15 september 2020

Bêxîretên bûne hevalên neyar pişt li me şikandine

Tirkan welatê me dagir kirine,em kirine bindest û zulmeke pir mezin li me dikin. Nahêlin li Kurdistanê lewheyek, tabeleyek bi kurdî hebe.

Vê zulma tirkan em giş pê zanin. Dijmin e û dixwaze me bikin tirk.

Baş e kurd çima dîsa jî dibin dost û hevalên vî dijminî?


Yek mala meriv, xaniyê meriv bi dare zorê ji meriv bigre û meriv jî ji xwe ra bike kole, meriv nikanibe pê jî jê hez nake, nabe hevalê vî neyarê xwe.


Lê ne yek û dudu, bi milyona kurd bûne hevalên dagirkerên welatê xwe.

Gelşa mezin ev kurd in, dibê em van kurdan ji dijmin dûr xin. Yên pişta me şikandine ji dijmin bêtir ev kurdên bûne rêber û destikên dijmin, ew ji dijmin ra bûne şûr û mertal. Gerek ew dev ji cahşîtiyê berdin.

Ez bi xwe ji dijmin, ji dagirkeran bêtir, ji van cahşan acizim, li Kurdistanê hebûna wan, dîtina wan dilê min digvêşe.

 

XXX

Wer xuya dike tirkan li rojavayê Derya Navîn û Egeyê pûş kutan, kortika hustiyê xwe xurandin û kor poşman, destvala vegeriyan mala xwe.

Oruç Reîsa xwe anîn li ber malika xwe girê dan.

Lê dîsa jî dev ji viran bernadin, zanin kes ji derewên wan bawer nake, lê ji ber ku pir bêar in, şerm nakin, dev ji derewan û fortên vala bernadin. Derew wek narqotîkayê ye, siyasetmedarên tirk bûne muptelayên wê.

Tirk li Derya Navîn û Egeyê ya ewê teslîm bibin, ev îhtîmal ya herî zêde ye, ya jî ewê ji Yekîtiya Ewrûpayê sîleyeke baş bixun. Rebenan mana di orta xelîl û celîl da, nizanin çi bikin...


 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE