27 december 2018

Tirkan kurdên Başûr û Rojava jî asîmlîe kirine


Abdulah Keskîn gotiye, ” çawa meriv kane li Almanyayê bêyî bi almanî bizanibe bi tirkî bijî, li Başûr û Rojava jî her wisa.”

Yanî li Başûr û li Rojava jî bêyî ku meriv bi kurdî bizanibe, bi tirkî kane her karê xwe bimeşîne û jiyana xwe bidomîne.

Ev jî tê maneya tirkan kurdên Başûr û Rojava jî wek yên Bakur asîmîle kirine. Ev nuxte hêjayî lêkolîneke sosyolojîk e. Miletek, dewletek çawa kane hemwelatiyên dewleteke din, gelê welatekî din asîmîle bike ?

Bi kinî tiştekî pir ecêb e, sosireteke mezin e !

Ez werim ser tespîta Abdulah Keskîn. Ez bi xwe ji gotina Abdulah Keskîn bawer dikim, Abdulah Keskîn hewante viya nabêje, bêbingeh napeyive.

Li ser Başûr hin muşahadeyên min jî hene. Lê vê dîtina Abdulah Keskîn ev baweriya min qewîtir kir.

Ez dixwazim li ser çima kurdên Başûr û Rojava hewqasî ji tirkî hez dikin ya jî çima hewqasî zû û rehet tirkî fêr dibin fikrê xwe bibêjim.

Em hemû zanin Tirk wek milet ji ereban û farisan bêtir ji kurdan nefret dikin. 

Li Ruyê dinyayê tu kîn û nefret bi qasî ku tirk ji kurdan dikin ne mezin e. Û kurdên Rojava û  Başûr viya baş zanin.

Ereb û faris ji bo ku kurd bi kurdî dipeyivin wan nakujin, lê tirk dikjin û heta nuha gelek kurd ji bo ku bi kurdî peyivîne kuştine.

Kurdên Başûr û Rojava viya zanin.

Tirkiye di her warî da û li her dera dinyayê ji Sûriyê, ji Îraqê û ji Îranê bêtir neyartiya kurdan dike.

Tirkiye wek dewlet li her dera dinyayê 24 saetan wer li pey kurda ye. 

Kurdên Başûr û Rojava viya baş zanin.

Yanî Tirkiye û tirk di warî da ji ereb û farisan û ji Îranê, Îraqê û Sûriyê bêtir dijminatiya kurdan dike.

Tirkiye hewqasî neyarê kurda ye dixwaze xerîteya Kurdistanê ji Googlê derxe.

Û kurdên Başûr û Rojava viya baş zanin.

Nuha ez fikrê xwe bibêjim. 

Bi baweriya min, ji bo ku tirk ji faris û ereban bêtir ji kurdan nefret dikin, ji wan bêtir zulmê li kurdan dikin, lema kurdên Başûr û Rojava tirkî fêr dibin.

Ji bo ku kurdên Rojava û Başûr ji faris û ji ereban bêtir ji tirkan ditirsin, lema ji tirkî hez dikin û zû fêr din.

Nuxteyeke din ya muhîm, kurdên Başûr û Rojava li hemberî tirkan xwe biçûk û wan jî mezin dibînin, lema jî li gorî erebî û farisî, tirkî zûtir fêr dibin. Gava meriv miletek di ser xwe ra dît, zimanê wî miletî jî di ser zimanê xwe ra dibîne û fêr dibe. 

Kurdên Başûr û Rojava(helbet ne hemû, lê bi piranî) ji Tirkiyê û ji tirkî hez dikin ji bo wê jî tirkî fêr dibin û tirkek kane li Başûr û Rojava bêyî ku bi kurdî bizanibe bijî.

Esas meriv ji yekî bitirse jê hez nake, lê ev dîtin ji bo piraniya kurdên Başûr û Rojava ne rast e, ew heyranê Tirkiyê û tirkan e û lema jî tirkî fêr dibin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE