06 november 2016

”Em gelek tiştî deyndarên Erdogan in”



Kekî Ahmed Zekî Okçuoglu, li ser kirinên Recep Tayyip Erdogan û netîceyên li xerbê(rojava) bi xwe ra anîne dîsa çend tespîtên pir muhîm û xweş kirine.
Li gorî baweriya kekê Ahmed Zekî, dîktatoriya Erdogan û kirinên dewleta tirk ya van salên dawî û êrîşên ser kurdan, li Ewrûpayê îmaja tirkan ji kok da guhert û kurd ji nuh ve derxistin sahneya dîrokê; êdî ne tirk, kurd bûne ”rol meddela” rojava.
Bi baweriya min jî ev dîtineke rast e. Tifqa Tirkiyê bi Daîşê û hêzên cîhadçî yên hov ra û mêranî û cengaweriya kurdan ya li hemberî hovên Daîşê, li Ewrûpayê û li seranserê dinyayê bi rastî jî îmaja tirkan pir xera kir û ya kurdan bilind kir, ji xerabiyê derxist nuxteyeke pir baş.
Di çavên ewrûpiyan da li Rojhilata Nêz û Navîn, kurd bûn ewrûpiyên herêmê, miletê herî medenî û ne fanatîk.
Bi kurtî qirêdiya kurdan li Ewrûpayê bi xêra şaşî û irqçîtiya tirk û ereban nuha pir bilind e.
Ez hêvî dikim serokên kurdan, partiyên siyasî vê îmaj û îtîbara kurdan ya bi ked, xebat û bedelên pir mezin hatiye bidestxistin heder nekin û netîceyeke siyasî jê bigrin.


”Em gelek tiştî deyndarên Erdogan in
Gotina şelafên(bêarên) Erdgoan ji devê xwe naxin ev e…
Ewên kesên ku Erdgon wek xelaskarê kurdan teqdîm dikin…
Ez jî di eynî qenaetê/baweriyê da me…
Lê belê bi gotina diyarbekriyan ”ji par ra.”
Yanî dibêjin…
Erdogan, di nezera rojavayiyan da ”îmaja tirk” guhert.
Tirk, ”rol model”a Rojava bûn.
Bi gotineke din, prens bûn…
Ji bo vê jî di dinya îslamê da xwediyê ciyekî girîng bûn.
Ji bo ku di dinya îslamê da tirk bibin “rol model”, rojavayiyan sê miletên qedîm feda kirin: Ermenî, yûnan, kurd.
Li ser erdnîgariya/coxrafya rojavayî wek Tirkiye bi nav dikin ermenî û rûm ji ortê hatin rakirin…
Kurd di ber sikratê da ne, li ber mirinê ne.
Erdogan ev projeya rojavayiyan bi erdê ra tep û dûz kir.
Bi xêra wî qenaeta/baweriya dinya rojava ya di heqê tirkan da bi tevayî ji bin da hatiye guhertin.
Vê yekê jî qedera kurdên di binê zulmê da guhert.
Jê wêdatir kurd bûn ”rol modela” xerbê/rojava ya nuh.
Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro…
”Rol model”a xerbê/rojava êdî ne tirk in, kurd in…
Kurdên ku ne tenê ji alî tirkan ve, ji alî alema îslamê ve jî tune tên hesibandin, ji nuh ve derdikevin sahneya dîrokê.
Bibê nebê, ji ber zarûriyeta rol modeliyê Selahedînê Eyûbî ewê alî/teref biguhere…"
2016-11-06
Ahmet Zekî



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE