03 september 2020

Li Serhedê çima dengbêj pir in ?


Li gelek bajarên Kurdistanê dengbêj hebûn, pir hindik jî hene. Li her qezayekê, bajarekî yek du dengbêj peyda dibin.

Lê Serhed cî û warê, kela dengbêja ye, li tu herêmeke din ya Kurdistanê bi qasî li Serhedê hene dengbêj tunene.
  
Hema hema li her gundekî Serhedê çend dengbêj hene. Di şevbêrkan da gava cimat digere, ne yek û dudu, bi dehan dengbêj hene, her kesê li odê kane çend kilaman bibêje.


Yanî kultura dengbêjiyê li Serhedê pir kûr e û pir berfireh e û berdewamiyekê wê heye, nivşekî dewrî nifşekî din kiriye û heta îro hatiye.


Dengbêjin herî bi nav û deng, yên wek Evdalê Zeynikê, Şakiro, Reso û bi sedan dengbêjên din ji Serhedê derketine. Ev tradîsyon nuha hinekî zeîf bûbe jî lê Serhed hîn û hîn jî kela dengbêja ye, cî meskenê qulingan, şalûl û bilbila ye..

Bi xêra medyaya sosyal û vîdeoyên tên belavkirin meriv dibîne li Serhedê bi sedan dengbêje hene. Tu dagerî kîjan gundî tu kanî li çend dengbêjan guhdarî bikî. Devê kîjan kalê 80-90 salî vedikin dengbêj derdikeve. Ev tiştekî pir îstîsna ye.

Sebebê vê yekê çi ye, çima li Serhedê hewqas dengbêj hene ?
L Serhrdê ne dengbêj be jî gelek însan zanin bistirên.   

Dibê hinek li ser vê adet û kultura serhediyan lêkolînekê bike û ferhengeke dengbêjên wefatkirine û yên hîn sax in çê ke.
  
Dibe ku hin xebat û lêkolînên Ahmed Aras û hinekên din hebin, lê ez nizanim.

Heger hebe pir baş e, heger tunebe dibê ferhenga dengbêja were çêkirin.
Di vî varî da nivîseke Mistefa Gaziyê rahmetî bi navê ”Dengbêjên me” di malpera Rawestgehê da heye. Ez wer bawer dikim di nivîsê da navê 48 dengbêjan hene, lê giş ne serhedî ne, tevlihev in.



Axx, axx, xwezî nuha ji van satilan yek bi destê min keta jî û min têr bixwara, heta zikê min diêşiya.

Min do çar heb bi 20 krona kirî. 20 kr. dike 17 lîreyê tirkî.

Li vir hejîr wek Dêrikê ne bi satilan, bi heban tên kirîn

 

-Însan dişibin reqeman, li gorî cî û wezîyetên xwe qîmetê digrin.

///Napoleon Bonapart

Bi navê Xwedê tew hin însan hene li ku bin jî tu qîmetê û tu jahrê nagrin, tim sifir in.

 

Di nava tirkan da merivên nîv dînik û nîv biaqil pir in. Herdu gurûb jî seqet in û pir jî tahlûke ne. Çimkî dînên ne tam dîn in, meriv miameleya dînan pê ra bike û biaqil jî ne tam biaqil in meriv gotinê bi wan bide fêmkirin.

Nîv dîn û nîv biaqil bûne bela serê me û cîranên xwe.

 

http://rawestgeh.blogspot.com/p/dengbejen-m

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE