Do bi şev sê cahş û xayinên bi navên Abdilbari Osman, Mistefa Misto û Ahmet Qasim di TRTkurdî da bi heraret, bi ruh û can dixwestin Tirkiye welatê wan, rojavayê Kurdistanê dagir bike û PYDê ji wir derxe, yanî bi hezaran kurdan qir bike.
Heta cenga/şerê Sûriyê dest pê nekiribû min nizanîbû di nava kurdên binê xetê(binxetê)da hewqas xwefiroş û xayin hene û hewqasî vekirî destegê didin dagirkerina welatê xwe.
Lê nuha ez dibînim heft xwezî bi yên me, ew ji xayinên me him pirtir in û him jî pîstir û xayintir in. Ji rojava bi sedan kesên wek Mistefa Misto, Abdilbarî Osman, Ahmet Qasim, Evdilezîz Temo, Azad Osman û gelekên din bûne xulam û sîxurên Tirkiyê û bi ruh û can piştgiriyê didin êrîş û dagerkeriyê Tirkiyê.
Bi meriv ra piçek heysîyet hebeû, meriv çiqasî li dijî PYDê be jî merv nabêje bira artêşa welatekî xerîb were welatê meriv, gund û bajarên meriv dagir bike û birayên meriv, xizmê meriv bikuje.
Û bêyî ku şerm bikin digotin ”ji beyanên Erdogan jî diyar dibe ew îtîrafê bi mafê kurdan dike.”
Heger Efrîn ne li ber çavên me bûya, heger me her roj li beyanên Erdogan yên antî-kurd guhdarî nekira, heger me zulma li ser kurdên bakur nedîta, heger me dijminatiya Tirkiyê ya li hemberî referandûma kurdên başûr nedîta me yê ji virên van xulamên tirkan bawer bikira.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar