22 februari 2020

Rastgoyî ji durûtiyê baştir e


Gerek meriv durûtiyê qebûl neke û rastgo be.

Di kultura me da merivên rîsipî, yên di salê min da her tim ya dilê xwe, tiştê rast dibîne nabêjin, fikrên xwe sansor dikin.

Kalekî 60, 70, 80 salî nabe wek xortekî çi difikire wiya bibêje.

Gava viya bike der û dor jê ra dibêjin tu rîsipî yî, ev gotin bi te nakeve, tu ne zarok î, ne xort î, dibê tu wek xortan nepeyive.


Em hemû zanin hin kurd bûne cahş, xayin, zilam û çekdarên tirkan, ereban û farisan.

Nuha ji bo ku ez kal im, ez 70 salî me ezê ji wan ra nebêjim cahş, û xayin?
Ez dibêjim sal, umir gerek meriv durû û sextekar neke. Heger şaşîtî be jî, şaşîtî ji durûtiyê gelkî baştir e.
XXX
Hezkirin, meraq destpêka fêrbûnê ye. Heta meriv meraq neke, nexwaze bibîne, nexwaze nas bike meriv fêr nabe.

Loma jî meriv ji çi hez bike wiya fêr dibe, dibe hevalê wê.
Hin kurd ji bindestiyê, ji xulamtiya tirkan hez dikin, loma jî dibin zilam û hevalbendên wan, dibin aqilmend û rêberên wan yên li Kurdistanê.

Bi baweriya min meriv heval û rêberên tirkan tu carî efû neke. Li her dera dinyayê û di hemû kulturan da karê herî pîs ku navê wê xiyanet e, hevalbendiya dijmin e, rêberiya hêzên dagirker e.

XXX
Îro 21ê sibatê roja Zimanê Dayikê yê Cîhanî ye. Gelek kurd vê rojê bi beyan û civînan pîroz dikin û balê dikşînin ser girîngiya zimanê dayikê.

Tiştên partiyên kurdan, ronakbîrên kurd îro li ser girîngiya zimanê dayikê, yanî li ser kurdî dibêjin, ev 40 sal in ez bi qîrîn û hawa dibêjim.

Tiştên kurd îro dibêjin heger 40 sal berê bigotana kurdî nediket vî halê komayê. Di şerê li dijî asîmîlasyonê da tiştê herî muhîm dibê kurd bi zarokên xwe ra û hev ra bi kurdî bibpeyivin û bi kurdî binivîsin, kurdî bikin zimanê malê û bazarê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE