26 september 2020

Dem hatiye HDP ji meclîsa tirkan vekişe

Dibê kurdên HDPê û yên destegê didin wê êdî baş bizanibin tu tiştekî me di dewleta tirkan da tuneye, ji meclîsa vê dewletê bigire, heta bi dibistanên wê, dezgehên vê dewletê giş me kurdan neyarên xwe dibînin û gava fersendê dibînin zulmê li me dikin. 


Di dewleta tirkan da wek milet mafekî me yê herî biçûk jî tuneye. Heta navê me û navê welatê me jî tuneye, ji bo vê dewletê û xwediyên wê em jî û welatê me jî tunene.


Lema jî di nasnameya me da em ne kurd in, em tirk in û welatê me jî ne Kurdistan e, Tirkiye ye. 


Gerek em kurd ne ji bo tekûzkirina û pêşdabirina Tirkiyê, ji bo çêbûna Kurdistanê bixebitin, ji bo vê armanê partiyan û rêxistinan çê kin, ne ji bo Tirkiyeke "demokratîk" ! 

Hebûna çend kurdan di meclîsa tirkan da tu xêrê û feyeyê nade me, lê zirarê dide me. Dibê em bibêjin em ne tirk in, em kurd in û dixwazin bibin parlamenterên Kurdistanê. Em dixwazin di meclîsa xwe da bi zimanê xwe bipeyivin. Dibê em viya ji tirkan ra bibêjin û çûna meclîsa wan red bikin. 

Dibê HDP vê rastiyê bibîne û dev ji meclîsa tirkan berde. Bi hebûna di meclîsa tirkan da HDP tu karê nake, lema jî dibê kurdên HDPê dev ji partiya Tirkiyê berdin û partiyeke kurd û Kurdistanî ava bikin û ne ji bo Tirkkyê, ji bo çêbûna Kurdistanê bixebitin.


Ev nêzî 30 salî ye rêya HDPê tê ceribandin, lê netîce vala ye, xwediyên vê siyasetê tiştek bi ser avê nexistine. Tiştê kirine, tirk kirine serokên xwe û bi wan ra me gelê xwe asîmîlî kirine...

XXX

Tu ji filistîniyan ra bibêjî serxwebûna xwe bixwazin, yahûdiyan nekin parlamenter û serokên xwe, filistînî ewê bibêjin ji xwe ya rast ev e û ewê kêfxweş bibin, sipasî te bikin.

Lê gava ez viya ji kurdên Kurdistana bakur ra dibêjim hevalên HDPê pir diqeherin, gelkî hêrs didin, êrîşî min dikin. Fena ku ez ji kurdan ra tiştekî pir xerab dibêjim, rêyeke xerab biber wan dixim.

Siyaseta tirkîtiyê mejiyê gelek kurdan çelqandiye.

 XXX

Ev 18 sal in Erdogan bi rayên tirkan û qismekî kurdan li ser hukim e. Maneya xwe tirk û qismekî kurdan ji Erdogan û kirinên wî hez dikin, tiştê Erdogan û rejîma wî dike bi dilê piraniya tirkan û qismekî kurda ye. Ji bo wê rayên xwe didinê.

Meriv kane bibêje ev jî tê wê maneyê qerekterê Erdogan û piraniya tirkan û qismekî kurdan dişibe hev.

Tirk dibêjin beroş gindiriye rastî qapaxa xwe hatiye.

Yanî miletekî ruhkole dîktatorekî wek Erdogan layiqî xwe dîtiye û lema jî wî ji ser hukim naxe.

Çima tirk dengê xwe nakin?

Çimkî tirk miletekî esker û ruhkole ye, cara li hemberî dewleta xwe ranabe.

Ya din jî, Erdogan li gorî dilê tirkan li kurdan dixe. Ev jî bi dilê tirka ye, kî şerê kurdan bike kêfa tirkan jê ra tê û didin ser serê xwe...

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE