06 september 2020

Dibê em zargotina xwe bixwînin

 Heger her nivîskarî û rojnamegerî baş li sitranên gelêrî, guhdarî bikira, yên nivîskî bixwenda, baş bala xwe bida zimanê wan sitranan, çîrok û metelokan, ez wer bawer dikim ewê kurdiya wî/wê gelkî baştir û tekûztir bibûya.

Meriv bixwaze, nexwaze kurdiya me ketiye bin bandora tirkî, tirkî zimanê me seqet, kel û kût kiriye. 

Ji bo ku însan ji berhemên edebî baş fêm nakin, jê tahm û lezetekê nagrin naxwînin. Kurdiya herî rast di sitran, çîrok û metelokên gelêrî da, di zargotina gelêrî da ye.

Yê dixwaze romana xwe, çîroka xwe, meqaleya xwe bi rastî bi kurmanciyeke ne şaşomaşo, bi kurmanciyek tekûz, şîrîn binivîse, dibê tekstên stranan bixwîne, zargotina kurdî ya gelêrî bixwîne. Nuha li ber destê me ji wan berheman gelek hene.

 Serdem Kahraman: Kurdiya herî baş û xweş bi kal û pîrên me re bûn. Tirkî nizanibûn qet.

Helim Yusiv: Hin stiranên me yên gelêrî hene dilê mirov dixelînin û dihêlin mirov nefretê ji dîroka xwe ya civakî bike. Nexasim yên li ser evîn û têkiliyên cinsî bi zarokeke çardesalî re. Stirana Mitran Îsa weku mînak.

Zinarê Xamo: Helîm, bi kurmancî bi hezaran sitranên gelêrî hene, di nava wan da di warê tema û naverokê da yên şaheser jî hene û yên meriv xemgîn dikin jî.

Lê nivîsa min ne li ser babetên sitranan e, min bal kişandiye ser zimanê stran, çîrok û metelokên kurmancî. … 

 Helim Yusiv: Ez têngihiştim tu çi dibêjî. Min îro li van stiranan guhdarî dikir û li nivîsa te rast hatim. Min xwest ez bi çavekî rexneyî behsa vî aliyê nexweş ji van stiranan bikim.

Zinarê Xamo: Baş e Helîm, min fêm kir, mala te ava...

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE