14 september 2020

Şansê tirkan heye

Ewrûpî ne ewrûpiyên berê ne, heger ewrûpiyên 100-150 sal berê bûna ji zû da pozê tirkan firikandibûn û derseke baş dabûn wan. 

Lê ewrûpî êdî ne ew ewrûpîyên berê yên şerûd û dagirker in. 

Ji ber ku êdî hevza xwe ji şer dikin, lema jî li rojavayê Derya Navîn (rojavayê Bahra Sipî) bixe bix û hire hire tirkan e û bela xwe di yûnan didin.

Sebebên vê hustuxwariya ewrûpiyan pir in. Yek jê, ewrûpî ne dîndar in, ne jî nasyonalîst in, herdu îdeolojî jî li ba piraniya ewrûpiyan mirî ye, dîn jî, nasyonalîzmê jî bi zirar û tahlûke tê dîtin. Ev uek wan nerm û bînfire dike, wek tirkan êrîşkar nake.


Ya din, herdu şerên cîhanê yên dawî ewrûpî pir tirsandine, ji şer hevza xwe dikin, felsefeya wan a çareserkirina gelaşan dîplomasî û dîyalog e. Zorê, gefan, şer wek aletekî çareserkirina gelşan bi kar naynin.


Tirk vê kultura ewrûpiyan baş zanin.
Sebebekî din jî rehetiyê, zengîniyê ew gelkî tirsonek kirine, naxwazin bi şer rehetiya xwe xera bikin.

Tirkan ev zeîfiya ewrûpiyan fêm kirine, zanin ew çi bikin jî, heta êrîşî ewrûpiyan nekin, ewrûpî li wan naxin. 


Ya din jî ji bo ku tirk diz in, dagirker in, ne xwediyê vê axê ne, ketine welat û malên xelkê, ji bo ku ev ax ji wan ra bimîne, tim di êrîşê da ne, tim şerûdiyê dikin. Dixwazin bi vê lûmpeniya xwe cîranên xwe bitirsînin.

Ewrûpî jî dibêjin vana cahil û şerûd in, merivên paşdamayî ne, dibê meriv xwe bi ber bayê wan nexîne.

Lema jî tirkan biçûk dibînin û xwe danaxin misteweya siyarmedarên wan. 


Tik ji vê şêla ewrûpiyan fêdê digrin. Lê siyasetmedarên tirk kone ne, pîç in, zanin ewê heta ku herin, gava bivikê dibînin di cî da çerx dikin. Mesela wa ye keştiya xwe ji Derya Navîn paş da vekişandin.

Çimkî emerîkiyan jî ji wan ra got "we pir kir birrebirr, bes e, herin mala xwe, ya na hûnê poşman bibin."

Netîce, tirk bêyî zorê, bêyî ço ji tiştekî din fêm nakin. Ew bi xwe dibêjin, kotek ji cinetê derketiye...

Bêyî kotekê tirk biaqil nabin û nayên rê. Ewrûpiya heta nuha digotin belkî tirk guherîne û medenî bûne. 

Lê di îktîdara Erdogan û îslamî-faşîstên tirk da dîtin ev texmîna wan a di heqê tirkan da ji bin da şaş e, tirk hîn tirkên berê ne, heta ji  berê pirtir gewî û aşûnî bûne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE