12 september 2020

Tirk ala xwe di çavê me ra dikn !

Adnan Firat Bayar, pir kin, bi çend numûneyan qala çavsorî û zorbatiya dewletê ya li Diyarbekrê kiriye. 

Gotiye li bajêr bi her stûna lampeyên kolanan ve aleke tirk û rismekî Erdogan heye.

Li Sûrê ala tirk bi ser her dikanê ve kirine.

Serê her gavê ”aqrebek”, erebeyên pûlisan, leşker û pûlis.

Ji bo ku nîşanî me bidin welatê me di bin dagirkeriya wan da ye û em jî bindestê tirkan in vê zorbatiyê, vê irqçîtiyê, vê çavsoriyê li me dikin. Tiliya xwe jî, ala xwe jî di çavê me ra dikin.

Tişt nabe, ewê rojek were emê jî tiliya xwe di çavên ra kin û çavên wan derxin…

Ne li Diyarbekrê tenê, li her bajarê Kurdistanê eynî zorbatiyê û sitûriyê dikin. Dixwazin me serkut û çavtirsiyayî û qudûmşikestî bikin. 

Lê em tu carî qudşmşikestî nabin, em dev ji micadela azadî û serxwebûnê bernadin, ew çi zorbatiyê, çi namerdiyê bikin jî nikanin me teslîm bigrin, emê azad bibin.

 XXX

HDP li Tirkiyê hîn qala "demokrasiyê, siyaseta demokratîk, huqûq, edaletê", filan bîvan dike.

Şerm e, dibê meriv xwe heqasî jî neke pêkenîn.

Kurdê ji vê rejîma faşîst û neyarê miletê kurd demokrasiyê, heq, heqûq, edaletê bipê ya dîn e, ya jî totikvala ye. Celad, neyar adil nabe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE