21 augusti 2017

Tirkiye û Îran bi hev ra li hemberî kurdan ketin hereketê

Van rojên dawî di warê leşkerî da di nava Tirkiyê û Îranê da trafîqeke bi întensîv heye.
Di 21ê mehê da serfermandarê Îranê Muhemed Baqirî li Tirkiyê bû. Baqirî bi serfermandarê tirk Hulusî Akar û Erdogan û berpirsiyarên hukûmetê û yên leşkerî yên din ra civiya.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro berî here Urdunê di preskonferensekê da got li ser operasyoneke mişterek ya li hemberî PKKê wan û Îranê li hev kiriye.
Di dema serdana Muhemed Baqirî da hatibû îdîakirin serfermandarê Tirkiyê Hulûsî Akar ji Baqirî ra pêşniyar kiriye Tirkiye û Îran li Qendîlê û li Şingalê li dijî PKKê operasyonên hevbeş bikin.
Ji van gotinên Erdogan meriv wer fêm dike xebera Îran û Tirkiye dikin bi hev ra êrîşî PKKê bikin ne bêbingeh bûye.
Helbet li ser êrîşa ser PKKê tenê nepeyivîne, dixwazin li dijî referandûma serxwebûnê jî siyaseteke mişterek bimeşînin. Û ji xwe Baqirî qala vê yekê kiriye.
Lê bi qasî xuya dike Tirkiyê û Îranê li ser êrîşeke mişterek ya li hemberî PKKê li hev kirine ya jî di vî warî da xebatên wan didomin.
Û li dijî referandûmê û daxwaza kurdan ya serxwebûnê jî dixwazin bi hev ra hereket bikin.
Îcar ji bo êrîşeke ser Qendîl û Şingalê ya Îran û Tirkiyê ya mişterek dibê destûra Îraqê û heta derekê ya hukûmeta Kurdistanê jî were girtin.
Çimkî ”opereasyona” Erdogan qal dike êrîşeke leşkerî ya ji reşayiyê ye. Ji bo îşaxeleke wiha Bexda û kurd ewê çi bibêjin?
Li gorî xebera Rûdawê di nava heftê da wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ewê here Bexdayê û Hewlêrê.
Ev jî pir muhîm e.
Ev trafîqa di nabêna Tirkiyê, Îranê û Îraqê da îşareta êrîşekê ye.
Li alî din wezîrê parastinê yê Emerîka James Mattis jî îro çû Urdunê û ji wir jî ewê here Tirkiyê.
Ev ziyareta James Mattis jî gelkî muhîm e, miheqeq sebeb û mijara vê gerra Mattis ya Tirkiyê jî Kurdistana rojava, PYD û PKK ye.
Dostayî û trafîqa nabêna Tirkiyê û Îranê qet ne ji xêrê ra ye, Tirkiye her gav û saet amade ye ji reşayiyê êrîşekê bibe ser Qendîlê, Şingalê û Efrînê. Bi dil û can viya dixwaze. Heger Îran jî piştgiriyê bide vê êrîşa Tirkiyê, Tirkiye ji do da amede ye.
Yanî rojên pêş kanin gelek bûyerên mezin biqewimin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE