Vêsê ji xew rabûm, piştî ku min li e-mailên xwe nêrî, dîlok û pêkenîna xwe û tiştekî din nivîsî û min bîstekê jî bala xwe
da hin malper û xeberên medyayê, min kompîtora xwe girt û çû xe da ber
telewîzyonê.
Min hinekî guh da leqleqa swêdiyan, feqîran ew jî ji destê xerîban û misilmanan şerpeze bûne. Çete pir bûne, her roj kuştin û gulebarankirine.
Êdî zarokên 10-12, 16 salî hev kêr û gulebaran dikin, dikujin. Mijara wan bi şev û roj ev e, lê nikanin çareyekê jê ra bibînin. Bi van qadiran, bi vî aqilî nikanin tu xweliyê li serê xwe kin...
Li ber telewîzyonê serî ket ber min û ez di xew ra çûm.
Min rabû montê xwe li xwe kir û xwe li ser dîwanê dirêj kir, ez raketim.
Min bi du siwêdiyan ra sohbet dikir, min ji wan ra qala halê me yê perîşan dikir. Min ji wan ra digot, yên welatê me perçe kirin û em jî xistin bin destên tirk û ereban, îngilîz û firansiz in.
Heger nuha hêza me hebûya dibê me biçûya bim
gewriyên wan bigirta, destê xwe li masa wan xista û bigota ”lawo, we welatê me çawa
perçe kir û em xistin bin destên tirk û ereban, dibê hûn wer jî welatê ji wan
bistînin û bidin me…”
Li mitpaxê bi teqereqa xanimê ra ez bi xwe hesiyam, pir hêrs bûbûm. Min xewna xwe ji xanimê ra got, nuha jî va ye ji w era jî dibêjim.
Min rast gotiye, bi rastî jî îngilîzan û firansizan piştî Şerê Cîhanê yê Yekê welatê
me perçe kirin û dan ereb û tirkan û em jî xistin bin destên wan.
XXX
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar