23 augusti 2017

Tu miletekî din bi qasî kurdan ji neyarê xwe hez nake

Miletek ji qewmê meriv nefret bike û di her fersendê da vê kîn û nefreta xwe bide der û carnan jî însanên meriv lînc bike.
Dewletek hebûna meriv nas neke, zulmeke dûrî aqilan li gelê meriv bike.
Serok û berpirsiyarên vê dewleta irqçî û faşîst her roj neyartiya xwe li hemberî qewmê meriv dubare bikin, bibêjin emê tu carî nehêlin kurd ji bindestiyê derkevin û bibin xwedî dewlet, emê tu carî nehêlin Kurdistan çê bibe û gelek tiştên din bibêjin…
Her roj heqaret û çavsoriyên mezin li meriv bikin, wek turîstekî kurd meriv ji Ewrûpayê naçe welatekî wiha…
Ez hin serdan û ziyaretên malbatî, yên mecbûrî derî vê rexneyê dihêlim. Hin kes diçin malbatên xwe, xweng û birayên xwe dibînin, ev tiştekî din e. Tu gotineke min ji çûn û serdanên wiha ra tuneye.
Gazin û rexneya min ji bo kesên ji Ewrûpayê wek turîst, tenê ji bo gerr û kêfê diçin Tirkiyê ye. Gava siyasetmedarek, nivîskarekî kurd, ji kîjan beşî dibe bira bibe ji welatekî Ewrûpayê lêxe here Tirkiyê û tahtîla xwe li wir derbas bike ez dibêjim qet ne rast e.
Ez bi xwe vê yekê rast nabînim. Dibê meriv here welatekî din.
Em ji ewrûpiyan ra dibêjin neçin Tirkiyê, bi perê xwe terora li hemberî kurdan tê meşandin fînanse nekin, bi çûna xwe piştgiriyê nedin vê rejîma zalim û faşîst.
Kurdistan buhuşt be jî tirkek ji Ewrûpayê lênaxe naçe Kurdistanê û nava kurdan…
Lê bi hezaran kurd ji Ewrûpayê wek turîst bi dilxweşî diçin Tirkiyê.
Û baş zanin gava ji tirkekî ra bibêjin em kurd in, ji Kurdistanê ne, yê tirk ewê pir aciz bibe û jê ra bibêje Kurdistan tuneye, hela nîşanî min bide Kurdistan li ku ye?
Bi baweriya min wek kurdê siyasî, têgihîştî meriv naçe welatekî miletê wî ji qewmê meriv nefret bike.
Li dinyayê bi sedan welatên ji tirkiyê xweştir hene…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE