22 augusti 2017

Li Tirkiyê tirs kultureke civakî ye




Li Tirkiyê û li Kurdistanê ji serokkomar bigre heta bi hemwelatiyekî normal, tu kes xwe di nava ewlehiyê da, yanî di emniyetê da his nake, her kes ji ruhê xwe ditirse.
Tu kes ji sibeha xwe, ji pêşeroja xwe ne ewle ye, ne emîn e. Tirs li Tirkiyê kultureke civakî ye. Her kes bi hawakî ji her kesî ditirse.
Tirsa dewletê û hukûmetê wek kabûsekî ketiye ser dilê milet.
Wek hemû welatên Rojava, welatên azadî û demokrasî lê tuneye, welatên kultura tirsê û tirsandinê lê ser dest e, li Tirkiyê jî dewletê, îktîdara li ser hukim tirs xistiye  dilê her kesî.
Ji xwe kultura me kultura tirsê ye, meriv ji dewletê û ji yê xurt ditirse…
Li welatên Rojhilat tirs kultureke civakî ye, di kultura tirsê da însan ne azad e, ferd tuneye, têkiliya merivên wek hev tuneye.
Sîstema mezin û biçûk, xurt û zeîf, yê li jor û yê li jêr, yê serdest û yê bindest heye.
Ne resmî û bi qanûnan be li Tirkiyê jî hema hema sîstemeke, kultureke ”kastê” wek ya Hidistanê heye.
Her kes kerhen û cebren vê sîstema xurt û zeîf, jor û jêr, mezin û biçûk qebûl dike û li gorê dipeyive û li gorê hereket dike.
Lema Erdogan her tim dibêje ”lawo tu kî yî, heddê xwe bizanibe !”, filan û bîvan…
Yanî ez mezin im, ez xurt im û tu jî bindest î, di warê siysî û aborî da tu ji min qelstir î, di bin min ra yî, lema jî gerek tu li hemberî min ranebî û tim bi hurmet navê min bigrî devê xwe.
Erdogan tenê wiha nake, sîtem ev e, kultura Rojhilat ev e. Kultura tirsê ye.
Yê xurt û serdest, yê zeîf û bindest ditirsîne, tim tirsê dixe dilê wî…
Hemû xurt û serdest ji zeîf û bindestan hurmetê û serîtewandinê dipên.
Çimkî di kultura tirsê da yê xurt, yê li jor bi heq e.
Û her kes jî viya wer qebûl dike, normal dibîne.
Lê di kultura Rojava da yê xurt ne bi heq e,  yê bi heq xurt e.
Heqî û neheqî ne girêdayî xurtî û nexurtiyê ye, heger tu bi heq bî, heq li ba te be tu xurt î.
Îro li Tirkiyê, li Kurdistanê tu çiqasî bi heq be jî heger tu ne merivê îktîdarê bî tu zeîf û bêkes î û bêpişt î.
Dewlet, hukûmet her tim kane te bigre, zindan bike, dest deyne ser hemû mal  milkê te û te tî û birçî bera çolê bide.
Û kes jî nikane li hemberî xwediyên vê neheqiyê rabe û bibêje ev neheqî ye, ev zulm  e !
Gava bibêje ewê jî avûav here, tiştê anîne serê te, ewê heft qatê wî bînin serê wî.
Li Tirkiyê, di kultura tirkan da dewlet xwediyê însên e.
Li Ewrûpayê belovacî wê ye, însan xwediyê dewletê ye.
Di kultura Rojhilat da ferd zeîf e, tuneye, aîdîyet heye. Meriv mensûbê derekê ye.
Li Rojava ferd, şex xurt e, aîdîyet tuneye. Yê bi heq xurt e.
Li Tirkiyê yê xurt bi heq e, yê bi heq jî zeîf û bi hêz e.
Li Tirkiyê gava tirkek mafê kurdan biparêze û qala bi heqiya kurdan bike, di çavê dewletê û tirkan da ew xayin e.
Li Xerbê ev mafê wî ye, azadiyeke wî ya ferdî ye.
Însan rexne dikin, lê belê kes nabêje tu xayin e û dewlet jî wan bi alîkariya terorê cûcdar nake û navêje zindanê.
Lema jî li her welatê Ewrûpa bi hezaran însan piştgiriyê didin xerîb û koçberan û misilmanan.
Lê li Tirkiyê dewlet jî û milet jî kesê piştgiriyê dide kurdan ya jî du gotinên humanîst di heqê wan da gotibe bi îxanetê sûcdar dike.
Û ev yek jî dibe sebebê peydabûna kultura tirsê. Her kesji her kesî ditirse, hesaba jê dike.
Lê tirsa îro li Tirkiyê û li Kurdistanê heye tirseke pir mezin e, tu demê xwdiyên îktîdarê tirseke hewqasî mezin nexistin dilê însanan.
Gelek kes dibêjin heft xwezî bi dema cûnta Kenan Evren, wê demê jî însan nebûn şahidê zulm û teroreke hewqasî mezin…
Lê yên vê tirsê dixin dilê milet bi xwe pir ditirsin û ji tirsa dilê xwe xelkê ditirsînin.
Tirsê, zulmê, terorê tu îktîdar ebedî nekiriye û ewê umrê vê îktîdarê jî dirêj neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE