06 september 2020

Jinên me yên gundî jî êdî bi tirkiya stenbolî dipeyivin

Berê gundiyan bi tirkî nizanîbûn, hinek çend gotinan li eskeriyê fêr dibûn. Lê jinan gotinek jî bi tirkî nizanîbûn. Bajariyan tirkî zanîbûn, lê tirkan wan jî ne tu tirkî bû, devokî bû.

Tirkiya rihayiyan, diyarbekriyan, belîsîyan, mêrdîniyan ne wek tirkiyeke stenboliyan bû. Gava yekî du gotin digot, meriv zanîbû ji ku ye.

Lê nuha êdî pîrekên gundî jî tirkiyeke stenbolî dipeyivin, tirkiya stenboliyan jî li ba tirkiya wan kelokûtî ye, xerab e.

Nuha min li vîdeoya* Şîlan Demira li Sakaryayê marûzî êrîşê bûbû guhdarî kir. Bawer bikin meriv nizane kurd e û gundîyeke mêrdînî ye. 
 
Tirkiye wê ji ya sosyeta stenboliyan jî baştir bû. Lê kurmanciya wê bi qasî tirkiya wê ne baş bû. Yeka din xwest kurmanciya xwe biqulibîne tirkî, lê muhabirê Rûdawê qebûl nekir.

Yanî jinên gundî jî êdî wek bajariyên asîmîle bûne dibêjin kurmanciya wan nebaş e, dixwazin derdê xwe bi tirkî bibêjin. 

Ev yek malwêraniya me nîşan dide, heger li Kurdistanê jinên gundî jî têkevin vî halî kurdî ketiye ber sikratê

Helal be ji mêrikan ra, tirkan jinên gundî jî kirine stenbolî û kurdî anîne ber mirinê.

*Ji bo ku ez tiştên tirkî naweşînim lema min lînka vîdeoyê neda. Lê lînka wê di ANFê û di medyaya sosyal da heye, yê bixwaze kane lê temaş bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE