Dibêjin rojekê Belqîz Xanimê ji mêrê xwe Silêman Pêxember ra got:
- Ez pir nexweş im, parsuyên min şikyane, ez nikanim li ser van doşegên hişk rakevim. Dibê tu ji min ra doşegeke nerm, yeka ji perê teyr û tuyan bidî çêkirin...
Di wî wext û zemanî da teyr û tû(balinde, çûk) hemû di bin dest û emrê Silêman Pêxember da bûn. Silêman Pêxember bi zar û zimanê wan zanîbû.
Silêman Pêxember rabû, çiqas çûk û teyr hebûn, ban hemûyan kir, got werin karekî minê pir muhîm bi we heye.
Teyr, çi biçûk, çi mezin giş çûn huzûra Silêman Pêxember, xwestin guhdarîya wî bikin, daxwaza wî bibihîzin.
Silêman Pêxember rabû mesele ji wan ra vekir. Got:
- Belqîz Xanim nexweş e, parsuyên wê şikyane, nikane li ser doşegên hiriyê rakeve. Dibê doşega wê ji perên we be, ji bo ku nerm be, dema li ser raket pasuyê wê neêşe. Lema jî dibê hûn hemû xwe birûçikînin, ji bo ku ez kanibibim ji Belqîz Xanimê ra doşegeke nerm çêkim.
Barçêmkê(şevşevokê, pelimokê) hema rabû zû zûka, berî hemû teyran xwe rûçikand, perên xwe da Silêman Pêxember û dûra jî got:
- Çêlikên min biçûk in, li mal bi tenê ne. Dibê ez zû herim. Ez nikanim heta dawiyê bisekinim.
Teyr û çêkên din jî hîn ref bi ref dihatin.
Silêman Pêxember got:
- Kî ma ye, kî nema ye?
Gotin wele tenê kund(bûm) ma ye.
Silêman Pêxember rabû delûce şand pê kund, lê kund nehat. Vê serhişkiya kund, Silêman Pêxember qeherand. Rabû îcar baz şand pê. Ji baz ra got:
- Heger nehat, bi zorê bîne.
Baz lêxist, çû ba kund, ji kund ra got:
- Law malxerab, tu çima nayê? Silêman Pêxember pir qeheriye, Xwedê zane ewê çi bîne serê te. Ku tu îcar jî neyê ewê te bikuje. Rabe em zû herin.
Kund ji mecbûrî rabû bi teqala baz ket û çû huzûra Silêman Pêxember. Silêman Pêxember bi xeyd û hinekî jî bi tinaz got:
- Hela bala xwe bide serê wî!
Kund got:
- Serê min serê mêra ye.
Silêman Pêxember li hember vê bersîva kund şaş ma, got:
- Tu çima nehatî?
Kund got:
- Hesabekî min hebû, min hesab dikir. Lema ez nehatim.
Silêman Pêxember got:
- Hesabê çi? Te çi dihesiband?
Kund got:
- Min hesabê mirî û zindîyan dikir. Min got hela ez mêze kim mirî pir in yan zindî?
Silêman Pêxember got:
- Baş e kîjan pir in, mirî yan zindî?
Kund got:
- Mirî pir in.
Silêman Pêxember got:
- Na, tu derewan dikî, zindî ji miriyan pirtir in.
Kund got:
Min sê mehan mirî û zindî hesibandin. Min dît ku mirî ji zindiyan zêdetir in. Ev yek.
Ya din jî min dît ku berxê li ber bizinê çiqasî şîr bixwe û mêrê li ber destê jinê çiqasî ji aqilê xwe razî be jî ew tim gêj in û kêmaqil in.
Silêman Pêxember di ciyê xwe da tevizî, lê xwe aciz nekir, bi rengekî matmayî got:
- Çawa?
Kund bi mêranî bersîva Silêman Pêxember da, got:
- Ma çi çawa? Te ev teyr hemû li vir kom kirine û tu dixwazî ji bo dereweke jina xwe gişan birûçikînî. Ma tu qet nafikirî ku sibe dema bibe berf û baran, sar û serma, ev teyr ewê çawa bikin û çawa bijîn? Ma ne gişên ji sermê û ji germê bimrin. Û dema teyr û tuyên dinyayê hemû bimrin, wê demê jî ewê mişk û mar, kêzik û bihuk dinyayê bikin serad û xera bikin.
Li ser van gotinên kund, Silêman Pêxember fêm kir ku ew neheq e, rabû teyr hemû azad kirin û nehîşt kes xwe birûçikîne.
Lê ji ber ku barçêmkê di serî da xwe zû rûçikandibû û çûbû, ew hîn û hîn jî rût û repal e û bi roj nikane derkeve der, tenê bi şev, dema dinya tarî dibe derdikeve.
Û ji bo vê wêrekî/cesûrî û biaqiliya kund, Silêman Pêxember rojê sê çûk kirin para kund, jê ra got:
- Ji nuha û pê ve rojê sê çûk para te ne.
Dibêjin ji hînga da ye kund rojê bi xwarina sê çûkan qîma xwe tîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar