27 september 2020

Xerabiyên dûrketina ji welat û qewmê xwe

 Salên dûr û dirêj li xerîbiyê, dûrketina ji welatê xwe, ji cî warê xwe, ji qewm û civata xwe, têkiliya bi kes û devokên din ra devoka meriv, zimanê meriv, hafizeya meriv serobinî hev dike.

Piştî 40 sal jiyana li xerîbiyê êdî ez wek wêranşariyekî napeyivim û nanivîsim. Min gelek gotin ji bîr kirine û hin gotin jî şaş tên bîra min.

Carnan dema ez bi xweha xwe ra dipeyivim, ez vê guherîna di zimanê xwe da ferq dikim, fena ez ne Wêranşarî bim.

Dema ez bi dayika xwe ya rehmetî ra jî dipeyivim jî eynî his bi min ra çê dibû, ez û wê bi du devokên cihê dipeyivîn. Yê li me guhdarî bikira ewê bigota belkî em ne dê û law in, em bi du devokên cihê dipeyivîn.

Welhasilî kelam dûrketina ji welatê xwe, ji nava qewm û êla xwe hin tiştan li meriv zêde bike jî, gelek tiştan jî ji meriv digre, bi meriv dide

 

Li ser girîngiya zimanê dayikê Nelson Mandela tiştekî pir xweş gotiye:

-Heger hûn bi zimanekî ew jê fam dikin bipeyivin, hûnê bi serê wan ra bipeyivin. Heger hûn bi zimanê wan bi wan ra bipeyivin, hûnê bi dilê wan ra bipeyivin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE