27 september 2020

Tiliya tirkan di şerê Qerebaxê da heye

 


Azerî û êrmenî li Qerebaxê ji nişka ve bi hev ketin. Ji herdu aliyan jî kuştî û birîndar hene. Bi qasî xuya dike şerekî mezin e û îhtîmala heye dirêj jî bajo. Herdu alî jî hev û di êrîşkariyê sûcdar dikin.

Ez dibêjim di vî şerî da jî tiliya tirkan heye, tirkan azerî pîj kirin, ji bo şer hin terorîstên îslamî dan Azerbeycanê ji bo ku şerê êrmeniyan bikin û erdê wendakirina paş da bigrin.


Di bin destê Tirkiyê da bi dehhezaran çete û terorîstên îslamî hene. Tirkiye herî kêm mehê du hezar dolar meaş dide her terorîstekî Daîşê û îslamî. Ev jî perakî pir e.


Tirkiyê qismekî terorîstan li Sûriyê û li Kurdistana rojava temerkuz kiriye, bi wan şerê kurdan dikin. 


Çend hezar şendine Lîbyayê. Lê pir in û fînansekirina wan êdî ji Tirkiyê ra giran tê. Dibê Tirkiye ji çeteyên xwe ra hin welatên fînansor bibîne, ew jî kane Azerbeycan be. 


Ji xwe dibêjin medyaya rûsî qala hebûna çeteyên îslamî di cepheya Azerbeycanê da dike. Ev îdîa ewê rast be, tirkan çend hezar çeteyên xwe şandine cepheya Azerbeycanê jî, ji bo ku şerê êrmeniyan bikin. 


Bi vê riyê Reîs ewê him barê xwe sivik bike û him jî komîsyona xwe Azerbeycanê bigre. Çimkî alîkariyeke wiha bê qomîsyon, bêyî delalî nabe. Perê azeriyan pir e, ewê çend hestiyan bavêjin ji ber tirkan da jî.

Dibê em ji bîr nekin Qerebaxa nuha azerî-tirk dixwazin ji Êrmenîstanê bistînin erdê kurda ye, Kurdistana Sor e, Laçîn e. 

Dema êrmeniyan Qerebax dagir kirin li dora 300 hezr kurd ji Laçînê Derxistin, kurd perîşn bûn. Gelek kurd nizanin vira erdê kurda ye, berê li wir Kurdistana Sor hebû.-


Hetanî li Tirkiyê ev rejîm li ser hukim be, hetanî hinek pozê tirkan nefirikînin, tirk rehet nasekinin û rehetiyê nadin cîranên xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE