Ji derve hatin, berê welatê me dagir kirin, mal û milkên me talan kirin, gund û bajarên me wêran kirin.
Dû ra hebûna me înkar kirin, gotin hûn ne qewmekî cihê ne, hûn tirkên çiyayî ne.
Dû ra zimanê me qedexe kirin û zimanê xwe bi darê zorê bi me
dan fêrkirin.
Her cara me serî hilda, em li hemberî zulmê û dagirkeriyê rabûn em girtin, zulm li me kirin, em kuştin, em bi çolan xistin.
Henekên xwe bi liberxwedan û serîhilanên me kirin, gotin
vana zarok marok in, vana hatine xapandin, dijminên me wan pîj dikin. Derew li
dû derewê rêz kirin, lê pere nekir, em neqediyan, me dev ji doza xwe berneda.
Piştî çend salan dev ji retorîka xwe kurd tunene, yên dibêjin
em kurd in tirk in berdan, îcar gotin vana terorîst in.
Ev sed sal e şerê me dikin, hezar nav û nîçokan li me dikin,
me dikujin, ji me bi milyonan helandin û bi çolan xistin. Lê em neqediyan û
naqedin.
Henekên xwe bi me kirin, em biçûk dîtin, xwe pir mezin û
xurt nîşan dan.
Ji her dera dinyayê bi hezaran çete, sştal, qatil û terorîstên
îslamî top kirin û bera bedena me dan, mal û milkên me talan krin, jin û
zarokên me revandin, ji xwe ra kirin kole, li mazatan firotin. Ev zulm, ev
barbarî giş ji bo ku me bindest bihêlin, ji bo ku Kurdistan çênebe kirin. Ji bo
ku rojekê Kurdistan çênebe her sûcî, her hovîtiyê, her qetlê dikin.
Lê bêhûde ye, ew çi bikin jî emê qezenc bikin, emê azad
bibin û Kurdistan ewê çê bibe.
Jîrîtî, eynî wek erdekî hewceyî çandiniyê û lênerînê ye.
Çîçero
-Jîrîtiya însanekî ne ji bersîvên wî, ji pirsên ewê bipirse
tê fêmkirin.
N. Levis
-Merivekî jîr gelekê caran di meclîsa ehmeqan da nizane ewê
çi bibêje…
François de La Rochefaucauld
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar