14 september 2020

Hêvî dikim li pişt vî girî be

 Xoce Nesredîn kerê xwe yê meşhûr wenda kiribû û li her derê lê digeriya. Lê di ber ra jî tew kiribûyê ji xwe ra distira.

Kesên ew dîtin mit û mat man, yekî jê ra got:

-Xoce, her kes zane kerê te wenda bûye û tu lê digerî. Îcar ji dêlî ku tu bikî ax û wax, tu xemgîn bî, bikî qîrîn û hawar, di ser da te tew kiriyê, tu distirê. Ma ev çawa dibe?

Xoce got:

-Kuro hêviyek min tenê maye, ew jî ez dibêm belkî ehmeq li pişt vî girê han be. Ku ne li wir be, a wê demê tu were guh bide qîrîn û hawara min!

 

Riya fêrbûnê

Serdarê biçûk ji nişka ve ji bavê xwe pirsî, got:

-Bavo, kê pisqilêt îcat kir?

Bavê got:

-Ez nizanim.

Bîstek derbas bû, dîsa pirsî:

-Bavo, kê telefon îcad kir?

Bavê dîsa got:

-Ez nizanim.

Hinek di ser ra derbas bû, dîsa got:

-Bavo, ma kê balafir îcad kir?

Bavo soro moro bû, lê dîsa got:

-Ez nizanim.

Dema dît bîna bavê wî teng bû, jê ra got:

-Bavo, ma qey bi pirsên xwe min bîna te teng kir?

Bavê got:

-Na lawê min, bîna min teng nabe, meriv nepirse tiştekî fêr nabe!

 

Çima qesaban nakujin?

Mamosteyê di sinivê da ders dida. Xwendekarek rakir ji piya û jê pirsî:

-Hela ka ji me ra bibêje, gundî ji bo çi guran dikujin?

-Ji ber ku gur kahr û berxên wan dixwin loma.

Xwendekareka din gotina wî birrî û got:

-Ê wê demê çima qesaban jî nakujin? Ew jî kahr û berxên wan dikijin…

 

Nêçîrvan

Nêçîrvan çûbû nêçîrî, lê wek her roj dîsa tu nêçîr nekiribû. Ji bo ku xanima wî dîsa pê da neke pitepit, çû ji ba qesab kêrguhek kirî û berê xw da malê.

Dema çavê jinikê li kêrguhê postkirî ket, jinik matmayî ma, jê ra got:

-Ev cara pêşî ye ez nêçîra kêrguhê postkirî dibînim. Hela ka ji min ra bibêje te çawa kir?

Dibê cî bida derewa xwe, got:

-Di himêza jina xwe da bû, min firsend nedayê kincên xwe li xwe ke.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE