24 mars 2011

Ji kurdan ra dibêjin şer nekin lê nahêlin bipeyivin jî

Hukûmeta AKP-ê li alîkî ji kurdan ra dibêje dernekevin serê çiya û şer neki, lê li aliyêdin jî nahêle kurd bipeyin jî.
Kurd dixwazin bi şiklekî demokratîk xwepêşndanekê bikin, bi vê riyê daxwazên xwe bînin zimên...
Lê waliyê hukûmetê qebûl nake, bi hezaran pûlis û panzêran dişîne ser kurdan, li ser riya wan barîkatan datîne, çandirên wan bi darê zorê radike...
Li Misrê, li Tunisê, li Îraqê, li Yêmenê, welhasil li herdera cîhanê gel nerazîbûnên xwe yên li hemberî hukûmetan bi xwepêşandanan tînin zimên.
Lê hukûmeta AKPê nahêle kurd li hemberî zulma wan jî rabin, reaksiyoneke medenî jî nîşan bidin.
Tirkiye dibêje ew welatekî ewrûpî û demokratî e. Lê nahêle însan xwepêşndanekê çêbikin.
Zora zaliman wiha ye, him li me dixin, him hebûna me înkar dikin, zimanê qedxe dikin û di ser da jî dibêji hûnê dengê xwe jî nekin.
Kurd bi şiklekî medenî dixwazin li Amedê protestoyekê bikin, daxwazên xwe yên însanî û netewî bînin zimên, hukûmet qebûl nake, rê li ber meşvanan digrin.
Panzêr û pûlisan dajon ser kurdan, siyasetmedar, serok, nûner û mebûsên kurdan bi erdê ra dikşînin, heqaretê li wan dikin.
û xwedêgiravî ev hukûmet dixwaze mesela kurd çareser bike.
Ev hukûmet tu mafî nade kurdan, bi kêmanî nuha projeyeke wan ya wiha tuneye, heger hebûya ewê rê li ber meşeke demokratîk negirtana.
Lê BDP, KCK û gel bi biryar e, wek Ahmet Turk, Osman Baydemîr, Demirtaş û Kişanakê jî gotin, ew çi bikin jî gelê dev ji vê çalakiyê bernde.
Esas dibê nuha gel bang li mebûsên kurd yên AKP-ê bike, bibêje çima ew bêding in, çima ew li vê zulma hukûmet û dewletê temaşe dikin?
Xwedêgiravî hin mabûsên AKP-ê dibêjin ew kurd in, ew jî doza mafê kurdan dikin.
Baş e, çima nuha pişgiriya daxwazên gelê xwe nakin?
Kurd zimanê xwe dixwazin, dibêjin zulmê lim e nekin, li me nexin, hefsiyên me berdin, baraja hilbijartinê daxin, bihêlin em jî têkevin meclîs.
Vana daxwazên herî însanî û herî kêm in.
Heger kurdên di nava AKP-ê û CHP-ê da derwan nakin, bira kerm bikin û piştgiriya van daxwazên gel bikin...
Dibê gel bi telefonan, bi meylan, axirê bi her riyê zorê bide mebûsên AKP-ê û hesab ji wan bipirsin....

Pîrê û çûk

Dibêjin hebû tunebû pîrek hebû. Pîrê rojekê dixwest tenûra xwe dade. Lê dikir nedikir tenûra wê vênediket.
Pif dikirê nedibû, qirş davêtê nedibû, dar davêtê nedibû, sergîn dida binî dîsa vênediket.
Pîra reben şaş mabû, nizanîbû ewê çi bike, tenûra xwe çawa vêxe? Pîrê hew carê mêze kir ku beytikek(çûkek) hat li kêleka wê venişt û jê ra got:
- Pîrê, a ji te ra vî qirşê bi nigê min ve bavîje tenûra xwe, ewê tavilê vêkeve.
Pîrê bi rengekî matmayî bala xwe da çûkê û jê ra got:
- De wê da her çûka heram! Ji vêsê (vê sibê) da ye min hewqas dar û qirş û sergîn daye binî vêneketiye, îcar ewê bi vî qirşikê te vêkeve !
Çûkê got:
- Hela carê biceribîne, dema vêneket wê demê heqê te heye.
Pîrê ji neçarî got baş e û rabû qirşikê çûkê avêt ji tenûrê da. Bi avêtina qirşik ra agirê tenûrê got gup û vêket.
Kêfa Pîrê pirr ji vê yekê ra hat, per tunebû ku pê bifiriya. Rabû nanê xwe lêxist û dûra jî tenûra xwe vemirand.
Piştî tenûr vemirand hew mêze kir ku wa ye çûk dîsa hat. Çûkê ji Pîrê ra got:

- Ka qirşikê min.
Pîrê şaş ma, got:
- Qirşê çi çûka kêmaqil? Qirşikê te min avêt ji tenûrê da û şewitand. Ma ezê çawa şirş bidim te?
Çûkê got:
- Ez qebûl nakim, ya tu yê qirşikê min bidî ya jî ji dêlê va tu yê heft nanan bidî min.
Pîrê bala xwe dayê ji bela çûkê xelas nabe, lema jî rabû heft nan danê.
Çûkê heft nanên xwe girtin, fir da xwe, hewa ket û çû.

Pir çû hindik çû, rastî çend şivanan hat. Mêze kir ku şivan kertalan di kefa şîr da dikin û dixwin. Çûkê ji şivanan ra got:
- Ma kertal bi şîr tê xwarin? A ji we ra heft nanên tenûrê, ji xwe ra di şîr da hûr bikin û têra dilê xwe bixun.
Şivanan jî gotin baş e, rabûn kertalên xwe avêtin û ji nuh ve ji xwe ra çend mîhî dotin, nanê xwe di şîr da hûr kirin û têr xwarin.
Piştî şivanan xwarina xwe qedandin, çûka dîsa bi paş da hat, ji şivanan ra got:

- Ka heft nanên min paş da bidin min.
Şivan jî wek pîrê matmayî man, gotin:
- Heyran nanê çi halê çi? Te nan da me, me jî xwar.
Çûkê got:
- Ez qebûl nakim. Ya hûnê heft nanên min bidin min ya jî heft beranan.
Şivanan nêrîn ku tu çareya wan tuneye, lema jî rabûn heft beran ji keriyên xwe veqetandin û dan çûkê.
Çûkê heft beranên xwe dan ber xwe û çû gundekî. Bala xwe dayê ku li gund dawet e, kêf û şahî ye.
Hinek wext derbas bû nanê dawetê hat.
Çûkê bala xwe dayê ji dêlî goşt ve req û beq dane ser birincê. Rabû ji xwediyên dawetê ra got:
- Wey mala we nekeve, ma req û beq jî tên xwarin? A ji we ra heft beranên kel, ji xwe ra şerjê bikin û bidin ser birincê. Bira mîvanên we têr goşt bixwin.
Malxuyên malê gotin wele pir baş e. Rabûn di cî da xwarina berê çêkiribûn giş rijandin, heft beranên xwe şerjê kirin û xwarineke xweş ji nuh ve çêkirin û dan ber mîvanên xwe.
Lê bîstek derbas bû nebû, çûk dîsa bi paş da vegeriya, got:

- Ka heft beranên min bidin min.
Mala dawetê got:
- Beranên çi halê çi? Me beranên te şerjê kirin û xwarin.
Çûkê got:
-Ez qebûl nakim.Ya hûnê heft beranên min bidin min ya jî ji dêlî wan ve hûnê bûkê bidin.
Xwediyên dawetê mêze kirin ku çareya wan tuneye, ji mecbûrî rabûn bûk dan çûkê.
Çûkê bûk girt û çû. Pirr çû hindik çû, bala xwe dayê wa ye şivanek li ser zinarekî rûniştiye û ji xwe ra bi heznîtî li bilûrê dixe.
Çûk çû ba şivên, jê ra got:
- Ho şivano! Ma tu naxwazî ez vê bûkê bidim te, tu jî wê bilûra xwe bidî min?
Şivên bi dilşadiyeke mezin got:
- Ser sera, ser çava, çima ez nadim.
Wiha got û rabû bilûra xwe da çûkê û çûkê jî bûk da wî.
Dûra jî çûkê firek da xwe, çû li ser dareke bilind venişt û dest pê kir, li bilûra xwe xist:
Tû tû tûûû, min qirşikê xwe da bi heft nanan
Tû tû tûûû, min heft nan dan bi heft beranan
Tû tû tûûû, min heft beran dan bi bûkekê
Tû tû tûûû, min bûk da bi bilûrekê
Tû tû tûûû...
Tû tû tûûû.....

23 mars 2011

Tevgera "bêîtîatiya" siwîl li gelê kurd pîroz be!

Berî Newrozê min du caran li ser tevgerên bêîtîatiya siwîl nivîsî û min got dibê di Newrozê da gel Amedê bike Silêmanî, li çend ciyan tevgerên weke yên Tunisê û Misrê werin destpêkirin.
Û di van tgevgerên sivîl da dibê doza nasname û serbestiya zimanê kurdî were kirin.
Di Newrêzê da tiştekî wiha nehat kirin. Lê wa ye îro BDP-ê û KCD-ê bi hev ra civîneke çapemeniyê li dar xistine û gotine ku ewê sibe li Amedê tevgererke wiha bidin destpêkirin.
Di beyanê da nehatiye gotin ev tevger ewê ji bo demneke muayen be ya jî hetanî daxwazên wan werin qebûlkirin.
Bedevkê BDP.ê Demîrtaş li ser daxwazên xwe wihagotiye:
”Emê mafê xwe yê berxwedana demokratîk bi kar bînin. Emê bi rêbaza raperîna sivîl tu fersendê nedin pevçûnan, bi hêza gel a mezin li qadan bin.”
Demîrtaş, daxwazên xwe jî wiha rêz kirine:
”Perwerdehiya zimanê zikmakî, serbestberdana girtiyên siyasî, rawestandina operasyonên siyasî û leşkerî û rakirina benda hilbijartinê. Ev 4 daxwazên me ewê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bibe mifte. Heta hikûmet ji bo van 4 daxwazan gavê diavêje meê li qada bin. Hem em wekî BDP û hem jî KCD heta hikûmet bêdengiya xwe xirab dike û di vê mijarê de daxuyaniyekê dide emê bi gelê xwe re li qadan bin”
Di vê beyanê da baş nehatiye zelalkirin, ev tevger ewê ji bo demneke muayen be ya jî hetanî daxwazên wan werin qebûlkirin.
Lê çawa dibe bir abibe, bi dîtina min destpêkeke pir baş e û dibê were domandin û berfirehkirin.
Sîlehê heta derekê rola xwe lîst, nuha jî dibê tevgera sivîl zorê bide dewletê û hukûmetê.
Êdî barê herî giran ketiye ser siyasetê û tevgera sivîl û çalakiyên demokratîk. Ne BDP û KCK tenê, dibê ronakbîr û tevgerên kurd yên din jî piştgiriyê bidin vê serîhildana sivîl ya demokratîk.
Şertên der û hundur ji bo tevgerke wiha pir musaîd e, dibê kurd van şertan baş sûdê bigrin.
Heger kurd di vê xetê da israr bikin ewê hukûmet û dewletê mecbûrî hin gavan bikin û piştgiriya derva jî bigrin.
Ji ber ku daxwazên kurdan daxwazên pir bi heq, pir însanî û biçûk in. Li cîhanê tu hêza li dijî van daxwazên kurdan li jor rêz kirine derkeve tuneye.
Loma jî ji nuha da ez serkeftinê ji kadir û pêşengên tevgera sibe ra dixwazim…

Dostên me gurên di postê berx da bûne

Berê li zanîngehan faşîstan tim êrîş dibirin ser xwendevanên kurd. Lê di van salên dawî da, bi pêşketina tevgera kurd ya netwî ra li zanîngehan mitefîkekî nuh ji faşîstên tirk ra çê bû; ew jî komunîstên tirk in.
Ev demeke alîgir û endamên Partiya Kumunîst a Tirkiyê(TKP) li zanîngehan bi faşîstan ra bi daran, bi şûşan û kêran êrîşê dibin ser xwendevanên kurd û di her êrîşê da çend xwendevanên kurd birîndar dikin.
Îro dîsa li Stenbolê li hin zanîngeha êrîş birineser xwendevanê kurd çen xortên kurd giran birîndar kirine.
Pêşketina tevgera kurd ya netewî û daxwaza kurdan ya azadiyê bû weke kevirê mîhengê, dost û dijminên me baş ji hev gerand.
Berê gelek çep, komunîst, demokrat û dîndarên tirk di nava tevgera kurd da weke gurên di postê berx da bûn, gurbûna xwe vedişartin, xwe weke dost û dilxwaz nîşanî me didan.
Lê tevgera kurd ya netewî, postê wan ji wan kir û derket ortê ku ew ne berx in, ew gurên har yên devbixwîn in.
Berê azadbûna kurdan û daxwaza Kurdistana serbixwe tenê di gotinê da bû, teorî û xeyaleke pir dûr û ne mimkûn xuya bû. Loma çep, komunîst û dîndarên tirk, yanî gurên har ku postên berx li xwe kiribûn zêde dengê xwe nedikirin, digotin ji bo tiştê ne mimkûn ne hewceye ku em nabêna xwe bi kurdan ra xera bikin û wan ji xwe dûr xin, di qomaxeke pir zû da êrîşê bibin bibin ser wan û qêlên xwe nîşênaî wan bidin.
Lê dîrokê û tevgera kurd ya netewî ew zû deşîfre kirin û maskeya ser ruyê wan zû ket û ruyê wan yê cenawer derket ortê.
A ji ber vê yekê ye ku van komîstên tirk êdî pir vekirî bi hêzên faşîst ra, bi her kes û hêza li dijî kurdan ra tifaqê dike û êrîşê dibe ser kurdan.
Micadeleya netewî wiha ye, piştî demekê dost û dijminê meriv nîşanî meriv dide û meriv bêtir realîst dike.
Berê li zanîngehan zêdetir grûbên faşîst li dijî kurdan û tevgera kurd ya netewî hin çalakiyên prowakatîf li dar dixistin.
Nuha êdî endamên TKP-ê herroj bi bûyerên wiha xwendevanên kurd tahrîk dikin.
Lê carnan musîbetek ji hezar şîretê çêtir e, bi van bûyeran kurd ji hevalbend û dostên sexte yên durû xelas dibin.
Bi vê paqijiyê eniya kurdan paqijtir û saxlemtir dibe.
Bi van tecrûbe û serpêhatiyên tahl, kurd him dost û dijimên xwe ji hev digerînin û him jî dibînin ku dost û hevalên wan yên herî saxlem dîsa kurd bi xwe ne, dîwarê herî saxlem û herî qewî hêzên kurd in.
Dîwarê çepê tirkan ne ”dîwarekî” saxlem e, wek dîwarekî ji tepika ye, gava baran bibare dibe rêx, meriv nikane pişta xwe bispêrê…
Nimûneya TKP-ê îspata vê yekê ye.

Kund û Silêman Pêxember

Dibêjin rojekê Belqîz Xanimê ji mêrê xwe Silêman Pêxember ra got:

- Ez pir nexweş im, parsuyên min şikyane, ez nikanim li ser van doşegên hişk rakevim. Dibê tu ji min ra doşegeke nerm, yeka ji perê teyr û tuyan bidî çêkirin...

Di wî wext û zemanî da teyr û tû(balinde, çûk) hemû di bin dest û emrê Silêman Pêxember da bûn. Silêman Pêxember bi zar û zimanê wan zanîbû.
Silêman Pêxember rabû, çiqas çûk û teyr hebûn, ban hemûyan kir, got werin karekî minê pir muhîm bi we heye.

Teyr, çi biçûk, çi mezin giş çûn huzûra Silêman Pêxember, xwestin guhdarîya wî bikin, daxwaza wî bibihîzin.

Silêman Pêxember rabû mesele ji wan ra vekir. Got:

- Belqîz Xanim nexweş e, parsuyên wê şikyane, nikane li ser doşegên hiriyê rakeve. Dibê doşega wê ji perên we be, ji bo ku nerm be, dema li ser raket pasuyê wê neêşe. Lema jî dibê hûn hemû xwe birûçikînin, ji bo ku ez kanibibim ji Belqîz Xanimê ra doşegeke nerm çêkim.

Barçêmkê(şevşevokê, pelimokê) hema rabû zû zûka, berî hemû teyran xwe rûçikand, perên xwe da Silêman Pêxember û dûra jî got:

- Çêlikên min biçûk in, li mal bi tenê ne. Dibê ez zû herim. Ez nikanim heta dawiyê bisekinim.
Teyr û çêkên din jî hîn ref bi ref dihatin.
Silêman Pêxember got:


- Kî ma ye, kî nema ye?

Gotin wele tenê kund(bûm) ma ye.

Silêman Pêxember rabû delûce şand pê kund, lê kund nehat. Vê serhişkiya kund, Silêman Pêxember qeherand. Rabû îcar baz şand pê. Ji baz ra got:

- Heger nehat, bi zorê bîne.

Baz lêxist, çû ba kund, ji kund ra got:

- Law malxerab, tu çima nayê? Silêman Pêxember pir qeheriye, Xwedê zane ewê çi bîne serê te. Ku tu îcar jî neyê ewê te bikuje. Rabe em zû herin.

Kund ji mecbûrî rabû bi teqala baz ket û çû huzûra Silêman Pêxember. Silêman Pêxember bi xeyd û hinekî jî bi tinaz got:

- Hela bala xwe bide serê wî!

Kund got:
- Serê min serê mêra ye.

Silêman Pêxember li hember vê bersîva kund şaş ma, got:

- Tu çima nehatî?

Kund got:

- Hesabekî min hebû, min hesab dikir. Lema ez nehatim.

Silêman Pêxember got:

- Hesabê çi? Te çi dihesiband?

Kund got:

- Min hesabê mirî û zindîyan dikir. Min got hela ez mêze kim mirî pir in yan zindî?

Silêman Pêxember got:

- Baş e kîjan pir in, mirî yan zindî?

Kund got:

- Mirî pir in.

Silêman Pêxember got:

- Na, tu derewan dikî, zindî ji miriyan pirtir in.

Kund got:

Min sê mehan mirî û zindî hesibandin. Min dît ku mirî ji zindiyan zêdetir in. Ev yek.
Ya din jî min dît ku berxê li ber bizinê çiqasî şîr bixwe û mêrê li ber destê jinê çiqasî ji aqilê xwe razî be jî ew tim gêj in û kêmaqil in.

Silêman Pêxember di ciyê xwe da tevizî, lê xwe aciz nekir, bi rengekî matmayî got:

- Çawa?

Kund bi mêranî bersîva Silêman Pêxember da, got:

- Ma çi çawa? Te ev teyr hemû li vir kom kirine û tu dixwazî ji bo dereweke jina xwe gişan birûçikînî. Ma tu qet nafikirî ku sibe dema bibe berf û baran, sar û serma, ev teyr ewê çawa bikin û çawa bijîn? Ma ne gişên ji sermê û ji germê bimrin. Û dema teyr û tuyên dinyayê hemû bimrin, wê demê jî ewê mişk û mar, kêzik û bihuk dinyayê bikin serad û xera bikin.

Li ser van gotinên kund, Silêman Pêxember fêm kir ku ew neheq e, rabû teyr hemû azad kirin û nehîşt kes xwe birûçikîne.

Lê ji ber ku barçêmkê di serî da xwe zû rûçikandibû û çûbû, ew hîn û hîn jî rût û repal e û bi roj nikane derkeve der, tenê bi şev, dema dinya tarî dibe derdikeve.

Û ji bo vê wêrekî/cesûrî û biaqiliya kund, Silêman Pêxember rojê sê çûk kirin para kund, jê ra got:
- Ji nuha û pê ve rojê sê çûk para te ne.

Dibêjin ji hînga da ye kund rojê bi xwarina sê çûkan qîma xwe tîne.

22 mars 2011

"Sîleya" Sabahat Tuncelê Erdogan har kir...

Parlamentera BDP-ê Sabahat Tuncelê bi ”sîleya” xwe Anqere hejand.
Wek li gelek bajarên din, li Silopiyê jî pûlisan di Newrozê da bi panzêran û gazê êrîş birin ser gel. Gelek kes birîndar bûn.
Li ser van êrîşên pûlis yên kêfî û bêsebeb, parlementera BDP-ê Sebahat Tuncelê hew tehamul kir û di esneya minaqeşê da ”sîleyek” avêt ji qumsêr da.
Vê bûyerê Anqere rakir ser niga, wezîrê hundur Atalay bi gotinên gelkî ne xweş parlamenterên BDP-ê Bengî Yildiz û Sabah Tuncel rexne kir.
Serokwezîr Erdogan jî xwe tevî bûyerê kir û wî jî Tuncel him tehdît kir û him jî heqaret lê kir, gotinên bi serokwezîrekî nakeve jê ra got.
Lê li alî din him Erdoga û him jî wezîrê hundur Beşîr Atalay, bi yek gotinê be jî êrîşên pûlis rexne nekirin, tiştek li ser negotin. Ji dêlî vê, bang li mahkemeyan kir ji bo ku di heqê Sabahat Tuncelê da dozê vekin.
Erdogan derbarê ”sîleya” parlamenetera BDP-ê Tucelê da wiha got:
”Ma mebûsek dikane heysiyet û şerefa mebûsiyê hewqasî bigre bin nigan? Êdî wan bi xwe dest bi şîdetê kirine. Di bin xêliya masûmiyeta mebûsiyê da sîleavêtina ji pûlis da bi gotina herî sivik cilqî ye. Derbarê vê bûyerê da em dixwazin tavilê doz were vekirin. Hesabê vê cilqiyê di çarçeweya huqûqî da miheqeq were pirsîn.”
Ev gotinên Erdogan, bi rengekî eşkere midaxelaya edaletê û dadê ye. Serokwezîrê welatekî bang li dozgeran dike, dibê dozê vekin.
Erdogan gava mesele dibe kurd û BDP, fermanê radike û tavilê ban dozgeran dike. Lê dema mebûsên partiya wî li hember şexsan û pûlisan şîdetê bikar tînin qet dengê xwe nake.
Zebtên Meclîsê û yên pûlisan nîşan didin ku heta nuha gelek mebûsên AKP-ê jî tevî bûyerên wiha bûne, him li hember siwîlan û him jî li hemberî pûlis û mamûrên dewletê zor û şîdet bikar anîne....
Lê Erdogan yek carê jî ji ber van kirinên mebûsên xwe ne ew rexne kirine û ne jî ji bo dozvekirinê gazî dozgeran kiriye.
Min di telewîzyonê da dît, pûlisan li ciyê rehetiyê milet, bi taybetî jî hin grûb tahrîk û proveqe dikirin.
Newroz rojeke şahîyê ye, însan bi cil û bergên xwe yên xweş û netewî ji xwe ra bi kêf û şahî diherin qadên Newrozê.
Bi kesî ra sîleh tuneye, kes şer nake, kes li hev naxe. Yanî tu problemeke tuneye...
Lê li gel vê jî bi hezaran pûlisên bi cop, maske û bi panzer bi dor gel dikevin û însanan nerehet dikin, tahrîk dikin.
Di esasê xwe da tu sebeb tuneye ku hewqas pûlis û panzer bi dû milet kevin, dora qadên Newrozan bigrin û wan nerehet û tahrîk bikin.
Erdogan ji pûlisên xwe ra nabêje, hûn cima wiha dikin, hûn ji milet çi dixwzin?
Çima hûn bi hezaran, bi hewqas panzêr û maske, cop û mertal bi dû milet dikevin û dora wan digirin?
Ma herb e?
Wiha dikin ji ber ku dixwazin bûyeran derxin, milet çavtirsiyayî bikin, însanan bêzar bikin.
Heger bi rastî jî bixwazin bûyer dernekevin, ewê li ciyê rehetiyê bi hezaran pûlis û hewqas panzêran neşînin ser gel.
Heger hukûmet dixwaze bûyer dernekevin, dibê vê îcrîata pûlisan biguherîne û milet serbest û azad bihêlin.
Sîleya ku Tuncelê li ruyê qumsêr xist weke ku li ruyê Erdogan û dewleta wî keve, Erdogan wisa qebûl dike.
Û wisa ye jî.
Erdogan û hemû rêvebirên dewletê naxwazin kurd li hember dewletê cesûr hereket bikin, dest bibin xwe û dema hewce lêxin jî...
Ew dixwazin kurd li hember dewletê tim reben û hustuxwar bin, newêribin li hember cendirmeyekî dewletê rabin û doza mafê xwe bikin.
Lê ew dewran borî, kurdan ji zûdaye dîwarê tirsê hedimandine.
Copên pûlisan yên gav û saetê li ser serê kurdan radibin û datên Erdogan qet nerehet nake, lê "sîleya" Tuncelê wî dîn û har dike...

Îcar ev ji me kêm bû!Li gorî nûçeya kovara heftenameya Agosê, ku li Tirkiyê bi zimanê tirkî û ermenî tê weşandin, goya ermenî, tirk, kurd, suryanî û cihû li gorî testên DNA yê merivên hev in.
Xwedêgiravî li gor netîceyên lêkolînên ku ji aliyê navenda lêkolîna DNA yan Armenian DNA Projectê ve hatine kirin, koka ermeniyan, tirkan, kurdan, cihuyan û suryaniyan yek e, hemû merivên hev in.
Bi îdîayeke wiha tenê kenê meriv tê…
Tişt nema, îcar em û tirk bûn ”merivên” hev?
Ev, vireke pir mezin e û bi îhtîmaleke pir mezin tiliya tirkan di vê lokolînê da heye, tirkên bêkok, mahcir dixwazin xwe bikin merivên kurdan û xwediyê Kurdistanê.
Suryanî, ereb û cihû merivên hev in me fêm kir, ev rast e, lê kurd û tirk, cihû û suryanî dereweke mezin e.
Hema hezar DNA îspat bike jî ez merivantiya tirkan qebûl nakim û ji xwe ev yek ne rast e jî…
Xwendevanê bi navê Ayhan Taş gotiye, ”tirk digerin nagerin nikanin bavekî ji xwe ra bibînin”.
Berê ”gurê boz” dîtin, diyar e nuha jê aciz bûne, îcar dixwazin xwe bikin ehlê herêmê û merivên kurdan…
Bes bi Xwedê ne kurd tenê, kes wan weke merivê xwe qebûl nake. Çimkî zulm û neheqî li hemû gelên herêmê kirine.
Fêsadiya wan li herêmê û li Balkan li pey xwe hîştin hîn û hîn jî berdewam e û ewê tu carî jî neqede.
Lê rastiyeke heye ku li Tirkiyê tirkên bi eslên xwe tirk pir hindik in. Qala ji sedî dehê nufûsa Tirkiyê dikin.
Ev rast e.
Nufûsa din bi piranî xerîb in. Ew kesên ku îro ji xwe ra dibêjin ew tirk in, bi koka xwe ne tirk in, miletên balkanî, kafkasî, ereb, asûrî, ermenî û hinek jî jê kurd in…
Piranî mahcir in, lê beşekî ji kurdan, ereban, ermeniyanyan, cihû û asûriyan jî asîmîle bûne û xwedêgiravî bûne tirk.
Yanî donme ne. Hinekan him dîn û eslê xwe û hinekan jî tenê eslê xwe guhertine û bûne tirk.
Lê ev nayê wê maneyê ku kurd û tirk koka wan yek e û merivên hev in.
Ev, îspata wê yekê ye ku li Tirkiyê di esasê xwe da nufûsa tirkan pir hindik e, piraniya nufûsê xerîb in, ne tirk in…
Li Tirkiyê qala 20 milyon miletên balkanî dikin.
Kurd jî bi kêmanî 20 milyon hene.
Yên mayî jî ereb, bosnî, alban, ermenî, asûrî, suryanî, gurcî, çerkez, çeçen û hwd in…
Welehî hezar û yek DNA jî bibêjin tirk hurd û tirk merivên hev in ez bi xwe mervantiya Satilmiş Dîlbaz qebûl ankim….))!
Kî qebûl dike bira bike, lê ez nakim…

Mişkxatûn

Dibêjin hebû tunebû, mişkxatûnek hebû. Mişkxatûn yeka pir pozbilind û ji nava xwe razî bû. Wê xwe ji mişkan gişkan mezintir û kubartir didît.

Ji ber ku xwe pir mezin didît, lema jî bi tu mişkî qayil nedibû û pê ra nedizewicî, tim digot:

- Ezê bi yekî wiha ra bizewicim ku dibê ew xurt û bihêztirê dinyayê be, dibê tu kes ji wî ne bi hêztir û xurttir be. Ma çi qeweta mişkekî heye ku ez rabim pê ra bizewicim?

Rojekê mişkekî jê ra got:

- Baş e, tu her tim wiha dibêjî, wê demê bi ya te li dinyayê yê herî bi hêz kî ye?

Mişkxatûn demekê fikirî, dûra got:

-Ez dibêjim ewê ba be. Lema jî ez difikirim bi bê (ba) ra bizewicim. Ji ber ku ba kane daristanan kavil bike, qesir û qonaxan wek holikên zarokan bihedimîne.
Lema jî li dinyayê ew yê herî bi hêz e, kes ji wî bihêztir tuneye. A ji ber vê yekê jî ez dixwazim bi wî ra bizewicim.

Piştî van gotinan, mişkxatûnê rabû nabênciyek, elçîyek şand, daxwaza xwe gîhand bê.
Bê ji mişkê nabêncî pirsî, got:

- Ji bo çi mişkxatûna we dixwaze bi min ra bizewice?

Mişko got:

-Ji ber ku li dinyayê tu yê herî bi hêz î loma.

Ba keniya, got:

- Ev ne rast e, li dinyayê yê herî bi hêz ne ez im. Li vê daristana hember birceke çavdêriyê heye. Ev sed sal e li hember hemû hêza min li ber xwe dide, nahedime. Ez dikim nakim, ez nikanim wê hulşînim. Dema ez dixwazim wê bi ser hev da bihedimînim ya jî wek kertalekî bi hewa xim, ew bi min dikene, guveguv û vizeviza min jê ra dibe wek bayê baweşînkê, tu tesîrê lê nake.

Mişko çû ev gotinên bê ji mişkxatûnê ra got. Mişkxatûnê got:

- Wê demê ezê bi bircê ra bizewicim. Hema here vê daxwaza min bigihîne bircê.
Mişkê nabêncî îcar jî rabû çû ba bircê, tiştê jê ra hatibû gotin, pêşkêşî bircê kir...
Bircê jî wek bê got:

- Ji bo çi mişkxatûna we dixwaze bi min ra bizewice?

Mişko got:

- Ji ber ku li dinyayê kes ji te bi hêztir tuneye loma. Çimkî tu ji bê jî bi hêztir e.

Bircê got:

- Erê ez ji bê bi hêztir im. Lê li dinyayê ez ne ya herî bi hêztir im. Dawiya dawî, ezê jî rojekê tar û mar bibim û hilweşim. Hema carê çavên xwe li der û dora xwe bigerîne, tu yê bi çavê xwe bibînî ku kî ji min bi hêztir e…

Mişkê nabêncî çavên xwe li der û dora xwe gerand. Bala xwe dayê bavo çi bibîne, di her dera bircê da qulikên wek kewaran vebûne û terkên mezin lê ketine. Textên dîwaran, stûnên ku bircê li hewa digrin hemû kurrisîne. Bi kurtî her dera bircê bûye serad.
Bircê got:

-Ma tu nikanî texmîn bikî ku kê ez xistime vî halî?
Mişk ez xistime vî halî, mişk!
Here ji mişkxatûna xwe ra bibêje, bira bi yekî ji qewmê xwe ra bizewice. Dibê meriv xwe biçûk û xelkê pir mezin nebîne. Mişk ji kesî ne zeîftir û bêbêhêztir in.

21 mars 2011

Li Kurdistana bakur kurd heta nuha çima nebûn tirk?

Mamoste Ahmet Aliş çendakî berê bi min ra hevpeyvînek kir. Piştî sohbeta me, li ser pirsên wî ez hinekî fikirîm û min do ev nivîs jê ra şand.
Ez nivîsa xwe li jêr diwşînim.

”Merheba Ahmedê xoşewîst
Tu çawa yî, baş î?
Ez hêvî dikim ku siheta te li cî ye û xebata te baş dimeşe.
Piştî tu çû, li ser wan pirsên te ji min kirin, ez ji xwe ra hinekî fikirîm.

Meraqa tajî

Dibêjin rojekê mêrikê nêçîrvan(seydvan) wek her tim rabû çû nêçîrê. Piştî hinek ger, ji nişka ve kêrguyek(korgîyek) ji ber wî rabû. Bi bazdana kêrgu ra nêçîrvan tajiyê xwe bera ser piştê da.

Ha li vir, ha li wir, lê bê feyde bû, tajî nikanîbû bi teqala kêrgu keta.
Demeke dûr û dirêj hevdu gerandin, lê dawiya dawî bîn (bêhn) li tajî çikiya û dev ji kêrgu berda û destvala vegeriya ba xwediyê xwe.

Lê ev beza kêrgu jê ra bû meraq. Wê şevê xew neket çavên wî, ji xwe ra digot, lawo çawa ez tajî bim û nikanibim kêrguyekî bi qasî lepekî bigrim?

Dikir nedikir sebebê ev beza kêrgu fêm nedikir. Heta wê rojê kêrguyekî hewqasî beza nedîtibû.
Roja din serê sibehê zû, tajî îcar bê xwediyê xwe, bi tenê çû. Çimkî negirtina kêrgu jê ra bûbû derd, pê gelkî zor dihat.

Vir da geriya, wê da geriya, axirê dawiya dawî di nava daristanekê da rastî kêrgu hat...

Kêrgu wek roja berê dîsa da çindika û baz da. Tajî jî da ser piştê, dîsa ha li vir, ha li wir, lê piştî çend deqîqeyan tajî ew girt.

Û bi bêsebriyeke mezin jê ra got:
-Birakê kêrgu, ez ji te meztir û bezatir im, lê do min kir û nekir min nikanîbû tu bigirta, îcar îro min tu zû girt. Tu kanî ji min ra sebebê vê yekê bibêjî ?
Kêrgu got:

-Sebeb pir hêsa ye. Ji ber ku do te ne ji bo xwe, ji bo xelkê baz dida û min jî ji bo xwe baz dida. Lema jî te nikanîbû ez bigirtama.
Lê îro te ji bo xwe baz da, lema jî ez ji ber te xelas nebûm, te ez zû girtim.


Tajî dengê dernexis, kêrgu berda û berê xwe da malê…