05 september 2020

Tirk ev in û em bi viya zanin

 


Tirkan li bajarê Sakaryayê dîsa êrîşî kurdan kirine, li jinan xistine, xwestine çend karkirên kurd tev jin û zarokên wan lîc bikin.


Ev ne cara pêşî ye bûyereke wiha dibe, heta nuha tirkan gelek caran tiştên wiha kirine, kurd lînc kirine. 


Helbet tiştê bûye hovîtî ye, barbarî ye, irqçîtî ye, lê tirk ev in, em giş bi viya zanin.


Kurdek ji birçîna jî bimre naçe li ba kurdekî dijminê xwe, kurdekî jê nefret dike naxebite. Ewê bibêje ez naçim ji dijminê xwe ra naxebitim, ji dijminê xwe ra xizmekariyê nakim.

Lê diçe ji tirkan ra dixebite, her nemirovî û heqareta wan dadiqultîne.

Zanin tirk ji kurdan nefret dikin, lê dîsa jî berê xwe didin bajarên tirkan.

Ji bo ku meriv feqîr e, bêkar e meriv naçe xizmekariya neyarê xwe nake, li mala wî, li bexçê wî, li erdê wî jê ra karkiriyê nake.

Tirkan welatê me ji me stendine, em jî ji xwe ra kirine kole. Her kurd viya zane.

Em giş zanin tirk ji me nefret dikin, heta nuha bi sedan carî kurd lînc kirine.



Lê dîsa jî wek tiştek nebûbe, wek di nabêna me û tirkan da gelşek tunebe, wek ku tirk miamela însanan bi me ra dikin, her sal bi sedhezaran kurd berên xwe didin nava tirkan û ji wan ra dixebitin, tehamulî heqaret, zulm û lêdana wan dikin.

Tirk çi bikin jî, saleke din dîsa diherin wir.

Ev ne normal e, dibê em vê şêla xwe biguherin, vê belengaziyê, vê heqaretê, vê bindestiya rezîl qebûl nekin, red bikin.

Dibê em li welatê xwe li çareyan bigerin. Em çiqasî mecbûr bin jî nebin xizmetkarê nayarên xwe.

Sebebê karkiriya ji tirkan ra giş ne ji mecbûrîyetê ye, ji zeîfiya şiûrê netewî ye, em tirkan dost dibînin, wan dijmin nabînin, dilê me ji wan nemaye. Lema jî kurdên mecbûr ne mecûr bi dilxweşî diçin ji tirkan ra xizmekariyê dikin.

Û gava ev dijminên xedar zulmê li wan dikin, heqê wan nadin, li wan dixin gazinan dikin. Gazin pere nake, tirk ev in, dibê em neçin nebin karkir û xizmekarên wan.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE