03 september 2020

Dizê mirîşkan

 Xwediyê malê diz di pîna mirîşkan da girtibû. Di bêrîkek wî da çend çêlik û bêrîka wî jî tije hêk bûn. Du mirîşk jî di destê wî da bûn.

Her dera wî di nava toz û dûmanê da, perê mirîşkan û zîlqê da mabû.

Welhasilî kelam diz girtin, derxistin mahkimê.

Li mahkimê diz ji hakim ra got:

-Hakim beg, ez abûqatekî dixwazim.

Hakim mizicî, got:

-Kuro, halê te li ber çava ye, çêlik û hêk di bêrîka te da û du mirîşk jî di destê te da hatine girtin. Abûqat were ewê çi bibêje?

Diz got:

-Hakim beg, ji xwe ez jî wiya meraq dikim, bira were hela ka ewê çi bibêje.

 

Şêkirandin

Mele li mizgeftê di xutbeya îniyê da ji cimatê ra got:

-Ey cimata muslimîn, dibê em giş bi şev û roj ji Xwedayê xwe ra şikir bikin fîl jî wek teyran bi per û bask nexuliqand. Heger ew jî wek çûk, teyr û tuyên din bi per û bask bixuluqanda nuha xaniyên me hemûyan ji zûda bi ser serê me da hedimî bûn. Şikir ji Xwedê ra em ji vê bobelatê xelas kirine.

 

Metodê xwêdandayinê

Di îmtîhanê da mamoste ji xwendekarê(şagirtê )tibê pirsî:

-Ji bo ku nexweş xwîdan bide tu yê kîjan metodan bi kar bînî?

Xwendekar metodên zanibûn giş yek bi yek li dû hev rêz kirin. Mamoste pê nehat serî, got:

-Wekî din?

Xwendekar hinekî din anî bîra xwe û çend metodên din jî gotin. Mamoste dîsa got:

-Wekî din?

Xwendekar êdî hew kanîbû bi xwe, got:

-Heger ev metod hemû têr nekin, ezê bi destê wî bigrim û bînim li ba we têxim îmtihanê.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE