25 september 2020

Tirk ji kê biqeherin hêrsa xwe li serê kurdan dikin der

Pûlisên tirk vêsê li heft bajaran girtine ser malên hin siyasetmedarên kurd û tirk û 82 kes êsîr girtine, malên wan jî bi navê saxîkirinê talan û serobinîhev kirine. 

Di nav girtiyan da serokê belediya Qersê Ayhan Bîlgen û mebûsê HDPê yê berê Altan Tan jî hene.

Her cara bîna Erdogan teng dibe, ya jî îşê wî baş naçe, ya jî ji hinekan hêrs bibe êrîşê dibe ser HDPê, kurdên bindest û êsîr ketine...

Li gorî medyayê nivîsîye, xwedêgiravî sebebê vê terorê û êsîrgirtinê bûyerên di sala 2014a da ji bo Kobanê çê bûbûn. 

Mesela gur û berx e. Gur dixwst berx bixwe, geh digot tu ava min şolîn dikî, geh digot bavê te perê min xwariye, ezê jî te bixwum.

Gava talîya dîktator nêzîk dibe har dibe, ji siya xwe jî ditirse, terora xwe zêde dike.

 Hja Netirk: Mamoste dema min, vê sibê ev nûçe dît, min ew tweeta te ya çend roj berê bibîr anî. Te cend roj berê tevgera kurd ya li Bakûrê Kurdistanê rexne kiribû. Wê demê min xwest bêjim niha ne wexta rexne kirina wan e, lê min qêmîşî te nekir. Bi rastî jî dewleta mêtinger pir tê ser wan.

 Zinarê Xamo: Hêja xanim, ez siyaseta HDPê ya li ser kurdan ji kok da şaş û xerab dibînim û vê baweriya xwe venaşîrim. Lê di şerê wan û dewletê da ez tim li pişta wan im. Kûçikê kurdekî û tirkekî şer bikin, ezê bi dêla kûçikê yê kurd bigrim û têxim ser yê tirk. Çimkî ez li dijî dagirkeriyê me

 Neperûşk: Ma ti kîyî lo?

Hêja Netirk: Mamostê me ye. Divê em di her mijarê de rêzê ji hevdu re bigrin. Ji kerema xwe hay ji temenê wî, û keda wî ya ji bo zimanê kurmancî hebe.

Zinarê Xamo: Navê min û rismê min di profîla min da heye xortê delal. Ma qey te nedîtiye?

Neperûşk: Kî dibêjê polîtîkaya HDP’ê ne raste ez hers dibim û Çavreşk bi minde tê, ez wê deme kesî nasnakim mamoste

Zinarê Xamo: Wisa ye xortê delal, gava serokên meriv xelk be û aqilê meriv jî ji kîsê xelkê be wiha dibe.
Tu ji filistîniyan ra bibêjî serxwebûna xwe bixwazin, yahûdiyan nekin parlamenter û serokên xwe, filistînî ewê bibêjin ya rast ev e, ewê kêfxweş bibin, lê gava ez viya ji kurdan ra dibêjim diqeherin, êrîşî min dikin.

Siyaseta tirkîtiyê mejiyê gelk kurdan çelqandiye.

 

XXX

Sê sal berê, di 25ê îlona 2017a da li başûrê Kurdistanê, di referandûmê da ji sedî 93ê gelê me ji hêzên dagirker û dinyayê ra got em bindestiyê, bêdewletiyê red dikin, em Kurdistaneke serbixwe dixwazin.

Referandûma 25ê îlona 2017a rojeke me ya serbilindiyê ye.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE