28 december 2018

Robozikê, em te ji bîr nakin !



Balafirên dewleta dagirker ya tirk 7 sal berê roja 28ê çeleyê pêşîn(28/12-11) li gundê Robozikê di dilê miletê kurd da birînek pir kûr vekir. 

Qetlîama Robozikê bi hemû dîmenên xwe ve, bi laşên perçebûyî, bi bedenên li qantiran pêçayî hîn li ber çavên me ne, emê tu carî vê qetlîamê ji bîr nekin û rojekê miheqeq ji qatil û berpirsiyaran hesab bipirsin.


XXX
Di van çend salên dawî da me dost û dijminên xwe baştir nas kirin, maskeyên dijminên me ketin û me ruyên wan yên rastîn dîtin. 

Û di eynî wextê da jî xayin û cahşên nava me, destikên dijminan jî eşkere bûn.

Heta berî çend salan jî kê zanîbû di nava kurdên bakur, başûr û rojava da hewqas zilamên tirkan hene?

Di şerê Sûriyê da û bi xêra TRTkurdî bi sedan xwefiroşên zilamên tirkan deşîfre bûn, derketin ortê.
Ev jî kara zulma me dîtiye.

XXX
Googlê li ser daxwaza Tirkiyê xerîteya/nexşeya Kurdistanê ji mapa xwe derxistiye, bakurê Kurdistanê, yanî perçê di binê destê Tirkiyê da ye nîşan nade.

Li hemberî vê teslîmîyeta Googlê em kurd, rêxistin û partiyên kurd kanin çi bikin, çi maf û îmkanên me heye?

Gelo tu mafekî me yê huqûqî tuneye?

Dîspora kurd, komele û federasyonên kurd yên li Ewrûpayê gelo li hemberî Googlê nikanin tiştekî bikin?

Bi baweriya min li hemberî vê zorbatî û irqçîtiya Tirkiyê û teslîmîyeta Googlê dibê em bêdeng nemînin û tevgerek "Xerîteya Kurdistanê" organîze bikin.

Kesên di vî warî da zane ne bira pêşengiyê bikin û li hemberî Googlê tevgereke protestoyê bidin destpêkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE