26 september 2020

Sê sal berê di 25ê îlonê da gelê me got serxwebûn !

Sê sal berê, di 25ê îlona 2017a da li başûrê Kurdistanê, di referandûmê da ji sedî 93ê gelê me ji hêzên dagirker û dinyayê ra got em bindestiyê, bêdewletiyê red dikin, em Kurdistaneke serbixwe dixwazin.

Referandûma 25ê îlona 2017a rojeke me ya serbilindiyê ye.

Muslum Yigit: Zinarê Xamo, xweziya te ev ``serbilîndî``, ji me re rava bikira?

Zinarê Xamo: Muslum Yigit, di referandûmê da gelê min îradeya xwe ya ji bo azadî û serxwebûnê diyar kir, got em Kurdistaneke serbixwe dixwazin. Lema jî ez bi vê îradeya gelê xwe kêfxweş û serbilind im.

Ez nizanim wek kurdekî çima tu li dijî vê îradeya gelê xwe û serxwebûna Kurdistanê yî?

Ferdê miletekî bindest gerek ne li dijî referandûmê be. Dijayetiya referandûma welatekî dagirkirî parastina bindestiyê ye.

Muslum Yigit, ez ji duwazde salîya xwe ve bi daxwaziya azadiya Kurdistan im û li gorî hêza xwe jî min bedel dane. Lê ya girîn ev e ku ev refarandûm, bû sebeba xaka ku berî di destê Rêvebirya Başûr de jj sedî 40-50 wenda kir...Û ên ku li himberî û bi awakî kirêt çîr û gef li wan xwarin, bûne `goşt û nenuk`. Yanî wek mesela `derbik danî, lê zerbek xwar in`...

Zinarê Xamo: Muslum Yigit, tu du tiştan tevhev dikî, referandûm tiştek e, nikanîbûn xwe biparêzin tiştekî din e. Xwezî me kanûbûya li bakurê Kurdistanê jî eynî tişt çê kira.

Referandûm mafekî rewa yê miletê ee. Di 15ê îlona 2017a da gelê kurd îrada xwe diyar kir, got ez Kurdistaneke serbixwe dixwazim. Êdî kes nikane bibêje kurd serxwebûnê naxwazin, ya jî em nizanin kurd çi dixwazin.

Lê nikanîbûn welatê xwe biparêzin ew tiştekî din e. Wiya meriv rexne dike û min jî kiriye.

Tu li dijî serbilindiya min ya bi refernadûmê derketiye, ne li dijî çima xwe neparastin.

Dijminatiya hin hêzan tiştên pir şaş û ne xweş bi te dide parastin, ev ne xweş e. Bi wê peyva te ez gelkî aciz bûm...

Ne li başûr tenê, dibê meriv ji bo her çar perçên Kurdistanê referandûmê biparêze.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE