28 september 2020

Yê li Qerebaxê êrîş kir û şerê êrmeniyan dike Tirkiye ye

Li gorî beyana Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê(SIHG), Tirkiyê di 24ê mehê da bi sedan terorîstên Tûgayên Sultan Murad û El Amşat şandine Azerbeycanê, ji bo ku şerê êrmeniyan bikin. 

Li dora 200-300 hezar terorîstên Daîşê di bin destê tirkan da ne. Tirkiyê ew kirine milîsên bi pera. Tirkiye êdî nikane meaşê wan bide. Çend hezarên wan şandine Azerbeycanê. Perê azaeriyan pir e, ewê him meaşê wan bidin û him jî sîmsariya Reîs.

Tirk dixwazin bi van terorîstên îslamî pera him welatan dagir bikin û him jî xûgiyê ji xelkê bigrin, pera qezenc bikin.

Yanî meriv kane bibêje tirkan li Qerebaxê li ser navê Azerbeycanê şer derxistin û ew şerê Êrmanisatnê dikin. Meriv ji medyayê fêr dibe tirkan ji zû da ye haziriya êrîşî kirine, ji bo gelek cebilxane û fuze û çete şandine Azerbeycanê. Ne ev piştgiriya Tirkiyê bûya azaeriyan êrîş nedikirin. 

Lê Ermenîstan û Qerebax wek Efrînê û Serêkaniyê ne bêxwedî ye, rûs li hemberî vê îxracata terorîstên tirkan ewê bêdeng nemînin.

Tirajediya me ya mezin gelekên me hîn nizanin ev dera azerî-tirk û êrmenî li ser şer dikin Kurdistana Sor e, Laçîn e, cî û warên kurda ye. Êrmeniyan dema ew der dagir kirin li dora 300 hezar kurd ji wir derxistin, kurd perîşan bûn. Yanî ev dera nuha azerî-tirk dixwzin ji êrmeniyan paş da bigrin erdê kurda ye, Kurdistana Sor e. Lê gelek kurd viya nizanin.


XXX

Rojnamevanekî tirk, bi navê Îbrahîm Karagul gotiye ”Dibê fuzeyek bi şaşî tam li merkeza Ermenîstanê keve. Azerbeycan ne bi tenê ye. Ermenîstan esas êrîşî Tirkiyê dike. Wê demê dibê bersîveke me jî hebe.”

Bawer bikin ji sedî 99ê rojnamevanên tirk û tirkan wiha difikirin.

Tirk dixwazin koka du miletan ji kok da biqelînin, koka kurdan û êrmeniyan.

Çimkî tirkan li hemberî van herdu milatan jî sûcên pir mezin kirine. Loma jî dixwazin kurd û êrmenî li dinyayê nemînin, ji bo ku malên wan li xwe bihelînin û kesên bi dozê li wan bikin tunebin.

 XXX

Serokê Amerîkayê Trump qelpezanekî(sextekarekî)pir mezin e. Ev cara pêşîye qelpezanekî wiha dibe serokê Amerîkayê. Ev 10 sal in qurişek bac nedaye. Tenê di salên 2016-2017a da salê 750 dolar bac daye.

Helbet sextekariyên wî ne ev tenê ye, ev ji deve guh e. Miheqeq gelek sûc û sextekariyên ji viya mezintir kirine.

Sextekarekî wiha bi serokê Amerîkayê be ji bo dinyayê talûkeyeke mezin e.

XXX

Emerîka kilîtê li deriyê seferata xwe ya Bexdayê dixe û bar dike Hewlêrê. Bûyereke muhîm e. Diyar e emerîkiyan mana xwe ya li Bexdayê bêmane dîtine.

Emerîka çi bike jî tirk, ereb û faris nabin dost û hevalên Emerîkayê. Li herêmê bêyî kurdan kes ne dost û mitefikê Amerîkayê ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE