11 september 2020

Tirkiyê li Yûnanîstanê kampa Morîa da şewitandin


Yûnanîstan û Yekîtiya Ewrûpayê zanin, lê ji ber tirsonekiya xwe newêrin bibêjin Tirkiyê kampa Morîa da şewitandin.

Sê roj berê li Yûnanîstanê li girava Mîdilî, li kampa Morîa du şewat li pey hev derketin. 


Kamp ji bin da şewitî, 13 hezar kesên di kampê da diman nuha li çolê mane û dixwazin zû herin welatekî Ewrûpayê.


Yûnan dibêjin koçberan kamp bi qestî şewitandin, ji bo ku zextê bidin ser Yekîtiya Ewrûpayê.

Bi baweriya min kampa Morîa bi destê Tirkiyê hat şewitandin, tirkan ji merivên xwe ra gotin bişewitînin. Yanî tiliya tirkan di vê şewatê da heye.


Di nabêna Yûnanîstanê, Yekîtiya Ewrûpayê û Tirkiyê da li Derya Navîn(Derya Sipî) herbeke neîlankirî heye. Tirk bi zorbatî dixwazin li Derya Navîn hin giravan, hin derên din ji Yûnanîstanê bigrin. 


Di nivîseke xwe ya çend roj berê da min got Tirkiye ewê qarta koçberan li hemberî Yekîtiya Ewrûpayê bi kar bîne. 


Yûnanîstan, Yekîtiya Ewrûpayê newêrin bibêjin, lê kamp bi destê Tirkiyê hat şewitandin. 


Tirkiyê him kamp da şewitandin û him jî her roj bi sedan koçberên ji bo xûgiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê bigre anîne Tirkiyê, dişîne Yûnanîstanê. 

Yanî şandina koçberan di van rojan da pir zêde bûye. Tirk koçberên li xwe top kirine li hemberî Yekîtiya Ewrûpayê wek sîleheke xûkgirtinê bi kar tînin. 

Bi koçberên îslamî û bi kesên problem him xûgiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê digrin û him jî bi şandina wan li Ewrûpayê kaosê peyda dikin, bi şandina çete û îslamîstan civata Ewrûpayê bêîstîkrar dikin. Li Eweûpayê hin welat ketine destê îslamîstan û çeteyan. 


Bi tirsê, bi bêdengiyê, bi bertîlkirinê tirk nasekinin û vê siyaseta xwe ya mafîa naterikînin. 


Ji bo ku tirk bela xwe ji Yûnanîstanê û ji Yekîtiya Ewrûpayê vekin, koçberan neşînin, dibê ewrûpî darê zorê nîşanî tirkan bidin, dibê lêxin, dibê Erdogan bifetisînin. Dibê Erdogan mirinê bibîne, heta ewrûpî mirinê nîşanî Erdogan û tirkan nedin, tirk rehet nasekinin.


Heta Erdogan li ser hukim be, ji Yûnanîstanê û Yekîtiya Ewrûpayê ra rehetî tuneye. 


Ez bawer dikim Yekîtiya Ewrûpayê jî viya zane, lê ji ber pîsî û newêrekiyê dengê xwe nakin…


Lê belê ev tirsonekî ewê mala wan bişewitîne, di nava çend salan da Ewrûpa ewê bibe cehnime; li hin welatan kane bûyerên pri mezin, herb derkeve.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE