka ye. 


Xwedê jî, Hz. Mihemed jî tiştekî baş ji bo kurdan bibêjin, tiştekî ji bo kurdan bixwazin, tirk ewê li hemberî Xwedê û Hz. Mihemed jî rabin. Ewê li hemberî Xwedê herbê îlan bikin, ewê bibêjin Xwedê û Hz. Mihemed terorîst in.


Tirk ji îslamîyetê derdikevin, dibin pûtperest, lê dev ji neyartiya kurdan bernadin. Ji bo tirkan dijminatiya kurdan ji her tiştî, ji dînê wan jî, ji Xwedayê wan jî muhîmtir e.


Her tirk bi şîrê diya xwe ra neyartiya kurdan jî dimije. Her zarokê kurd bi neyartiya kurdan tê perwerdekirin. Yanî ev ne mexsûsî Erdogan û hukûmeta AKPê ye, yên berî Erdogan jî eynî tişt kirine.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE