12 september 2020

Îro ji dema 12ê îlona 1980î xerabtir e.

 


Di tarîxa me kurdan da îro, 12ê îlonê rojeke pir tahl û reş e, rojeke pir bi êş e.

Li Tirkiyê 40 sal berê di 12ê îlona 1980î da leşkeran, di bin serokatiya general Kenan Evren da dest danîn ser hukum.


Cûntake leşkerî îlan kirin. Cûnta leşkerî meclîs, partî, komel , sendîka û rêxistinên demokratîk giş girtin û li hemberî hêzên çep û kurdan dest bi girtin û operasyonan kirin.


Bi hezaran çepên tirk û kurd, kesên kurdperwer girtin, îşkenceyên mezin li wan kirin, bi hezaran avêtin zindanan. Gelekên wan hîn wenda ne. 


Gelek kurd di îşkenceyan da seqet kirin, kuştin.
Bi hezaran kurdên çep û wealtparêz welatê xwe terikandin û derketin derveyî welêt.


Di ser vê darbeya leşkerî ra 40 sal derbas bûye lê li Tirkiyê rewş baş nebûye, heta ji wê demê jî xerabtir e.


Îro li Tirkiyê erê esker ne li ser hukim in, lê rejîmeke îslamî-faşîst li ser hukim e.


Erdogan merivekî nîjadperest, faşîst e û neyarê miletê kurd e, dixwaze li her çar perçeyên Kurdistanê perîşan bike, bindest bihêle…


Tirkiye li sê beşên Kurdistanê li hemberî kurdan şerekî xedar û berfireh dimeşîne, roj tuneye bi bombebaranên xwe çend kurdan nekujin.


Dibê em zulm û terora 12ê îlona 1980î ji bîr nekin.
Lê îro jî li welatê me tiştek neyahtiye guhertin, tiştên leşkeran 40 sal berê kirin, bi destê tirkên siwîl ên îslamî-faşîst îro jî bi rengekî hîn xerabtir berdewam e.


Bimre faşîzima 12ê îlona 1980î û dîktatoriya îslamî-faşîst ya îro...
Bijî kurd û Kurdistan!
Bijî serxwebûn û azadiya kurdan !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE