22 februari 2020

Kes newêre navê Tirkiyê bi nebaşî bigre devê xwe



Amerîka, Rûsya, Neteweyên Yekgirtî, her kes zane yê li Sûriyê şer ranawestîne Tirkiye ye. Her kes zane heta Erdogan li ser hukim be li Sûriyê şer naskekine.

Lê dîsa jî kes newêre navê tirkan bigre devê xwe, kes newêre bibêje Tirkiye li pişt şerê Sûriyê ye.

Tirkan hemû dinya bêminet kirine, bi tena serê xwe, bi çeteyên xwe yên îslamî ra şerê dinyayê dikin, li Sûriyê şer nadin rawestandin.


Ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji Neteweyên Yekgirtî xûgiyê digrin. Her roj bi sedan çete û malbatên wan û kesên din dişînin ser Ewrûpayê.

Lê kes newêre dengê xwe bike. Hemû ji tirkan dibizin, kes newêre gotineke tahl ji Erdogan ra bibêje.
Lê Erdogan her roj serokên ewrûpayiyan, emerîkiyan dixe qûna qûçik û derdixe.

Di tarîxa dinyayê da tu serokî, tu welatî li dinyayê hewqasî çavsorî nekiriye.

Di tarîxê da dinya, Ewrûpa tu carî ji serokekî hewqasî netirsiya ye, hewqasî jê ra nekiriye pişopişo.
Lê ji Erdogan ra her kes dike...

Li dinyayê ev cara pêşî ye Erdogan vî hukmî dike û kes newêre navê wî jî bigre devê xwe.
Helal be jê ra. Merivekî pir cesûr e. Ez bi xwe heyranê vê cesareta wî me...

Rûsya, Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekgirtî, 22 welatên ereb hemû tirsonek û bênamûs in, tirk çi bînin serê wan heq kirine.

Seîd Çîçek: Ma qey Tirkiye bû ye Melkemotê dinyayê?..


Zinarê Xamo: Hema hema wer bûne. Tirkan Qibris dagir, Îraq, Sûriye, Kurdistana başûr, rojava û bakur dagir kirne.
Bi milyonan koçber li xwe top kirine û her roj qefle bi qefle afgan, pakîstinî, bengalî, afrîkî rê dike ser Ewrûpayê.
Ma kes diwêre ji tirkan ra bibêje çima hûn wiha dikin? 
Di ser da Xûgiyê didin wan Amerîkayê, Rûsyayê, Neteweyên Yekgirtî ji tirsê piştgirî dan dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Sipî.
Serokê NY Guterres çû Tirkiyê û piştgirî da dagirkirina Serêkaniyê û mahcirkirina bi sedhezaran kurdî, pesnê Erdogan da. Yanî tirk bûne dîkê qoqo!

Seîd Çîçek: Kekê Zinar, Mesela "dikê qoqo" çi bû?.. :))

Zinarê Xamo: Şahê hemû dîka ye, mirîşkên cîranan jî ji dîkan distîne. Çi dike jê ra dimîne... Tu zanî dîk bela ne, bela xwe di kê bidin jê venaqetin, lê dîkê qoqo belayê belayan bûye.



XXX
Heta çend roj berê dijminê tirkan yê sereke Amerîka bû û Rûsya jî dost û mitefik bû.
Nuha dijminê sereke bûye Rûsya û ji Amerîkayê alîkarî têxwestin.
Tirk her heft dost û dijminan bi hev diguherînin.
Heger rûs ne bêxîret bin ewê viya tirkan ra nehêlin. Lê şerf, namûs heysîyet bûye bpere. Ez bawer nakim tiştekî bi tirkan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE