24 september 2020

Bi van heval û rêberan em tiştekî bi ser avê naxin, emê tim pûş bikutin

Ji rastê tirkan bigrin, heta bi çep û demokrat û dîndarên wan, tu hêviyê ji wan nekin, ji tirkan ji me ra bêyî zirarê tu xêr nayê; zirara hevaltiya wan, ji kara wan tim pirtir e. 


Tirk, bi derewan û bi siyasetên cihê, bi îdeolojiyên cihê gişên wan dixwazin Kurdistanê li xwe bihelînin û me jî bi rêya asîmîlekirinê bikin tirk.

Ya din jî dibê meriv ji HDPê û kesên wê sewq û îdare dikin jî êdî hêviya xwe qut bike, ji wan jî bêyî zirarê tu kar hasil nabe, ew jî ne bi rengê tirkan, lê bi rengekî hîn nermtir kurdan di aşê tirkan da dihêrin û dikin qûtên tirkan.


Dibê em xwe ji van herdu hêzan xelas bikin, biparêzin û hêzeke nuh ya Kurdistanî, ya nasyonalîst, partiyeke hedefa wê Kurdistaneke serbixwe be ji nava xwe derxin. 


Serok û siyasetmedarên hedefa wan serxwebûn be ji xwe ra bibînin, bikin serik û nûnerên xwe. 


Bi rêvebiriya HDPê û siyaset û îedeolojiya li pişt wê û bi hevaltiya tirkên bêkes, bêkêr û bi zirar, em tu havilê nakin, tu tiştekî bi ser avê naxin. Ev 30-40 sal e em vê siyasetê diceribînin. Netîce li ortê ye, bi serokatiya tirkan me çi havil kiriye, çi bi dest xistiye?


Me bi dehan, belkî jî bi sedan tirkên bêkes, rût kirin parlamenter û xwedî meaş. Nuha tew silavê jî nadin me, ji rojan rojekê nayên şîneke me jî.
 
Ji bo ku tahb û cefaya me, fedekariya me, ked û xebata me berhemekê bide, bedilhewa neçe dibê em van herdu hêzan ji xwe dûr xin, xwe ji bin rêberî û serokatiya wan derxin, ji xwe ra rêyeke nuh bibînin.


Miletek qedrê xwe bizanibe, xwe nezan, cahil û biçûk nebîne, siyasetmedar û ferdên miletê welatê wî dagir kiriye nake nûner û serokên xwe. 


Kurdên başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê tiştekî wiha nakin û nekirine, ereban û farisan nakin parlamenter, nûner û serokên xwe. 


Ma we dîtiye filistîniyan yahûdîyek kiribin serokê beledîyek filistîniyan, kirbin parlamenter ya jî serokê partiyeke xwe? 


Ne filistînî û ne jî yahûdî sosireteke wiha qebûl dikin.


Lê kurdên bakurê Kurdistanê bêyî ku şerm bikin vê sosiretê tînin serê xwe; tirkan dikin parlamenter û serokên partiyên xwe, dikin berdevkên xwe. 


Ne ku mêrikan bûne kurd û Kurdistanî û ji bo serxwebûna kurdan dixebitin. 


Tiştekî wisa tuneye. Tirkên bûne nûner, parlamanter û siyasetmedarên kurdan gişên wan jî li dijî serxwebûna kurdan û çêbûna Kurdistanê ne. 


Lê kurdan dîsa jî ew kirine serokên partiya xwe, kirin parlamenterên xwe.  


Dost û dilxwazên tu miletê bindest nabin serokên wan, ji bo wan dixebitin, alîkariya wan dikin, lê nabin serokên wan, wan îdare nakin.


 Lê tirk dibin serokên me, dibin parlamenterên me, me îdare dikin û em jî vê yekê pir normal dibînin.
Ev yek bi sere xwe ibreteke mezin e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE