Dibêjin hebû tunebû pîrek hebû. Pîrê rojekê dixwest tenûra xwe dade. Lê dikir nedikir tenûra wê vênediket.
Pif dikirê nedibû, qirş davêtê nedibû, dar davêtê nedibû, sergîn dida binî dîsa vênediket.
Pîra reben şaş mabû, nizanîbû ewê çi bike, tenûra xwe çawa vêxe? Pîrê hew carê mêze kir ku beytikek(çûkek) hat li kêleka wê venişt û jê ra got:
- Pîrê, a ji te ra vî qirşê bi nigê min ve bavîje tenûra xwe, ewê tavilê vêkeve.
Pîrê bi rengekî matmayî bala xwe da çûkê û jê ra got:
- De wê da her çûka heram! Ji vêsê (vê sibê) da ye min hewqas dar û qirş û sergîn daye binî vêneketiye, îcar ewê bi vî qirşikê te vêkeve !
Çûkê got:
- Hela carê biceribîne, dema vêneket wê demê heqê te heye.
Pîrê ji neçarî got baş e û rabû qirşikê çûkê avêt ji tenûrê da. Bi avêtina qirşik ra agirê tenûrê got gup û vêket.
Kêfa Pîrê pirr ji vê yekê ra hat, per tunebû ku pê bifiriya. Rabû nanê xwe lêxist û dûra jî tenûra xwe vemirand.
Piştî tenûr vemirand hew mêze kir ku wa ye çûk dîsa hat. Çûkê ji Pîrê ra got:
- Ka qirşikê min.
Pîrê şaş ma, got:
- Qirşê çi çûka kêmaqil? Qirşikê te min avêt ji tenûrê da û şewitand. Ma ezê çawa şirş bidim te?
Çûkê got:
- Ez qebûl nakim, ya tu yê qirşikê min bidî ya jî ji dêlê va tu yê heft nanan bidî min.
Pîrê bala xwe dayê ji bela çûkê xelas nabe, lema jî rabû heft nan danê.
Çûkê heft nanên xwe girtin, fir da xwe, hewa ket û çû.
Pir çû hindik çû, rastî çend şivanan hat. Mêze kir ku şivan kertalan di kefa şîr da dikin û dixwin. Çûkê ji şivanan ra got:
- Ma kertal bi şîr tê xwarin? A ji we ra heft nanên tenûrê, ji xwe ra di şîr da hûr bikin û têra dilê xwe bixun.
Şivanan jî gotin baş e, rabûn kertalên xwe avêtin û ji nuh ve ji xwe ra çend mîhî dotin, nanê xwe di şîr da hûr kirin û têr xwarin.
Piştî şivanan xwarina xwe qedandin, çûka dîsa bi paş da hat, ji şivanan ra got:
- Ka heft nanên min paş da bidin min.
Şivan jî wek pîrê matmayî man, gotin:
- Heyran nanê çi halê çi? Te nan da me, me jî xwar.
Çûkê got:
- Ez qebûl nakim. Ya hûnê heft nanên min bidin min ya jî heft beranan.
Şivanan nêrîn ku tu çareya wan tuneye, lema jî rabûn heft beran ji keriyên xwe veqetandin û dan çûkê.
Çûkê heft beranên xwe dan ber xwe û çû gundekî. Bala xwe dayê ku li gund dawet e, kêf û şahî ye.
Hinek wext derbas bû nanê dawetê hat.
Çûkê bala xwe dayê ji dêlî goşt ve req û beq dane ser birincê. Rabû ji xwediyên dawetê ra got:
- Wey mala we nekeve, ma req û beq jî tên xwarin? A ji we ra heft beranên kel, ji xwe ra şerjê bikin û bidin ser birincê. Bira mîvanên we têr goşt bixwin.
Malxuyên malê gotin wele pir baş e. Rabûn di cî da xwarina berê çêkiribûn giş rijandin, heft beranên xwe şerjê kirin û xwarineke xweş ji nuh ve çêkirin û dan ber mîvanên xwe.
Lê bîstek derbas bû nebû, çûk dîsa bi paş da vegeriya, got:
- Ka heft beranên min bidin min.
Mala dawetê got:
- Beranên çi halê çi? Me beranên te şerjê kirin û xwarin.
Çûkê got:
-Ez qebûl nakim.Ya hûnê heft beranên min bidin min ya jî ji dêlî wan ve hûnê bûkê bidin.
Xwediyên dawetê mêze kirin ku çareya wan tuneye, ji mecbûrî rabûn bûk dan çûkê.
Çûkê bûk girt û çû. Pirr çû hindik çû, bala xwe dayê wa ye şivanek li ser zinarekî rûniştiye û ji xwe ra bi heznîtî li bilûrê dixe.
Çûk çû ba şivên, jê ra got:
- Ho şivano! Ma tu naxwazî ez vê bûkê bidim te, tu jî wê bilûra xwe bidî min?
Şivên bi dilşadiyeke mezin got:
- Ser sera, ser çava, çima ez nadim.
Wiha got û rabû bilûra xwe da çûkê û çûkê jî bûk da wî.
Dûra jî çûkê firek da xwe, çû li ser dareke bilind venişt û dest pê kir, li bilûra xwe xist:
Tû tû tûûû, min qirşikê xwe da bi heft nanan
Tû tû tûûû, min heft nan dan bi heft beranan
Tû tû tûûû, min heft beran dan bi bûkekê
Tû tû tûûû, min bûk da bi bilûrekê
Tû tû tûûû...
Tû tû tûûû.....
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar