12 september 2020

Çîroka jinika tirk û kalê kurd

Jineke ciwan û gelekî xweşik, gedê wê di himêzê da ji gara Anqerê li otobozê siwar dibe, diçe Stenbolê. Kurdekî navsale jî li kêleka wê rûniştiye. 

Dema otoboz digihîje Qizilcihemamê jinik ji bo ku gedê xwe şîr bide pêsîra xwe derdixwe û dixe devê zarok. Lê zarok nagire, ruyê xwe diguherîne. 


Jinik bi zarok da dixeyide, dibêje, ”Bigre berxikê min, bigre, ya na ezê bidim apo haaa…”


Apo tê heyecanê, dilê wî dibêje kizzz, di bin çavan ra bala xwe dide memikê jinikê yê sipîbozê wek berfê, girêz bi dev dikeve, lê dengê xwe nake û ruyê xwe bi alî din da dike.


Otoboz bi rê dikeve, gava digihîje Boluyê, jinik dîsa pêsîra xwe derdixe û dide devê zarok, lê gede dîsa pêsîrê nagire, destê xwe lê dixe û ruyê xwe diguherîne. 


Jinik dîsa jê ra dibêje, ”Bigre berxikê min, heger tu negrî, mêze ezê bidim apo haa…”


Yê kurd dîsa tê heyecanê, dîsa hêvî pê ra xurt dibe, di bin çavan ra bala xwe dide memikên sipîboz û tama devê xwe tam xweş dike…


Otoboz dom dike, li çend ciyên din jî jinik eynî gotinan ji gedê xwe ra dibêje û gede jî tim pêsîrê red dike…


Welhasilî kelam otoboz digihîje Gara Stenbolê, diçe ber cî û şîrketa ku ewê li bisekine. Li wir jinik dîsa memikê xwe fişt û derdixe û dide ber devê zarok û dibêje: 


-A ji te ra bigre berxikê min, ya na wele îcar ezê bidim apo ha…”


Li ser vê, yê kurd êdî hew kane bi xwe, ji jinikê ra dibêje;


-Xatûn, ji vêsê da ye te ez merezarî û kezebreşî kirim, heger tu yê bidî ji kerema xwe bide û zêde dirêj neke, ezê li Boluyê daketama, ji ruyê te û ji bo xatirê wan memikan mêze ez hatim di Stenbolê va derketim…”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE