06 augusti 2016

Miletê bindest nikane li navê bajarê xwe jî xwedî derkeve

Çend rojan ez ne li mal bûm, lema jî min xeber û bûyerên Tirkiyê û kirinên Erdogan û hukûmeta wî baş taqîp nekir.
Wa ye hukûmeta AKPê him Hekarî û Şirnex ji wîlayetiyê xistine û him jî navên van herdu bajaran guhertine.
Navê Hekariyê bi tirkî kirine ”Çölemerik” û navê Şirnexê jî kirine ”Nuh” yanî Nûh.
Û ji dêlî Hekarî û Şirnexê, ewê Cizîr û Geverê jî bikin wîlayet. Yanî çawa tê hesabê wan, ji xwe ra çawa baş dibînin wer dikin.
Belkî navê Cizîrê jî biguherînin. Kanin bikin, çimkî kurdan însan nahesibînin.
Tirk ev ne cara pêşî ye vê zorbatiyê dikin.
Heta nuha navên hemû mezra û gundên Kurdistanê guhertine. Navê gelek bajar û qazayan eynî bi vî rengî guhertine û kurdan jî tim qebûl kiriye.
Yanî tirk zanin zorbatiyên wiha ji wan ra tu gelşê peyda nake, kurd wek berxikan qebûl dikin, tu îtîrazeke mezin nîşan nadin.
Gava min xeber xwend ez matmayî mam.
Ev teserufa hukûmeta AKPê li gel heqaretke mezin, di eynî wextê da nîşan dide hukûmet qîmeta seriyek pîvaz jî nade îradeya miletê kurd, dezgehên kurdan, belediyeyên kurdan, partî û siyasetmedarên kurd.
Meriv çawa kane navê du bajaran, bêyî ku ray û fikrê xelkê bigre, bêyî ku referandûmekê bike, bêyî ku bi mehan, bi salan minaqaşeya wê were kirin, hema ji nişka ve navê du bajaran biguhere û bibêje waye min guhert û qediya?
Û him jî navê bajarekî wek Hekariyê kevn û dîrokî, navekî bi sedan kilam û stran li ser hatine gotin bi vê zorbatiyê biguherîne…
Li hemberî heqaret û zorbatiyeke dewletê ya bi vî rengî dibê kurdan qiyamet rakirina.
Lê bi qasî ez dibînim nişteciyên van bajaran, partî û dezgehên kurdan mesele zêde mezin nekirine, reaksiyoneke mezin û cidî nîşan nedane.
Ji dêlî ku li Hekariyê, Geverê, Şirnex û Cizîrê û li gelek bajarên din yên Kurdistanê kurd dakevin kolanan û vê zorbatî û tecawiza hukûmeta AKPê protesto bikin, ”nobeta demokrasiyê” (!)digrin.
Ê gava kurd ev kurd bin, helbet hukûmet û dewlet ewê hesabê wan nekin, helbet ewê kurdan û partiyên wan bi tiştekî nehesibînin. Û kînga dilê wan bixwaze ewê navê bajarên wan biguherînin.
Guhertina navên Şirnex û Hekariyê nîşanî me dide heta em bindest û bêdewlet bin, heta em ne xwediyê welatê xwe û îradeya xwe bin dijmin bêyî ku ji me bipirse, bêyî ku fikir û raya me bigire ewê navên gund û bajarên me jî biguherîne û her zulm û heqaretê jî li me bike. Çimkî em miletekî ne azad in, bindest in.
Lê li alî din bêdengiya kurdan ya li hemberî vê zorbatiya hukûmeta AKPê jî ez matmayî hîştim û xeyalşikestî kirim. Min ji kurdan, ji partyên kurd protestoyeke cidî dipa.
Erdogan çi tîne serê kurdan jî, çi heqaretê li wan dike jî tesîrê li kurdên bûne xulamên wî û dewleta tirk nake.
Ez meraq dikim, gelo Muhsîn Kizlikayayê Hekarî ji vê biryara hukûmetê ra, ji guhertina navê bajarê xwe ra çi got û çi dibêje?
Û ne ew tenê, bi sedan kurdên ji xwe ra dibêjin em kurd û kurdper in hîn jî bi AKPê ra ne û hîn jî di TRTê da wek qûqla û amîgoyên Erdogan reqlama AKPê û Erdogan dikin.
Gelo wan ji vê biryara hukûmetê ra çi gotin û çi reaksiyon nîşan dan?
Nalet li çend qurişên pîs were, ji bo çend qurişên rezîl meriv nabe heval û amîgoyê neyarê xwe; ji bo çend quriş pere meriv li hemberî zulm û zorbatiyeke wiha bêdeng namîne.

Lînka xeberê 

05 augusti 2016

Heger ereb û tirk tunebûna dinyayê ewê rehet bikira



Do min gotibû sibe ezê li ser rêwîtiya xwe û tiştên ez bûm şahid çend rêzan binivîsim.
Ji ber rewşa kurdan ya malwêran û dilşewat ya li her çar perçeyên Kurdistanê bi rastî qet ji dilê min nayê qala kêfa me kir bikim.
Helbet di van rojan da me çend risim jî girtin, lê ez wan jî nuha naweşînim. Bira bimîne rojeke din e, rojeke hîn xweş û hîn musaîd.
Wek min do jî got, tiştê bala min kişand zêdeyiya ereban bû.
Li bajarê mezin zêde bala meriv nakşîne, lê li bajarekî biçûk, nufûsa wî 20 hezar ev yek zêde bala meriv dikşîne.
Qefle bi qefle di nava bajêr da xwe li ba dikirin û wolta davêtin.
Min digot belkî li bajarên mezin tenê bi cî kirine, lê xuya ye li hemû bajaran belav kirine. Li vî bajarî grûbên herî zêde bala meriv dikişand ereb, somalî, erîtrî û afganî bûn.
Çar rojan ez ji xeberên tirkan, ji vir û şovên Erdogan dûr mam û min fersend dît hinekî bihizirim, hin xeyalan li hev ragirim.
Di wan çar rojên ji mal dûr, min cîhaneke bê tirk, bê ereb û bêyî dînê wan îslamê xeyal kir.
Yanî cîhaneke bê şer, bê teşxele, bêyî serîjêkirin, bê kuştin, bêyî birçîbûnm û koçberî.
Cîhaneke azad, bextewar û aram…
Bi dîtina min heger ereb û tirk li vê dunyayê tunebûna herêma me, dunyayê û hemû însaniyetê ewê pir rehet bikira.
Em ferz bikin ku ji dêlî ereban, franziz, îngilîz ya jî cihu li vê herêmê bûna û ji dêlî tirkan jî yûnan, ma rewş ewê gelkî ne baştir bûya?
Bi baweriya min ji bo her kesî ewê gelkî baştir bûya.
Tiştê ez dibînim hebûna ereb û tirkan ji bo kurdan, ji bo cîranên wan û heta ji bo hemû Ewrûpayê û însaniyetê bûye sebebê bêşansî û felaketeke mezin e.
Ereb û tirk bûne çavkaniya xerabiyan, şer û xwînê…
Bêtalihiy me em kurd jî bûne musilman.
Erê di nava dîndar û bawermendên kurd da merivên gelkî hêja, gelkî dilbirahm hene, lê ev yek musilanan dernaxe paqijiyê û ji şerûdiyê xelas nake.
Her welatê îslamî, her dera musilman lê hene demokrasî, heq, huqûq, edalet, wekhevî, însaniyet lê tuneye.
Însan lê birçîne û bi milyonan direvin nava ”kafiran”, xwe davêjin dexlê wan. Îro li Ewrûpayê bi milyonan musilman, feqîr bêyî ku karekî bikin rehet dijîn, kêf dikin.
Û hemû jî ya ji ber zulma musilmanan ya jî ji ber biçîna reviyane.
Yanî li tu welatekî musilman însan ne di nava rehetiyê da ne, ne bextewar in. Li hemû welatên musilman miheqeq şer û teşxele heye. Piraniya însanan bêkar û birçî ne.
Nufûsa Îranê li dora 80 milyonî ye, ya Tirkiyê hakeza, 22 dewletên ereban hene û nufûsa wan jî li dora 400 milyonî ye.
Di nava van 24 welatan û 560 milyon însanên musilman da hûn nikanin du bawermend û alimên dînî yên li dijî zulma, neheqiya li kurdan dibe nîşan min bidin.
Daîşê, yanî musilmanên tam bawermend ev du sal in wahşeta anîn serê kurdan dûrî aqilan e, bi hezaran keç û jinên kurdên êzdî revandin û wek koleyan li bazaran firtotin.
Ji nava cîhana musilman, ji nav 22 welatên ereb, Tirkiyê û Îranê yek alimekî musilman li hemberî vê wahşetê ranebû, piştgirî neda kurdan.
Baş e ev çawa dîn e, çawa bawerî ye ku di nava 560 miyon ereb, faris û tirk da alimekî dînî dernakeve û zulma dewleta xwe rexne nake.
Îdeolojiyê, baweriyê însan ji însaniyetê dûr xistine.



Heger tirk, ereb û dînê îslamê li vê dinyayê tunebûna, ne tenê kurdan, însaniyetê jî ewê rehet kiribûya.
Heger ereb û tirk tunebûna û ji dêlî wan îngilîz, îtalî ya jî cihû û yûnan niştecihên vê herêmê bûna, nuha ne em bindest bûn, ne li herêmê ev xwîn diherikî, ne em dibûn şahidê vê wahşetê û ne jî ev milet wiha perîşan dibû.
Lema jî xwezî ev cîhan bê ereb, bê tirk û bê îslam bûya..
Li her dera musilman lê hene birçîbûn, perîşanî, şer û teşxele
heye, xwîn lê diherike...
Kezeba meriv perçe dibe...

Heger Îsraîl rojê çend ereb bi vîncan ve li ba bikirana welatên îslamî nuha dunya hejandibûn.

Heger Îsraîl rojê çend ereb bi vîncan ve li ba bikirana welatên îslamî û miletên musilman nuha dunya hejandibûn.
Lê ji ber ku yên tên kuştin kurd in kes dengê xwe nake. Hemû musilman bi qetla me kurdan kêfxweş in
Rejîma Îranê ya îslamî ya melayên destbixwîn di nava hefteyekê da 20 kurd bi namerdane îdam kirin.
Ev rejîma qatil, barbar tu carî ji xwîna kurdan têr nabe, rojê bedenên çend kurdan bi vîncan ve li ba dikin.
Ev wahşeteke nedîtî ye, hovîtî ye, jenosîd e, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Îslam, bi hemû mezheb û terîqetên xwe ve, bi şîîtî û sunnîtiya xwe ve dînekî barbaran e.
Heger ne wiha bûya Îranê ev zulm li kurdan nedikir.
Heger ne wisa bûya dewleteke musilman, Yekîtiya Îslamê, Yekîtiya Alimên Îslamê ewê li dijî vê wahşeta Îranê derketa.
Heger dewleta Îsraîl di nava hefteyekê da 20 filistînî bi darde kiribûna, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, medyaya dunyayê nuha qiyamet rakiribûn.
Heger Îsraîl tiştkî wiha kiribûya, dewletên musilman, Erdogan û Yildrim nuha hawar hawara wan bû, nuha bi milyonan tirk daketibûn kolanan û Îsraîl protesto dikirin.
Lê ji ber ku yên bi hovane tên îdamkirin kurd in ne kes dibîne ne jî qala vê wahşetê dike.
Hemû dunya îslam kerr û lal e.
Hemû alimên îslamê kerr û lal in.
Çimkî yên tên qetilkirin ne ereb in, kur din. Lema jî hemû musilman li hemberî vê zulmê, vê wahşetê bêdeng in.
Li hemberî zulmê û neheqiyê, li hemberî barbariyeke bi vî rengî bêdengmayin jî sûc e, şîrîkatiya zulmê û, zulimkaran û qatilan e.
Heger aqil bi me kurdan ra hebe emê bibînin û fam bikin ku dostê me tuneye, gunehê kesî bi me nayê. Dijminên me çi bînin serê me jî kes dengê xwe nake.
Ji ber ku em miletekî bêdewlet û bênasname ne. Lema jî kes zulma li me dibe protesto nake, kes kes qetilbûna me jî muhîm nabîne….



Çar roj zû derbas bûn

Merheba gelî dost û hevalan. Tatîla min ya çar rojan, wek meriv çavê xwe bigre û veke zû derbas bû. Tatîla xwelkê herî kêm çar hefte ne, ya min çar roj bûn.
Min ji bîr kiribû, min berê jî ev bajar ”Västervik” dîtibû. Bajarekî turîstîk e, biçûk e. Lê pir xweşik e. Meriv peyatî kane bajêr serobîinî hev bike.
Tatîla me baş derbas bû. Otêla me jî pir baş bû.
Bi kurtî her tişt bi dilê me bû.
Tenê tiştê ne xweş, tiştê xweşikî û manzara bajêr xera kiribû ereb bûn. Min digot belkî Stockholm tenê bûye bajarekî ereban. Lê ne wiha ye, Vastervîk jî kêm zêde bûye bajarekî erebên tiral û neyarên kafriran û ewrûpiyan.
Nuha ez gelkî westiyayî me nikanim zêde qala dîtin û hestên xwe bikim, lê bi xêr sibe ezê li ser tiştên min dît çend rêzan binivîsim.
Min dixwest hema çar rojan be jî ez ereban nebînim û dengê erebî çar rojan nekeve guhên min.
Lê ne bû.
Û ez bawer dikim ji nuha û pê da ne Swêd tenê, Ewrûpa rojava bi temamî hêdî hêdî ewê têkeve bin destê ereban, li her welatê Ewrûpa ereb ewê bibin kîmatî(mînorîtet/eqaliyet, azinlik) û erebî jî ewê bibe zimanê resmî yê duyem.
Pêşeroja Ewrûpayê pir tarî ye, ewrûpî rastî belayeke pir mezin hatine ewê çawa jê xelas bibin ez nizanim…

31 juli 2016

Kî bi çi zimanî binivîse xizmetê ji wî zimanî û ji wî miletî ra dike



Hejarê Şamil, çar pênc roj berê ji nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar yanî kurdên bi kurdî zanin, lê bi kurdî nanivîsin gazinek kir, navên çend kurdan da û got vana hemû jî bi kurdî zanin, kanin bi kurdî binivîsin, lê nanivîsin, ya jî pir kêm bi kurdî dinivîsin, xemasariyê dikin.


Û di dawiya nivîsa xwe da jî got, ”Ez jî tirkaxêv im lê, tenê tiştekî dizanim: Bê kurdî Kurdistan nabe!"


Rast e, bêyî kurdî ne Kurdistan çê dibe û ne jî zimanê kurdî ji mirinê difilite. Vê rastiyê her kurd baş zane.


Şêst(60)kesî ev gazin û rexneya kekê Hejarê Şamil ecibandiye, di cî da dîtiye û 18 kesan jî bi nivîskî gotine tu rast dibêjî, ji erd heta bi asîman tu bi heq î, gazineke di cî da ye, pêşniyareke rast û maqûl e, filan û bîvan…


Erê kes nabêje ev gotnên te şaş in, kes nabêje tu neheq î, her kes dibêje weleh tu rast dibêjî, dibê meriv bi zimanê xwe binivîse. 
Û ya herî rast jî ev e.


Erê her kes dibêje rexneyeke rast e, di cî da ye, lê belê her kes li gorî vê rastiya, vê heqiya qebûl dike hereket nake.Yanî gotin û kirin hevûdu nagre.


Her kes dibêje rast e, dibê meriv bi zimanê xwe bipeyive û binivîse, lê belê dîsa jî her kes bi kurdî napeyive û nanivîse û dev ji tirkî bernade.


Yanî rastiyê qebûl dikin, lê belê li gorî wê rastiya qebûl dikin tevnagerin. 
Yanî dev ji tirkî bernadin.


Ji salên 1980î da ye ez li ser vê meselê dinivîsim û dibêjim gerek kurd bi kurdî binivîsin û bi hev ra bi kurdî bipeyivin. 


Heger kurd bi rengekî cidî li zimanê xwe xwedî dernekevin, bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin, bi kurdî nenivîsin taliya me kurdan bi Xwedê pir û pir xerab e, asîmîlasyon e.Helandina kurda ye.


Û para kurdên bi tirkî dinivîsin û bi van nivîsên xwe kurdan dihewisînin tirkî pir e. Çimkî kurdên bi tirkî li ser kurdan dinivîsin, ji tirkan bêtir kurdan teşwîqî tirkî dikin, ji tirkan bêtir kurdan fêrî tirkî dikin. 


Yanî kurdayetiya wan ji bo kurdan bûye wek kemîneke asîmîlasyonê, kurd bi rehet dikevin vê kemîna wan.


Helbet nêt û armanca kurdên bi tirkî dinivîsin ne eve, lê ew nexwazin jî netîceya nivîsîna bi tirkî ji bo kurdan ev e.


Tirk viya baş dibînin û lema jî zimanê kurdî nakin zimanê perwerdê, nahêlin zarokên kurd bi zimanê xwe bixwînin.


Çimkî ew baş zanin riya helandina kurdan girêdayî asîmîlasyonê ye, kînga piraniya kurdan asîmîle bikin, mesela kurd û Kurdistanê diqede. 


Bi kêmanî piştî mirina zimên mesela kurd û Kurdistanê ewê reng biguhere û azadbûna kurdan, serxwebûna Kurdistanê ewê sed qatî zortir bibe. 


Bi gotineke fin gava kurd bi piranî asîmîle bibin gelo ewê kanibe wek milet bimînin û dîsa jî serxwebûna Kurdistanê bixwazin, ew jî hêjayî minaqeşeyê ye.


Lê ez bi xwe bawer nakim. Ez dibêjim mirin û mayina kurdên bakur girêdayî zimanê wan e, ziman here kurd jî ewê bibin tirk.


Lemjî heta ji tirkan tê giraniyê didin asîmîlasyonê.
Hemû kurd tahlûkeya asîmîlasyon ewê bi xwe ra bîne dibînin, lê dîsa jî dev ji tirkî bernadin.


Argumentê kesên bi tirkî dinivîsin ya herî mezin, dibêjin efendim tirkî bêtir tê xwendin, kurd nikanin bi kurdî bixwînin, heger ew bi kurdî binivîsin kesê nexwîne û lema jî ew bi kurdî nanivîsin. 


Armanca wan ya nivîsîna bi tirkî şiyarkirina kurda ye, heger ew bi kurdî binivîsin kesê nexwîne, lema jî kurdê şiyar nebin, filan û bîvan…


Ji bo siyaseta rojane, ji bo demeke kin, kane hin feydeyên nivîsîn û axaftina bi tirkî hebe. 


Lê berlê ji bo demeke dirêj, ji bo pêşeroja miletê kurd, nivîsîna bi tirkî malwêranî û xizmeta ji asîmîlasyonê ra ye, şewitandina mala kurda ye. Piştgiriya ji siyaseta dewletê ya asîmîlasyonê ra ye.


Nêta kê çi dibe bira bibe, netîceya nivîsîna bi tirkî ev e. Meriv çi biçîne merivê wê biçine.


Tu bi tirkî binivîse tu yê kurdan asîmîle bikî û gelekan jî bi bikî tirk.


Kurdê bi tirkî mezin bibe û bi tirkî bixwîne û dunyayê bi zimanê tirkî bişopîne ew bixwaze nexwaze ewê bi çavê tirkekî li meselan binêre. 


Zimanê tirkî bêyî haya wî ewê hestên tirkî, perspektîv û refleksên tirkî pê ra xurt bike û yên kurdî jî zeîf bike.


Ji ber ku tirk, dewleta tirk, medyaya tirk di heqê kurdan da tu carî ne objektîf in, hemû rastiyên di heqê kurdan da belovacî dikin. 


Û kurdê tenê bi tirkî zanibe, nikanibe bi kurdî jî bûyeran taqîp bike ewê di bin tesîra çavkaniyên tirkî da bimîne û pir hindik wek tirkekî li meselan binêre. Ne her kes be jî bi kêmanî piranî wiha dibe.


Ev aliyekî meselê ye, lê li aliyê din kurd bi asîmîlasyonê ra hemû unsûr û xusûsiyetên netewî, miletbûnê wenda dikin. Çimkî kultur jî, folklor û zargotin jî û edebiyat û muzîk jî bi ziman çê dibin, gava zimanê me bibe tirkî emê bi tirkî afirînin/bixuliqînin. 


Yanî muzîka me, edebiyata me, roman, şiir û çîrokên me, zarogotina me jî ewê ne bi kurdî, hemû bi tirkî bin. 
Gava wiha bibe êdî em dibin tirk, tirkên bi eslê xwe kurd in, lê heliyan, bûn tirk...


Wek li Tirkiyê gelek milet heliyan û bûn tirk, emê jî li van miletan zêde bibin.


Û ji xwe ji nuha da bi milyonan kurd bûne tirk. 
Sibe Kurdistan çê bibe ya jî em mafekî netewî bi dest xin, dîsa jî emê nikanibin ji sedî dehê van milyonên asîmîle bûne vegerînin ser koka wan, ew carê bûne tirk û ewê tirk bimînin.


Lê em vegerin ser hinceta kurdên dibêjin ew bi tirkî dinivîsin ji bo kurd fam bikn, bixwînin, gava ew bi kurdî binivîsin kesê nikanibe bixwîne, ji ber wê ew bi tirkî dinivîsin.


Ev sebeb û hinceteke pir şaş e, di vê dîtinê da hesabekî pêşerojê, şiûr û xemeke netewî ya dûr û dirêj tuneye.


Meriv bi kîjan zimanî binivîse ji wî zimanî û ji wî miletî ra xizmetê dike, meriv edebiyata wî miletî bi pêş dixe û zengîn dike. Meriv li pey xwe mîratekê ji wî miletî ra dihêle.


Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û hemû şair û nivîskarên bi kurdî nivîsîne em bi wan pir serbilind in, em bi berhemên wan pesnê xwe didin û dibêjin bala xwe bidinê em kurd jî xwedî ziman, edebiyat û huner in, pêşiyên me jî bi qasî pêşiyên faris, tirk û ereban nivîsîne. Lema jî em ji kesî ne kêmtir in.


Lê heger Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizî û Ehmedê Xanî, Melayê Batê û yên din jî weke van kesan bigotana xwendevanên zimanê kurdî kêm in, kes nizane bi kurdî bixwîne, lema jî em bi kurdî nanivîsin û di praktîkê da jî wisa bikrana. 


Yanî ne bi kurdî, bi tirkî, erebî û farisî binivîsandana, nuha wek milet çiyê me hebû, me yê bi kîjan klasîkên xwe pesnê xwe bida û bigota em ji tirk, ereb û farisan ne kêmtir in?



Mileteke bêyî şair û edebiyat ?

Di dema Elî Herîrî, Feqiyê Teyra, Melayê Cizîrî, Melayê Batê û Ehmedê Xanî da xwendevanên zimanê kurdî sed qatî ji nuha kêmtir bûn, bazara kurdî ya wê demê hezar qatî ji ya nuha kesattir bû. 


Lê wan mirovên mezin dîsa jî ne bi zimanekî biyanî, bi kurdî nivîsîn. Gelekên wan ji xwe qet belav jî nekirin. Ji ber ku destnivîs bûn belavkirina wan jî li gorî îro pir zor û zahmet bû. 


Lê îsa jî bi kurdî nivîsîn.
Bi kurdî nivîsîn çimkî xwedî zanîn û şiûreke netewî bûn, zanîbûn yê miletan dike milet û ji hev digerîne ziman e, edebiyat e, zargotin e, folklor e, muzîk e, kultur e. Berhemên miletan in.
Û ev hemû bi zimanekî netewî dibin. 
Bi zimanê xelkê edebiyata kurdî çênabe.


Bi xêra van berhemên kurdî îro em kurd xwedî nivîskar û edebiyateke klasîk in. Li ser bingeha wan danî zimanê kurdî, edebiyata kurdî û her wisa neteweperweriya kurdî, xeyala Kurdistaneke serbixwe nemir, di dilê kurdan da zindî ma û heta roja îro hat.


Lê kurdên îro ne bi kurdî, bi tirkî, erebî û farisî dinivîsin ne xwediyê xem û endîşeyeke netewî ya bi vî rengî ne, ew ji pêşeroja miletê xwe bêtir li zêdebûna çend xwendevan difikirin. 


Edebiyata miletekî hêdî hêdî, bi xebat û berhemên bi sedan, bi hezaran ve çê dibe, bi pêş dikeve û zengîn dibe. 


Meriv dara fêkî di bexçeyê kê da biçîne, fêkiyê wê ji xwediye bexçe ra ye, ewê fêkiyê wê bixwe. 


Meriv gulê di hewşa kê da biçîne, gul ya xwediyê hewşê ye, xwediyê hewşê ewê gulê bîn bike. Gul ewê wê hewşê, wî bexçeyî xweş bike.


Kurdên bi tirkî, erebî û farisî dinivîsin, ji miletê xwe bêtir xizmetê ji ereb, faris û tirkan ra û ji ziman û edebiyatên wan ra dikin. 


Bi çi nêtê dikin bira bikin, netîceya karê wan li zirara miletê kurd e û xizmeta ji asîmîlasyonê ra ye.


Zimanê kurdî bi tirkî bi pêş nakeve, ji mirinê xelas nabe, edebiyata kurdî bi tirkî çênabe.


Nabiyê Ruhayî (1642-1714)jî kurd e û Melayê Cizîrî jî kurd e. 

Lê Nabî bi qelema xwe ji tirkan û ji edebiyata tirkî ra û Cizîrî jî kurdan û edebiyata kurdî ra xizmet kiriye. 


Lema jî Nabî şair û edîbekî edebiyat tirkî ye û Cizîrî şairekî kurd û sertacê hemû şairan e.


Yaşar Kemal jî kurd e, Cemal Sureya jî kurd e. Lê herduyan jî bi tirk nivîsîne, lema jî herdu jî nivîskar û şairên tirk in.


Erebê Şemo, Bêkes, Cegerxwîn, Hêmin, Şêrko Bêkes, Qanatê Kurdo, Eskerê Boyik jî kurd in lê wan bi kurdî nivîsîne. 


Lema jî şair û nivîskarên kurd in û ji ziman û edebiyata kurdî ra, ji pêşketin û geşbûna nasyonalîzma kurd ra xizmet kirine.


Di vî warî da meriv kane bi sedan numûneyan bide lê ne hewce ye, mesela hatiye famkirin.


Yanî kî bi kîjan zimanî binivîse xizmetê ji wî zimanî ra, ji wê edebiyatê ra û ji wî miletî ra dike.


30 juli 2016

Erdogan çima wek berê zêde xwe li HDPê ranakişîne ?




Çendakî berê bi emir û fermana xwediyê Tirkiyê û bavê miletê tirk yê nuh sultan Recep Tayyip Erdogan, îmunîteya(dokunulmazlik) parlamenterên HDPê hat rakirin. Erê ev yek di rû da ne ji bo HDPê tenê bû, lê her kes zane hedef tenê HDP be.
Îcar ji bo ku mesele zêde beloq nebe û bînin usûlê ji mecbûrê qanûneke ji bo hemû parlamenteran derxistin.
Lê hedef tewqîfkirina çend parlamenterên HDPê bû.
Lê li gel ku di ser bûyerê ra zêdeyî du mehan derbas bûye hîn jî neçûne ser HDPê.
Erdogan wek berê xwe zêde li HDPê ranakişîne, ji wê bêtir dajo ser merivên Gulen.
Helbet Erdogan bela sebeb xwe li hemberî HDPê kerr nake, miheqeq xwedî pîlanek e nuh e.
Mêrik raqib û dijminên ewê ji ber xwe da bixînin dixe dorê, lê carnan li gorî guherîna şertan dorê diguhere.
Do hewce bû HDPê ji meclîsê bavêje û çend parlamenterên kurd bavêje hefsê, nuha ew dor û rojev guhert û îcar tiştekî din, mesela darbê derxist pêş.
Îcar çima wiha kir, çima mahkimekirina parlamenterên HDPê sekinand, çima wan nakşînin ber mahkiman ez tam nizanim. Lê tiştê ez zanim miheqeq sebebekî vê guhertinê heye, lema nuha ev mesele texîr kir.
Lê HDP, kurd her di lîsteya Erdogan ya neyaran da ne, di lîsteya kes û hêzên dibê ji ortê rabin û werin pelçiqandin, werin baskokirin da ne.
Îro nebe, ewê sibe here ser HDPê, dosye li ber destê wî ne, ew çi bixwaze wiya bi dewletê û hukûmetê dide kirin. Nuha ji xweli Tirkyê ew xwdiyê her tiştî ye, li jor Xwedê, li jêr ew e.
Nuha dixwaze îşê hevalên xwe yê berê, îşê cimata Gulen efendî biqedîne.

29 juli 2016

Ji bo min berjewendiyên kurd û Kurdistanê di ser her tiştî ra ye

Ji bo min Kurdistan, berjewendiyên kurd û Kurdistanê di ser her tiştî ra ye, ji her tiştî muhîmtir û muqedestir e.

Gava hewce be tirkên ji her fikir û îdeolojiyê, tirkên ji bawerî û partiyên cuda tavilê wek bira destên xwe didin hev û bi hev ra li welat û dewleta xwe xwedî derdikvin. Ji bo wan welatê wan ji her tiştî muhîmtir e.
Mebûs û endamên CHPê û AKPê do li meydana bajarê Eskîşhehirê di mitînga ”Ji bo weten/welêt em di nobetê da ne”, bi hev ra derketine hemberî milet û bi hev ra gel silav kirine.
Serokê MHPê Develet Bahccelî, ji xwe êdî wek aqilmendekî Erdogan hereket dike û aqil dide Erdogan.
Ferdên miletekî, heger şiûr û hestê netewî pê ra hebe, di rojên giran da ferqiyetên xwe yên siyasî û îdeolojîk didin aliyekî û bi hev ra welatê xwe û dewleta xwe diparêzin.
Wek tê dîtn tirk îro ji îslamiyan bigre, heta bi faşîst û sosyal demokratan, ji bo ku dewleta xwe ji perçebûnê, ji zirarê biparêzin dibin yek.
AKP. MHP, CHP qet ferq nake, tirkên ji her fikir û baweriyê bi hev ra ”nobeta demokrasiyê” digrin, yanî li welatê xwe, li berjewendiyên xwe yên netewî xwedî derdikevin.
Em kurd ji vê şiûrê, ji vê zanînê pir dûr in. Em hîn jî gelşên xwe yên hizbî, dînî, siyasî û îdeolojîk di ser berjewendiyên netewî ra digirin.
Em hîn jî îdeolojiya xwe, fikrên xwe yên dînî û hizbî ji yekîtiya netewî, ji Kurdistanê muhîmtir dibînin.
Em dev ji yekîtiya netewî, ji Kurdistanê berdidin, lê dev ji fikrên xwe bernadin.
Û ji bo ku heta nuha tim wiha bûye, lema tirk, ereb û faris bûne xwedî dewlet û em kurd jî mane bindest û kole.
Ez bi xwe ji bo her feydeya kurd û Kurdistanê, ji bo yekîtiya kurdan, ji bo çêbûna Kurdistanê kanim fikrê xwe jî û îdeolojiya xwe jî bidim aliyekî, kanim bi her kurdî ra, bi her hêzê û partiyê ra bixebitim û hevakriyê vikim.
Çimkî ji bo min Kurdistan, berjewendiyên kurd û Kurdistanê di ser her tiştî ra ye, ji her tiştî muhîmtir û muqedestir e.



28 juli 2016

Camêr him li dijî dewleteke kurd e û him jî serokê gerîlla ye



Endamê konseya KCKê Riza Altun, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Sefîr da dîsa li dijî dewleta kurd derketiye û gotiye:
”Avabûna dewleteke kurd ewê probleman zêde bike. Em doza kurd wek dozeke netewî ya teng nabînin. Her dewleta ava bûye, bûye sebebê probleman, lema jî em li dijî avabûna dewleteke kurd in. Ji dêlî deleteke kurd û cihêbûnê em ji bo hemû însanên herêmê mucadeleya azadiyê didin.” 
Altûn, li ser Kurdistana rojava jî gotiye:
”Ji bo bakurê Sûriyê em federasyonê dixwazin. Di eynî wextê da em dixwazin navê Rojava ji sîstema federal derkeve. Ji ber ku navê Rojava, federasyona kurdan tîne bîra meriv. Li Bakurê Sûriyê gelek gelên din hene. Rojava jî perçeyekî coxrafya Sûriyê ye.”
Bira Kurdistan li wir bimîne, mêrik tew wa ye li dijî navê ”rojava” ye jî, dibêje bîna kurdayetiyê ji gotina ”rojava” tê, lema jî dibê ev nav tunebe.
Kurdekî, siyasetmedarekî, heta dost û xêrxwazekî kurdan jî riyeke hewqasî xerab nade ber kurdan, ji miletekî wek kurdan bindest ra nabêje dewlet xerab e û lema dibê kurd nebin xwediyê dewletekê.
Lê Altûn dibêje. 
Û ne tenê dibêje wek partî ew dewleteke kurd ya serbixwe naxwazin, dibêje ew li dijî dewleteke kurd in jî.
Ev jî pir muhîm e, meriv kane Kurdistaneke serbixwe neparêze lê gava hinekan parastinn ne li dij be, bibêje ev heqê wan e.
Bes Altûn li dij e û dibê je dewlet xerab e. 
Lê Altûn ne li dijî her dewletê ye, tenê li dijïîdewleta kurd e, nabêje em li jdî dewleta tirk in û em dixwazin wê ji ortê rakin. Nabêje gerek Îran, Îraq û Sûriye wek dewletên netewî nemînin. 
Na, tiştekî wiha ebeden nabêje. Ew tenê li dijî dewleteke kurd e, tenê naxwaze kurd bibin xwedî dewlet.
Altûn hewqasî li dijî navê kurd û Kurdistsanê ye, ji rojavayê Kurdistanê ra wek tirkekî, wek berpirsekî AKPê dibêje ”bakurê Sûriyê”, dibêje bira navê ”Rojava nekeve sîstema federal, heger têkevê ewê kurdan bîne bîra însanan. Ji ber ku gelên din jî li wir dijîn lema jï dibê bîna kurdayetiyê ji federastonê neyê.
Li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê jî azerî, ereb, tirkmen, asûrî û tirk dijîn, li gorî vê teoriya Altûn dibê kurd li her çar perçên Kurdistanê jî dev ji navê welatê xwe berdin, ji ber ku gelên din li Kurdistanê dijîn dibê kurd ji Kurdistanê ra nebêjin Kurdistan.
Ev yek ne karê aqilan e...
De îcar yê li dijî navê ”rojava” be ji xwe sed carî li dijî navê Kurdistanê ye. 
Yanî camêr him li dijî dewleta kurd e û him jî li dijî navê Kurdistanê ye.
Û ev mêrik ev 32 sal in derketiye serê çiyan û şerê gerîla dike. Partiya wî heta nuha bi dehhezaran ji bo azadiya kurd û Kurdistanê şehîd dane. 
Kesên derketin serê çiyan ji bo Kurdistaneke azad derketin, bi wê armancê bûn gerîla û bûn cangoriyên welatê xwe.
Lê piştî 32 şerê çekdarî, piştî bi dehhezaran şehîd û bedelekî pir mezin û giran, Altûn nuha rabûye wek miliyetçiyekî tirk ji me kurdan ra dibêje dewleta kurd tukaka ye , problem e, lema jî dibê kurd dewleteke serbixwe nexwezin.
Bi dîtina min van kesan carê dane ser riyeke şaş, bêfeyde û ji bo kurdan pir bi zirar. 
Bi gotinê, bi rexnekirinê, yanî em çi bikin jî van camêran dev ji vê siyaseta xwe ya malwêran bernadan.
Mêrik nikane gundekî, bajarekî kurdan ji bindestê tirkan tenê rizgar bike, qala rizgarkirina herêmê dike, dibêje ew ji bo hemû gelên herêmê şer dikin.
Berê jî min çend caran nivîsî, bi baweriya min ne hewce ye meriv zêde serê hev biêşîne, kurdên Kurdistanê, dewletê dixwazin, kurdên dixwazin navê welatê wan Kurdistan be, dibê êdî dev ji hevaltiya Riza Altûn berdin û ji xwe ra li riyeke din bigiren.
Altûn wa ye naxwaze li Sûriyê jî navê Kurdistanê were hildan, dixwaze navê Kurdistana rojava jî bike ”bakurê Sûriyê”, wek tirk ji Kurdistana başûr ra dibêjin ”kuzey Irak” yanî Iraqa bakur.
Kesê hatibe vê nuxteyê ji kurdan ra tiştekî bi ser avê naxwe, heyfa hewqa şerhîd, malwêranî û keda vî miletî ye...

Welatekî difikirm girêka girî...

Ji do da ye kurd ji bo mirî û birîndarên qetlîama Qamîşloyê hêsiran dibarînin, dilê her kurdî xwîn digirî, hawar û fîgana her kurdî dihere erşê ala.
Dîmenên piştî teqînê, sûretên zarok û birîndaran, pêlên êgir hinavê her kurdî tîne xwar...
Li hemberî vê wahşeta erebên barbar her kurd dike qêrîn û hawar û fîgan û naletê li van faşîstên ereb û hevalbendên wan yên tirk dibarînin.
Lê qahr, xemgînî, hawar û fîgan ne çare ye, nikane rê li ber êrîşên wiha bigre.
Heta em kurd wiha bindest bin, bê welat û bê dewlet bin, îdareya welatê me ne di destê me da be, dijmin were di nava me da bihêwire, bi cî û war bibe, felaketên wiha ewê tim were serê me.
Erê êrîşên wiha carnan li welatên din jî dibin, lê miletên xwedî dewlet kanin tedbîrên xwe bigrin, kanin xwe ji me baştir biparêzin. Ji bo vê yekê xwedî îmkan ü dezgeh in.
Yê me li fêzê tiştekî me tuneye, wek miletên xwedîdewlet em ne xwedî îmkan in.
Em kurd ji ber bêdelwet in, lema jî qeder û ewlekariya me ne didestê me da ye, di destê xelkê da ye.
Ji ber em ne xwedî dewlet in em nikanin li welatê xwe her tedbîra em dixwazin bigrin.
Ji bo em kanibin xwe û welatê xwe baştir biparêzin dibê em jî wek xelkê bibin xwedî dewlet, dibê em rojekê berî rojekê ji bin vê bindestiya rezîl xelas bibin, ji bo vê armancê bixebitin û hêzên xwe bikin yek.

Krrîstin xanimê halê kurdan pir xweş aniye zimên, di çend rêzan da dîroka kurdan raxistiye ber çavê xwendevan.
Min rêza pîşî kir navê nivîsa xwe


Welatekî difikirim, girêka girî
Welatekî difikirim, tijje mirî
Welatekî difikirim, axx, xwelîserî
Welatekî difikirim welatekî
Û li vê cîhana zalim
Li rehmê digerim
Derî bi derî
Derî bi derî
Derî bi derî
Derbederî..

///Krîstîn Ozbey