Li gelek gundên Mardînê, Dêrikê, Qezê, Wêranşarê ji serê
mehan e elektirîk û av tuneye. Ev çend sal in eynî tiştî dikin. Li pişt vê terora qutkirina avê û ceyaranê pilaneke dewletê heye.
Zeviyên xelkê, terşên xelkê, bîstan û bexçeyên
xelkê ji ber bêaviyê telef bûne. Milet perîşan e.
Bi sedhezaran însan di tariyê
da dijîn û hesretiya ava vexwarinê ne. Ev ne tiştekîm normal e. Dibê em giş bi hev ra tiştekî bikin.
Dewleta dagirker û neyarê qewmê kurd ji kêfî zulmeke nedîtî li me dike. Lê di vê zulmê da hedefeke wê heye.
