24 september 2020

Xwedê baştir zane

 Keçikê têketa îmtîhanê, pir bi heyecan bû. Hevala wê jê ra got:

-Keçê metirse, pirsên tu bersîvên wan nizanî binivîse: ”herî baş Xedê zane” û kaxeta xwe bide mamoste. Mamoste ewê newêribe bibêje bersîv şaş e, Xwedê nizane. Heger bibêje bersîv şaş e, ewê li hmberî Xwedê rabe, bi kafir be…

 Numreya çewt

Yekî bi çewtî telefon kiribû. Yê hember got:

-Elo, efendim!

Mêrik ji dengê yê hember fêm kir ku çewt telefon kiriye. Got:

-Li qusûra min nenêre, ez bawer dikim min çewt telefon kiriye.

Yê hember bi hêrsek mezin got:

-Kerê çolê, dema tu telefon dikî çima tu dîqet nakî?

Mêrik got:

-Ker tu û bavê te ye, hey zirzopê bêedeb!

Yê hember li ser vê bersîva mêrik dîn bû û bi dengekî bilind got:

-Çiii, çiii, ma tu zanî tu bi kê ra dipeyivî?

Mêrik got:

-Na, ez nizanim.

-Ez midûrê emniyeta Stenbolê me!

Mêrik bi tirs got:

-Ê baş e, tu jî zanî tu bi kê ra dipeyive?

-Na.

-Wey şikir ji Xwedê ra, ez ji mirinê filitîm!

 

Quretî

Rojekê dîsa bela xwe di ji Xoce Nesredîn dan, gotin:

-Seyda, dibêjin tu yekî ji ewliya û enbiyayên Xwedê yî, ma ev rast e, ya na?

Xoce tiştekî wiha nedigot, lê bêhemdî ji devê wî derket, got:

-Ê qey wiha ye ku xelk dibêje.

Li ser vê gotin:

-Seyda, merivên wiha xwedî kiramet in, wê demê tu jî kerametekî xwe nîşan bide.

Xoce ji mecbûrî got baş e. Ji dara çinarê ya li hemberî xwe ra got:

-Ey çinara mezin, zû were ba min!

Carek, du car, sê car, dar ji ciyê xwe neliviya. Piştî ku dar nehat, Xoce berê xwe da darê, çû li ber sekinî.

Cimata li dorê keniya got:

-Seyda, ma wiha dibe? Te nikanîbû dar bianiya ba xwe, tu çû ba darê.

Xoce qet di heynê xwe dernexist û got:

-Wele li ba min quretî tuneye, yê neyê ba min, ez diherim ba wî.

Bazariya zewacê

Yê dewlemend dixwest keça xwe ya xêvik û nebedew bida xortê gelkî çeleng û jîr. Ji xort ra got:

-Xorto tu zanî, min soz daye keça xwe, roja ew bizewice ezê li kêleka bahrê havîngehekê û otomobîleke gelek luks bidimê.

Xort got:

-Pir baş e, ez kanim bibînim?

Mêrik got:

-Keça min ?

Xort got:

-Na, havîngehê û otomobîlê.

 

Leyl û Mecnûn

Reşo û xanima xwe Zergê cara pêşî bû bi hev ra diçûn sînemayê. Dema dor hat ser wan, Reşo ji xanima bilêtfiroş ra got:

-Ji kerema xwe du bilêtan bide me.

Xanima bilêtfiroş got:

-Ji bo Leyl û Mecnûn?

Reşo got:

-Na, na, ji min û Zergê ra.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE