10 november 2016

Li ser nasnameya Emre Taner



Dibêjin serokê MITa tirk ((Teşkîlata Îstîxbarata Millî) yê nuha Hakan Fîdan kurd e, ez bi viya zanim, lê min nizanîbû yê berî wî, Emre Taner jî ”kurd e”, ji Diyarbekrê ye.*
Ez nuha fêr bûm serokê MITê yê berê Emre Taner jî kurd e, kurdekî ji Diyarbekrê ji qeza Licê ye.
Gava di Vîkîpedîayê da ez kurdbûna Emre Tane fêr bûm devê min ji hev çû. Heta nuha min nizanîbû, nebihêstibû û li tu derê jî nexwendibû ku Emre Taner kurd e.
Gelek hevalên min ên licî hene, min tu carî ji devê yekî nebihîst Emre Taner kurdekî ji Licê ye.
Geleo her kesî zanîbû min tenê nizanîbû?
Ez bawer nakim kurdbûna Emre Taner wek ya Hakan Fîdan dihat zanîn.
Emre Taner, di nabêna salên 2005-2010a da Musteşarê MITê(Teşkîlata Îstîxbarata Millî ya Tirkiyê)bûye.
Yanî kurdekî serokatiya MITê dewrî kurdekî din kiriye.
Pir ecêb e, pir xerîb e.
Hêjayî lêkolînê ye.
Dibê hinek li ser vê yekê bisekinin.
Dewlet çima du kurdan li pey hev dike serokê MITê?
Çima du kurd li pey hev kanin serokatiya MITê qebûl bikin, tiştê vê wezîfeya bêşeref bi kurdan dide qebûlkirin çi ye?
Miheqeq nuha bi sedan kurdên din jî di MITê da, di meqamên gelkî muhîm da ne, haya me jê tuneye.
Ya muhîm dewlet çima bi kurdan hewqasî bawer e û çima kane hewqasî bewer be?
Çima dewlet ne tirkekî lê du kurdan li pey hev dike serokê dezgeha xwe ya herî muhîm, serokê MITê?
Çimkî natirse.
Çimkî baweriya dewletê sedîsed bi yê kurd tê, zane xayinekî saxlem e, ebeden bi xwediyê xwe ra îxanetê nake.
Tenê bi gelê xwe ra dike.
Heger tirk sedîsed baweriyê bi Taner Emre û Hakan Fîdan neynin wan nakin
serokê teşkîlata îstîxbarata welatê xwe.
Lema jî kurdekî pir rehet dikin serokê dezgeha dewletê ya herî muhîm, serokê MITê.
Ev pir muhîm e.
Maneya xwe tirk sedîsed bawer in van herdu kesan(Taner û Fîdan) bi dewleta tirk ra, bi tirkan ra ebeden îxanetê nakin.
Tiştê vê baweriyê dide dewletê çi ye?
Ya jî tiştê kurdekî hewqasî dike merivekî dewletê yê sadiq û pêbawer çi ye?
Bi baweriya min ev, baweriya dewletê ya bi xwe û segîtiya yê kurd nîşan dide.
Nîşan dide ku dewletê ruh û hestê kurdayetiyê li ba gelek merivên kurd ji bin da kuştiye, îhtîmala îxaneta bi dewletê ra daxistiye binê sifirê.
Gelo mimkûn e dewleta Îsraîl erebekî, filistîniyekî bike serokê MOSSADê?
Ez bawer nakim.
Û ji xwe ereb û filistîniyekî vî meqamê herî bêşeref qebûl bike jî ne mimkûn e.
Lê di nava kurdan da talibên vî meqamê zîrweya xayintiyê bi hezaran hene û xwe venaşêrin jî.
Bala min lêye kurd tenê qala îfadeya Emre Taner ya daye Komîsyona Meclîsê û gotinên wî yên li ser KCKê muhîm dibînin û wê minaqaşe dikin.
Lê min nedîtiye kesî gotibe yaho çawa dibe Emre Taner jî kurd e çima du kurd li pey hev dibin serokên MITê û çima me ev yek nizanîbû?
Emre Taner di sala 1994a da, yanî dema fermana kurdan rakirin, 40 hezar kurd kuştin û cenazeyên wan jî nedan malbatên wan, bûye alîkarê serokê MITê û di sala 2005a da jî terfî kiriye û îcar bûye serokê MITê û ev karê xwe jî tam 5 salan domandiye.
Ez dibêjim ewê miheqeq bi kurdî zanibe.
Erê dibêje ew ji Diyarbekrê, ji Licê ye, lê gelo bi rastî kurd e, tirk e, ermenî ye ya jî ji miletekî din e?
Ev jî nayê zanîn.
Dibê partiyên kurd, siyasetmedarên kurd ev jî bizanîbûna.
Ez bi xwe vê nezanînê wek kêmasiyeke mezin ya kurdan dibînim.
Dibe ku hin kurd zanin Emre Taner kurd e, lê ne her kes, wek Hakan Fîdan nayê zanîn.
Navê wî jî bi min hinekî ecêb hat, ”Emre Taner”!
Emre Taner di sala 1942a da hatiye dinê û navê wî Emre ye.
Kurdekî di sala 1942a da li Licê ya jî li Diyarbekrê were dinê û navê wî Emre lêkin, bi min hinekî xerîb tê.
Geleo navê xwe guhertiye?
Ji Licê ji kîjan malabtê ye, merivên kî ne?
Heger ji Licê be miheqeq nuha hin kes wî û malbata wî nas dikin.
Netîce dewleta tirk em pir perîşan kirine, bi hezaran kurd kirine sîxurên xwe haya me ji me tuneye.
Û em van sîxurên dewletê, van xayinên qewmê xwe baş nas jî nakin. Ev, kêmasiyeke pir mezin e.

NOT:
*Min li gelek çavkaniyan mêze kir, di heqê kurdbûna Emre Taner da tiştekî zelal tuneye. Bi qasî xuya dike bavê wî mamûr bûye û li Diyarbekrê hatiye dinê.
Yanî Emre Taner ne kurd e,  bi eslê xwe tirk e, tenê li Diyarbekrê hatiye dinê.

XXX


Xwediyê Tirkiyê û bavê tirkan yê nuh Recep Tayyip Erdogan, li ser girtina mebûsên HDPê ne bi zimanekî dîplomatîk û siyasî, wek qebedayî û efeyekî peyivîye.û gotiye we meydan ji min ra xwend, hûnê bedelê wê bidin.
Erdogan eynen wiha gotiye:
”Mêrikan ketin meclîsê dewletê bêminet dikin. Piştî parêzbendiya(dokunulmazlik, masûnîyeta)te rabû tu hemwelatiyekî normal î, tu yê hesabê xwe bidî. Gava te neda, tu yê bedelê wê bidî. We meydan xwend, we got PKK, PYD, YPG li pişt me ye, bira werin we xelas bikin. Li pişt me rêxistinên terorê tunene, heq heye, gel heye…”
Wek tê dîtin mêrik êdî venaşêre, dewletê, dadgehan wek ya şexsê xwe dibîne, kî bêemriya wî bike, kî li hemberî wî rabe hesab jê dipirse û bedelekî pê dide dayin.

Texmîna min rast derket

Min tim digot Trump ewê qezenc bike, texmîna min rast derket.
Wek şexs tu carî kêfa min ji Donal Trump ra nehat, bi min ji siyasetmedarekî bêtir wek komedîyenekî dihat.
Lê bi wendakirina Hillary Clintonê kêfa min hat. Clinton wek dosta Tirkyê tê naskirin û tirkan jî dixwest ew qezenc bike.
Lê ez nizanim Trumpê ji bo kurdan baş be ya na. Bes tiştê Trump gotiye, ewê şerê hêzên îslamî bike. Ev jî di lehê kurdan da ye. Yên îro êrîşî kurdan dikin hêzên îslamî ne.

09 november 2016

Tirkiye ev 53 sal in li ber deriyê Yekîtiya Ewrûpayê dipê

Çîroka endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê di sala 1963a da bi îmzekirina Peymana Anqerê dest pê kir.
Yanî ev 53 sal in ji bo endametiyê Tirkiye li ber deriyê Yekîtiya Ewrûpayê di dorê da ye.
Lê hîn jî dor nehatiyê.
Û 53 salên din jî bipê ewê dor neyê…
Sebebê vê payina dûr û dirêj ya dûrî aqilan mesela kurd e. Heger tirkan mefê kurdan bidana ji zû da bûbûn endam.

08 november 2016

Piştî zivistanê buhar tê...



Li Stockholma xopan zivistan e, di pacê ra li hewşê dinêrim, berfeke hûr hûr dibare, her der spî boz bûye.
Derî vedikim, li derve bêdengiyeke mezin û melûl heye. Peşkên berfê li hewa li bin guhên hev dikevin û tên xwar.
Bayekî dar tê, hawîrdor kerr û lal e.
Zivistan destpêka berî buharê ye, ne zivistan be em buharê nabînin.
Zivistana destpêka berî buharê, tu xêr hatî.
Nuha li me kurdan ji demsalan zivistan e, sar û seqem e, li çiya û zozanên Kurdistanê berf û bager e.
Pêşmerge û gerîlayên kurd di gelek sengeran da welatê xwe, namûsa xwe diparêzin, li hemberî terorîstên îslamî, ereb û tirk şerekî mêrane dikin.
Lê buhar nêzîk e, piştî çend mehan emê zivistanê li pey xwe bihêlin û xêrhatinê bidin buhara rengîn.
Tiştê meriv dibe zaferê bawerî, hêvî û micadele ye.
Kurd îro ji her demê bêtir baweriya wan bi serketinê, bi dîtina buharê heye û di vî warî da ne bêhêvî ne.
Gerîla û pêşmergeyên qehreman li seranserê Kurdistanê bi mêranî û egîdiyeke dinya kiriye heyranê xwe li hemberî hêzeke herî hov û dirinde şerekî man û nemanê dikin.


Baweriya me qewî,
dilê me mişt hêvî,
piştî zivistanê buhar e,
hindik ma, ew roj ne dûr e.

XXX
-Hesin tê tawê/qiwamê komir diqede
aqil tê serî umir diqede...

Partiya Komunîst ya Îspanya: ”Tirkiye faşîstên Daîşê çekdar dike û ji HDPê ra dibêje terorîst”!




Partiya Komunîst ya Îspanyayê(PKÎ) li dijî êrîş û terora dewleta tirk ya li hemberî kurdan beyanek belav kiriye. Partiya Komunîst ya Îspanyayê di beyana xwe da gotiye:
”Tirkiye çeteyên faşîst yên Daîşê û El Qaîdeyê çekdar dike û ji HDPê ra jî dibêje terorîst. Hukûmeta Tirkiyê bûye dîktatoriyeke faşîst.”
Heta salek berê jî ne wiha bû, lê nuha medyaya Ewrûpa, hemû partî, hêz û hukûmetên Ewrûp, şexsiyetên demokrat, rojnameyên cidî, Erdogan wek dîktatorekî pir tahlûke û îktîdara AKPê jî wek rejîmeke irqçî û faşîst, rejîmeke ji bo Ewrûpayê jî xeter dibînin.
Rejîmeke ku bi koçberan Ewrûpayê tehdît dike, ji Ewrûpayê xûgê dixwaze.
Û li alî din sempatiya li hemberî kurdan jî roj bi roj zêde dibe. Yanî heger kurd siyaseteke jîrane bimeşînin li Ewrûpayê hewa di lehê wan da ye.
Lê helbet Erdogan guh nade rexneyên kesî û ewê tu carî jî guh  nedê. Heta her ku here ewê têkiliyê Tirkiyê bi Ewrûpa û bi Emerîkayê ra xerabtir bibe. Û xwe nêzî Rûsyayê bike.
Ji xwe Erdogan her roj êrîşî Emerîka û Ewrûpayê dike û dibêje ”em dibînin hûn çi dikin, edresên we hemûyan em zanin…”
Rûsya ji bo ku Erdogan bikşîne ba xwe, tiştên tam li gorî dilê wî dibêje, rojê merivekî Pûtîn Erdogan bi asîmanan dixe, Emerîk û Ewrûpayê wek dijminên Tirkiyê nîşan didin.
Rûs zanin tirk aqilsivik in, zû hol dibin, ji pesn û şabaşên wiha pir hez dikin. Lema jî stratejîstê rûs Alexandr Dugin, gotinên tam jî tirk dixwazin bibihîzin di civîna AKPê da gotiye.
Rûsya wek dostê tirkan û Emerîka û Ewrûpayê jî wek hêzên dijmin, wek hêzên dixwazin Tirkiyê perçe bikin nîşan daye. Ji van gotinên Dugîn ra kêfa tirkan gelkî hatiye.
Hêvî dikim Tirkiye bi rastî jî bibe mitefikê stratejîk yê Rûsyayê û ji NATO  derkeve. Bi kêmanî vê siyaseta anîtî-Emerîkanû û antî Ewrûpa bidomîne û xwe nêzî Rûsyayê bike.
Ez bawer dikim Erdogan ewê roj bi roj ji Ewrûpa îzole bibe û xwe nêzî Rûsyayê bike. Ya na nikane vê rejîma faşîst bidomîne.

07 november 2016

Çima ne hûn lê gelê biryarê bide?



Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen gotiye, ”di meclîsê da mayin û nemayina wan gel ewê biryarê bide.”
Yanî heger ”gel” bibêje di meclîsê da bimînin, piştî vê zulmê jî ewê ji meclîsê venekşin.
Û na heger gel bibêje ”dev ji meclîsê berdin”, ewê jê vekşin.
Axir ”gel” çi bibêje ewê wê daxwazê bi cî bînin…
Ev avêtina topê ji tacê da ye, nîşana bêbiryariyê ye.
Çima gel ewê biryarê bide?
Gel hûn hilbijartin, kirin nûnerên xwe. Piştî wê dibê hûn wek partî, wek parlamenter xwedî îrade bin û siyaseta xwe bi xwe tanzîm bikin.
Nuha hûn wek HDP hîn jî mayina di meclîsa tirk ya faşîst û antî-kurd da rast dibînin ya na?
Carê vê şêla xwe, vê biryara xwe eşkere bikin, wek partî hûn çi difikrin, raya we çi ye?
Ji bo ku em jî û gel jî bizanibe di vî warî da hûn çi difikirin?
Dibê nuha rayeke we, fikrekî we hebe.
Dev ji van taktîkan berdin û gel nekin şirîkê siyaseta xwe ya tirkîyewî.
Em ferz bikin hûn wek partî vekişandina ji meclîsê rast dibînin, lê di netîceya ankêt û hevdîtinan da piraniya ”gel” ev biryara we şaş dît û xwest hûn nîvî di hefsê da û nîvî jî di meclîsê da bimînin.
Ma hûnê qebûl bikin?
Ya jî eksê wê.
Ya din meselên wiha pirsîna ji gel rast e?
Gel her tim biryara rast dide?
Heger biryara gel her tim rast be emê AKPê û MHPê çawa îzah bikin, emê piştgiriya Erdogan çawa îzah bikin?
Bi baweriya min argumenta ”gel çi bibêje” emê wer bikin ne rast e û ne argumenteke cidî ye.
Çavqurçkirina bi hukûmetê û Erdgoan ra ye.
Bêqerarî ye.
Mayina di orta Xelîl û Celîl da ye…
Ma heta nuha tiştê we kir, siyaseta we meşand, we ji gel pirsî?
Na, we tu carî şêwra xwe bi ”gel” nexwest.
We wek partî we çi rast û çi xwar dît, we ew kir.
Û ji xwe ya rast jî ev e.
Bi baweriya min ji zû da ye tu sebeb nemaye kurd di meclîsa tirk ya nîjadperest û antî-kurd da bimînin.
Bêyî demagojiya emê ji gel bipirsin, gel çi bibêje emê wê bikin, dibê HDP dev ji meclîsa tirk berde û careke din jî neçe meclîsê.
Piştî hewqas serpêharî û tecrûbe mayina di meclîsa tirk da tiştekî vala û pir bêmane û bêfeyde ye?
Nuha hûn bi qedrê xwedê dikin, hebûna HDPê û çend parlamenterên kurd çi feyde gîhandiye kurdan?
Hêviya ji HDPê û ji çûna meclîsê dihat kirin, hatiye cî, rast derketiye?
Ka çi îmkan qezenceke konkret ji kurdan ra, ji bo çareseriya mesela kurd bi xwe ra aniye?
Bêyî zulm, lêdan û heqareta li mebûsên HDPê, bêyî guhdarîkirina li heqaretên tirkan, min tu feydeyeke hebûna di meclîsê tirk da nedîtiye?
Lê ev nebes bû, nuha di ser da nîvî xistine zindanê, hinek bi çolan xistine û yên mayî jî dixwazin bi tehdîda girtin û zindankirinê baş terbiye û çavtirsiyayî bikin.
Ez bawer nakim çûna meclîsa tirk ya faşîst û antî-kurd hêjayî vî bedelê giran be…
Nalet li meclîsa wan were, bêyî pirsîna ji filan û bîvan dev jê berdin. Hêviyek ji HDPê û ji çûna meclîsê dihat kirin, derket ortê ku ew hêvî şaş û bêbingeh bûye.
Tirk hîn ne hazir in kurdan nas bikin û mafê wan yên netewî bidin. Çêkirina partiya Tirkiyê jî ev şêla tirkan ya înkarê neguhert.
Yanî siyaseta partiya Tirkiyê, cumhûriyeta demokratîk, ”welatê mişterek”, demokratîkkirina Tirkiyê halîhazir xeyalekî vala ye.
Tirk hîn ne hazir in dev ji siyaseta xwe ya “yek milet, yek dewlet, yek al, yek meclîs, yek ziman” berdin.
Hûn kîjan paritê çêkin jî pere nake.
Lema jî ka werin siyaseteke kurd û Kurdistanî bidin ber xwe, partiyeke kurd û Kurdistanê çêkin.
Hûn çi tawîzê bidin jî hûn nikanin qûna dewleta tirk ya irqçî, faşîst û antî kurd rast bikin.
Rast nabe, xwar çê bûye.
Ka werin xwe bi guhertina Tirkyê ra zêde newestînin, heyfa ked û xebata we ye, heyfa bedelê hûn û gelê we dide…



Emerîka û PYDê wezîfa "taqîbata ji nêz ve" dane Tirkiyê



Tirkan sebebê navê, nazîreya "Xezeba Ferêt" jî meraq kirine, gotine ”çima navê operasyona rizgarkirina Reqayê kirne ”XEZEBA FERÊT”?

Berpirsiyar û leşkerên tirk gotine ”ew operasyona Reqayê, Xezeba Ferêt” ji nêz ve taqîb dikin.
Bikin, baş taqîb bikin…
Xweş taqîb bikin.
Ji nêz ve taqîb bikin, ji dûr ve taqîb bikin.
Ji kêlekê ve jî taqîb bikin.
Taqîbata ji hewa Emerîka û Rûsya nahêle, Xwedê nehêle…
Lê taqîbata ji nêz, ji dûr û kêlekê ve têra we dike…
Taqîbat karekî ne xerab e, meriv dibîne xelk çi dike û çawa şer dike...
Ji bo ku general û leşkerên tirk bêkar nemînin û bi tiştekî mujûl bibin, emerîkiyan û YPGê û YPJê wezîfa taqîbatê daye Tirkiyê.
Bi baweriyamin baş e, biaqilî kirine.
Ji bo ku birêz Erdogan ji muxtarên xwe ra bibêje ew vala nesekinîne, ew di taqîbata PYGê û YPJê da ne.
Bi baweriya min kar û wezîfeyeke pir maqûl ji tirkan ra dîtine, ew ji vî karî pir baş fêm dikin, bira ji nêz ve taqîb bikin.
Ev 90 sal in dewleta tirk bi hemû hêz û dezgehên ve wek kûçikên nêçîrê û narkotîkê kurdan taqîb dikin, bi şev û roj wer li pey şopa kurdan e.
Lema jî wezîfa taqîbkirinê tam wezîfeyeke li gorî tirka ye, bira taqîb bikin, ji nêz, ji dûr ferq nake, bira taqîb bikin, bira xwe bi tiştekî bibilînin…
Li alî din navê, nazîreya ”Xezeba Ferêt” jî bala tirkan kişandiye, gotine gelo ev nav ji qayiş û qereza navê ”Mertala Ferêt” ra li operasyona Reqayê kirine?
Ji meraqê xwe pirsîn e, gotine, gelo Emerîka û kurd bi navê ”Xezeba Ferêt” dixwazin mesajekê bidin Tirkiyê û heger wisa be, ev mesaj çi ye?
Tobe tobe!
Ev çi pirs e yaho?
Kî diwêre berberyeke wiha bi we ra bike û mesajan bide we?
Qey tesaduf e lo.
Lawo ma hûn korfahm in, ma hûn rentele ne?
Kurro ehmeqno, ma hewce ye hûn bibêjin ”çima” navê “Xezeba Ferêt” lê kirine û bi vî navî dixwazin çi mesajê bidin?
De xwe xam nekin û dev ji fêlbaziyê berdin, hûn zanin çi mesaj dane we…
We çi mesaj heq kiribû eynî ew mesaj dane we…
Hema hûn çi mesajê fêm dikin eynî xwestine wê mesaj bidin we …
Lê bi ya min serê xwe zêde bi pirsên wiha mezin mijûl nekin, ji we ra taqîbata xwe bidomînin…
Û him jî ji nêz ve taqîb bikin, wek hûn li Mûsilê jî dikin…
Ji bo we karê herî bi îsabet û bi xêr taqîbata kurda ye…



06 november 2016

Li hemberî ”Mertala Ferêt”, kurdan û Emerîkayê bi hev ra operasyona ”XEZEBA FERÊT” dan destpêkirin

Yaho ev kurd û Emerîka jî pir zalim in, piçek aqilê di serê tirkan da maye dixwazin wî jî ji serê wan bibin û feqîran wek dîn û haran berra çolê bidin..
Tirkiyê navê operasyona/îşxala xwe ya Cerablûsê kiribû ”Mertala Ferêt”, Emerîkayê, HSDê û YPGê jî navê operasyona Reqayê kirine ”Xezeba Ferêt” !
Yasitar, îcar ”Xezeba Ferêt ” kuro !

”Em gelek tiştî deyndarên Erdogan in”

Kekî Ahmed Zekî Okçuoglu, li ser kirinên Recep Tayyip Erdogan û netîceyên li xerbê(rojava) bi xwe ra anîne dîsa çend tespîtên pir muhîm û xweş kirine.
Li gorî baweriya kekê Ahmed Zekî, dîktatoriya Erdogan û kirinên dewleta tirk ya van salên dawî û êrîşên ser kurdan, li Ewrûpayê îmaja tirkan ji kok da guhert û kurd ji nuh ve derxistin sahneya dîrokê; êdî ne tirk, kurd bûne ”rol meddela” rojava.