22 februari 2020

Ramûsanên Arjen Arî li geliyekî veşartibûn

Arjen Arî


Ev çend roj in şiîrên Arjen Arî dixwînim. Li ber destê min in, her cara dilê min dilbijok dibe, doza tiştekî xweş li min dike, her şev berî raketinê çend şiîrên wî dixwînim, dil û hestên xwe nerm dikim û dû ra radikevim.

Çiqasî pir nivîsî ye, çiqasî xweş nivîsî ye, her ku meriv dixwîne bêtir dibe heyran. Şairekî pir berhemdar bûye û hewqasî jî mezin.

Ez sond dixwim Arjen Arî ji Ahmet Arîf û Nazim Hîkmet ne kêmtir e. 


Lê ji bo ku şairekî kurd û kurmanc e wek Nazim Hîkmet û Ahmet Arîf deng neda, di nav kurdan da nehat nas kirin.

Ez dibêjim belkî kurdên soran jî têra xwe Arjen Arî nas nakin. Bi qasî kurmanc Şêrko Bêkes, Abdula Paşew, Refîq Sabir nas dikin, soran Arjen Arî nas nakin. 

Ev texmîna min e, hêvî dikim şaş bim.

Ez nizanim, çend şiîr, çend dîwanên Arjen Arî bûne soranî?

Heger nebûne dibê hinek bi vî karî rabin.

Arjen Arî heger ji Şêrko Bêkes,  Abdula Paşew, Refîq Sabir ne mezintir be, ne kîmtir e.

Bi baweriya min hemû dîwanên wî yên ji alî Weşanên Sor ve hatin weşandin, li ser hev 8 cild in, dibê bibin soranî. 

Şiîrên wî transikrîbeyî herfên erebî bibin jî baş e, wê demê kurmancên başûr û rojava hemû kanin bixwînin.

Dibê hin kes Arjen Arî bi kurdên başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê bide naskirin.

Heger ev kar hatibe kirin pir baş e, tenê kêfxweş dibim.

“Pirs hene zanim
Kulîlkekê dirêjî min bik
te kulîlkek nebe, ramûsanekê
ramûsanekê
ji hinarkan
an
ji lêvên qeresîl
girtî me
li dûr
û hepsî
serdana min î û tut ê
û ramûsanekê nikanim bistînim
heyfa salan hiltênim
deyndara min be
û wer bihêle
hinarkên gewezîl
îleh, distînim
qîma xwe tênim, careke din
serdaneke dinhê bi rê neketî, hê li male-
bipêçe ramûsana
ji min ra, li destmalê
pirs hene xanim
û zanim Xurs vala ye
te saxtî dikin bi rê de
bindestî di gewriya te de ta ye
û li min jî bela ye
umreke, me da ye
evîneke
ma hewceyî şahida ye?”
Ji Dîwana “Ramûsan min veşartin li geliyekî.”


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE