05 oktober 2017

Ji bo êrîşî ser Kurdistana Başûr bike Tirkiye pir dilezîne

Ji axaftina Erdogan ya Îranê çend nimûne.
”Tu referandûma çi dikî? Bêyî Îsraîl kes te nas nake. Biryara bi MOSSADê ra hetiye girtin ne meşrû ye.
Başûrê Bakurê Îraqê Tirkiye ye, rojhilatê wê Îran e, rojavayê wê Sûriye ye. Bakurê Îraqê referandûma çi çê dike?
Li Îraqê mixatabê me hukûmeta merkezî ye û em referandûmê ji kok da nemeşrû telaqî dikin.
Him Îran, him Tirkiye û him jî hukûmeta merkezî ya Îraqê ji nuha û pê da ewê ambargoyê girantir bikin.
Eynî wek viya li Sûriyê jî mekanîzmeke sêqolî heye. Li wir jî Îran, Rûsya û Tirkiye em merheleya Astanayê ye dimeşînin.”
Wek hûn dibînin ji serî heta dawî gotinên çort, xav, bêmistewa û ji zimanekî siyasî bêtir, zimanekî cahil û lûmpenwarî ye.
Rûhanî jî di eynî civînê da peyivî ye. Ew jî li dijî serxwebûna kurda ye. Lê wî wek Erdogan gef li kurdan nexwariye, gotinên çort û bêmistewa nekiriye. Meriv dibîne yek merivekî siyasî ye û yê din jî gelkî cahil e…

XXX
Yên şût tazî li erdê kurd in û yên ew xistine vî halî cendirmeyên tirk in. Tirkiye bi vî hawî him nemirovatiya xwe nîşan dide û him jî heyfa referandûma 25ê îlonê ji kurdan digre…
Cendirmeyên tirk li qeza Seydîkemera Mugalayê bi îdîa ew endamên PKKê ne wasiteyek disekinandine û 7 kurdên tê da girtine bin çavan û îşkence kirine.
Û dû ra jî hemû şût tazî kirine, destên hemûyan li paş pişta wan kelemçe kirine û li ser riya am dirêj kirine. Di laşên wan da şopa îşkencê xuya dike û xwîn diherike.



04 oktober 2017

Zanîngeha Ezherê jî li dijî azadiya kurdan derket

Zanîngeha(unîversîteya) El Ezherê bi beyanekê referandûma serxwebûna Kurdistanê red kiriye û gotiye ev planeke dagirkirina axa Îraqê ye. Lema jî ji Iraqiyan xwestiye ew li dijî vê planê rabin.
El Ezherê di beyana xwe da gotiye serxwebûna Kurdistanê perçekirina ”umetê” ye.
Ereb 22 dewletên wan hene ”Umeta Îslamê” perçe nekirine, 57 dewletên miletên musilman endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamî ne wan jî ”Umet” perçe nekirine. Lê heger kurd dewleta xwe ava bikin ”Umetê” perçe dikin.
Zanîngeh jî, alimên îslamê jî bi qasî dewletên xwe bêûjdan, bêexlaq û zalim in.
Daxwaza kurdan ya azadî û serxwebûnê bû kevirê mîhengê, eyarê kê çi ye û çend e baş ji hev gerand.
Me dît hemû ”umet” dijminê me ye, heta nuha yek dewleta musilman, yek alimekî îslamê, yek serokekî îslamî negotiye serxwebûn mafê kurda ye jî, avakirina dewleta xwe mafê miletê kurd e jî…
Yekîtiya Zanayên Kurdistanê bersiva El Ezherê daye û ev şêla Ezherê şermezar kiriye.
XXX
Erdogan li Îranê di civîna bi Rûhanî ra tim gotiye ”Bakurê Îraqê”, lê xanima tercumanî kiriye tim gotiye Kurdistan. Dû ra Erdogan aciz bûye û mijar guhertiye.
Hin kes biçûk hatine dinyayê û heta mirinê jî biçûk dimînin, tu kursî û meqam wan mezin nake.
Siyasetmedarên tirk nikanin bibêjin ”Kurdistan”, çimkî gava dibêjin Kurdistan navê Kurdistanê dibe histirî û di gewriya wan ra dihere…

XXX
Erdogan, li ser referandûma Kurdistana Başûr li Îranê gotiye ”Biryara Bakurê Îraqê ya bi Îsraîl ra girt ne meşrû ye.”
Wek xuya dike Erdogan dijminekî pir bêbext e. Serokê dewletekê ye lê belê wek cêbkêsanekî kuçê derewan dike.
Ji bo a kurdan reş bikin, ruyê xwe reş dikin.



XXX
Mam Celal di vê axaftina xwe ya sala 1992a da dibêje Kerkûk û hemû navçeyên Şingalê, Telafer, Zumar û Xaneqîn xaka pîroz ya Kurdistanê ye.
Kurd îro jî her van gotinên Mam Celalê xoşewîst dubare dikin.
Mamê hêja, bi wefata te hemû kurd xemgîn in. Li seranserê Kurdistanê û dinyayê bi milyonan kurd xoşewîstî û wefadariya xwe aresteyî te dikin...
Gelê kurd ewê tu carî ked û xebata te ya ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê ji bîr neke...
Tu yê her dilê gelê xwe da bijî....

Dijminên me gelkî qeleş û namerd in

Serokê, hukûmeta, partiya bi minasebeta wefata Mam Celal ji YNKê û ji malbata wî ra bi nivîskî sersaxiyê nexwaze, mesaja sersaxiyê belav neke, bizanin ew kes, ew hukûmet û ew partî ji kurdan nefret dike…
Li gorî Rûdawê nivîseye serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi minasebeta wefata Celal Talabnî bi riya telefonê pêwendî bi malbata Mam Celal ra daniye û ji xanima wî Hêro Îbrahîm Ehmed xanimê û ji lawê wî Qubad Talebanî ra serxsaxî xwestiye.
Bi dîtina min Erdogan naxwaze bi nivîskî pesnê Mam Celal bide û di heqê wî da gotineke baş bibêje.
Lema jî heta nuha mesajeke sersaxiyê belav nekiriye.
Û bi texmîna min Erdogan ewê beyaneke sersaxiyê ya nivîskî belav neke jî…
Çimkî gava beyanê bide dibê pesnê Mam Celal bide, dibê di heqê wî da bi kêmanî çend peyvên pozîtîf bibêje.
Lê Erdogan naxwaze bi yek gotinê jî bi başî qala Mam Celal bike. Lema telefon kiriye.
Çimkî ew ji Mam Celal jî û ji hemû serokên kurdan nefret dike. Ji bo wê jî ez dibêjim ewê bi nivîskî tu mesajên sersaxiyê belav neke.
Lema jî ji dêlî beyaneke sersaxiyê telefon kiriye.
Telefon him nabe belge û ji tarîxê ra namîne û him jî meriv dîtin û hestên xwe yên di heqê kesê mirî da nabêje, meriv tenê dibêje serê we sax be, filan bîvan…
Lê di mesaja nivîskî da meriv mecbûr e hin tiştan bibêje.
Bi îhtîmaleke mezin Bînalî Yildirim û Çavuşoglu jî ewê mesajên sersaxiyê belav nakin.
Wa ye heta nuha belav nekirine.
Heger yê wefatkirî ne Mam Celal, serokekî ereb ya jî faris bûya nuha Erdogan, Bînalî Yildirim û hemû partî serokên tirkan mesajên sersaxiyê yên pir dilsozane belav kiribûn.
Lê ji ber yê wefat kiriye serokekî kurd e, partî û serokên tirkan hîn tu mesajên sesaxiyê belav nekirine.
Helbet ev texmîna min e. Belkî ez şaş difikirim. Heta sibe emê bibînin...

03 oktober 2017

Çi heyf îro Mam Celal xatir ji me û ji dinyayê xwest...

Miletê kurd siyasetmedar û serokekî mezin û bêhempa, Mam Celal wenda kir
Celal Talabanî, bi navê wî yê meşhûr Mam Celal, siyasetmedar û serokê bi nav û deng îro di 84 saliya xwe da çû rahmetê.
Miletê kurd siyasetmedar û serokekî pir mezin wenda kir. Dewsa wî zû bi zû nayê dagirtin.
Mam Celal pêşmerge, siyasetmedar û serokekî pir îstîsna û hewqasî jî mezin bû.
Mam Celal ewê tim wek siyasetmedarekî jîr û lîderekî xwedî armanc û vîzyon were bibîranîn.
Di jiyana xwe ya siyasî da wî tesîr li bi sedhezaran keç û xortên kir û ji wan ra bû rêber û sembolê liberxwedanê.
Ew siyasetmedarekî xwedî xeyalên mezin bû, kanîbû tişt ji tunebûnê bixuliqanda û bawerî bida îansanan.
Dost jî û dijmin jî nikane vê mezinahiya Mam Celal înkar bike. Tarîx ewê viya binivîse.
Celal Talabanî di tarîxa kurdan ya nêz da roleke mezin lîst û mîrat û şopeke kûr li dû xwe hîşt.
Gelê kurd û hevalên wî ewê vê ked û xebata Mam Celal tu carî ji bîr nekin û her tim bi hurmet bibîr bînin.
Di van rojên giran da miletê kurd siyasetmedar û serokekî jîr, hêja û mezin wenda kir.
Bira serê miletê kurd, YNKê û hemû dost hevalên wî sax be, Xwedê sebrê bide xanima wî Hêro Xanê û zarokên wî…



Heta kurd ev kurd bin Erdogan ewê tu carî dev ji neyartiya me bernede

Piştî serokerkanê Tirkiyê Hulûsî Akar, sibe jî serokkomar Erdogan ji bo li hemberî kurdan bi Îranê ra hin biryaran bigrin û bi hev ra hin dek û dolaban bigerînin û hin projeyan têxin praktîkê diçe Tehranê.
Erdogan li hemberî kurdan ne bi Îranê tenê ra, bi her kesî ra, heta bi îblîs ra jî hevkariyê dike.
Gava mesele dibe kurd û Kurdistan neyarên me tavilê hemû dijayetiyên xwe didin aliyekî, şerê nabêna xwe radiwestînin û bi hev ra êrîşî kurdan dikin.
Helbet Îraq jî di nava vê cepheya antî-kurd da ye. Bi îhtîmaleke mezin Tirkiye û Îran dixwazin bi hev ra, her yek ji aliyekî da alîkarî û destegê bidin Îraqê ji bo ku êrîşî kurdan bikin.
Bala xwe bidinê hîn jî yek kurdî ji AKPê îstîfa nekiriye. Gava kurd hewqasî tirsonek û bêxîret hereket dikin, Erdogan bêtir cesaretê digre û bêtir êrîşî kurdan dike.
Heger hemû parlamenter û wezîrên kurd yên nava AKPê îstîfa kiribûna, heger bi hezaran kurdî ji AKPê îdtîfa kiribûna Erdogan ewê hinekî frên bikira û hewqasî vekirî êrîşî kurdan nekira.
Lê gava mêrik dibîne kurdên AKPê bêxîret in, sil in, lema jî dilê wî çawa dixwaze wer hereket dike.

XXX
Qeyûmê belediya Diyarbekrê navê Mehmet Ûzûn daxist û peykerê wî jî rakir
Qeyûmê(mamûrê dewletê tayin kiriye)Belediya Diyarbekrê Serdar Kartal tabelaya navê Mehmet Ûzûn li ser daxistiye û peykerê wî jî ji parkê rakiriye.
Tê bîra we demakê Bulent Arinç, wezîr û parlamenterên AKPê ji Mehmet Ûzûn çiqasî hez dikirin û çiqasî pesnê wî didan…
Lê nuha tehamulî navê wî jî nakin…
Tirk ev in….
Lê hinekên me jî pir zû dixapin…



Gerek sîxurên Tirkiyê hewqasî bi rehetî nebin nivîskarên me

Rojnamevanê bi navê Çetîner Çetîn li dijî kurdên Başûr nivîseke pir neyarana nivîsî ye. Bi kêfxweşî dibêje Tirkiye û Îran ewê piştgiriyê bidin Îraqê ji bo ku êrîşî ser Kerkûkê û Kurdistanê bikin.
Çetîner Çetîn ji Kurdistana Bakur e, lê belê nizanim ji çi miletî ye. Kane ereb ya jî tirk be.
Lê kane kurd be jî. Çimkî kurdên bûne cahş û sîxurên Tirkiyê pir in.
Çetîner Çetîn, neyarekî miletê kurd yê pir har û tahlûke ye, bi fikrên xwe ji Devlet Bahçelîyê faşîst ne kêmtir e, gurekî devbixwîn e, bi ya wî be dibê Tikriye hemû kurdan qir bike.
Heta nuha xwe wek neyarê PKKê û PYDê û dostê Barzanî û kurdên başûr nîşan dida. Û kurdên Başûr jî bi durûtiya Çetîner dixapiyan.
Gava hin kurdên Bakur ji kurdên Başûr digotin Çetîner Çetîn merivekî tarî û tahlûke ye, qebûl nedikirin.
Lê nuha derket ortê bi qasî Çetîner neyarê PKKê û PYDê ye, hewqasî jî neyarê PDKê, YNKê û kurdên Başûr e jî.
Ji xwe yê dijminê PKKê û YPGê be, bixwaze ew werin mehûkirin, ne mikûn e bibe dostê Barzanî kurdên Başûr.
Ez nuha fêr bûm Çetîner Çetîn nivîskarê Kurdistan 24 û yekî nêzî Rûdawê ye. Û di eynî wextê d ajî nivîskarê rojnameya tirk ya faşîst Turkiyê ye.
Yanî mêrik him zilamê dewletê ye û him jî nivîskarekî medyaya PDKê ye.
Aqilê meriv disekine.


Heta nuha di heqê Çetîner Çetîn da ez ne xwediyê van agahiyan bûm. Min nizanîbû ew nivîskarê Kurdistan 24ê û nêzî Rûdawê ye. Ez matmayî mam.
Min çend caran di telewîzyonên tirkan da li Çetîner Çetîn guhdarî kir. Ji faşîstan bêtir dixwest Tirkiye here têkeve Kurdistana rojava û şerê kurdan bike. Wek neyarekî har û şerxwaz gelkî neyartiya kurdên bakur û rojava dikir.
Ya din nivîskarekî rojnameya Turkiye çawa kane bibe nivîskarê Kuristan 24ê jî aqilê min nagre.
Di her debatê da Çetîner neyartiya xwe ya bi kurdan ra nîşan dida, hertim wek zilam û sîxurekî Tirkiyê dipeyivî. Çetîner zilamtiya xwe ya Tirkiyê qet venaşêre. Meriv carê lê guhdarî bike bes e, meriv fêm dike sîxurekî Tirkiyê ye.
Tiştê ez dibînim PDKê zilamekî, ajanekî dewleta tirk kiriye nava medyaya xwe û li ser xwe xwedî(bêslî) kiriye...
Bi baweriya nivîskariya Çetîner Çetîn ya Kurdistan 24ê skandaleke pir mezin e....

Sefîrê filistînî jî li dijî serxwebûna kurda ye

Li gorî Sitkî Zîlan nivîsîye, Sefîrê(balyozê)Filistînê yê Îraqê Ehmed Eqîl gotiye, ”Referandûma serxwebûna Kurdistanê komployeke Îsraîl e. Em li dijî referandûmê û serxwebûnê ne.”
Ev ne cara pêşî ye filistînî beyanên li dijî kurdan û serxwebûna kurdan didin.
Di nava gelê filistînî û siyasetmedarên wan da belkî yek dilxwaz û piştgirê serxwebûna kurdan tuneye, lê bi milyonan kurd ji bo serxwebûna flistîniyan xwe perçe dikin û ji filistîniyan bêtir neyartiya Îsraîl dikin…
Bi kurtî em kurd zêde dilpak û hinekî xêv û kêmaqil in, dilxwaz û dilnexwazên xwe, dost û dijminên xwe baş nas nakin

XXX
Manşeta malpereke tirk wiha ye:
” Nuha bira Barzanî bifikire. Tehdîta ortax, menfaeta ortax.”
Yanî kurd him ji bo Îranê û him jî ji bo Tirkiyê tehdît in. Û êrîşkirina ser kurdan jî di berjewendiya herdu dewletan da ye.
Ji bo ku herdu dewletên zalim û zebelih li hemberî miletekî wek kurdan mezlûm bûne yek ji kêfa direqisin…
Kuştina kurdan wan kêfxweş dike….



XXX
Li Tirkiyê gava mesele dibe kurd û Kurdistan îdolojî û fikrên cihê, siyaset û partiyên cihê hemû ferqîyet û nakokiyên xwe didin aliyekî û li hemberî kurdan dibin yek, tavilê dibin cepheyeke millî.
Îro em bala xwe didinê partiyên ODP û VP ya çep û komunîst, MHP ya faşîst, AKP ya Îslamîst û CHP ya sosyal demokrat hemû ferqîyetên xwe yên siyasî û îdeolojîk dane aliyekî û bi hev ra êrîşî kurdan dikin, li dijî serxwebûna kurdên Başûr derdikevin.
Lê em kurd ji vê cepheya li hemberî xwe ibretê nagrin û nabin yek. Û ev bêtifaqiya me jî cesaretê dide dijminên me.

02 oktober 2017

Qebûlkirina şaşiya xwe îspata dilpakiyê ye

Di siyasetê da her kes kane şaşiyê bike û tiştê şaş bibêje. Ya muhîm û dirist gava şaşiya meriv derket ortê û îdîayên meriv pûç derketin dibê meriv şaşiya xwe qebûl bike.
Berî referandûma 25ê îlonê hin kesan gotin ”referandûm projeyeke Tirkiyê ye.”
Nuha derket ortê ev îdîa, ev texmîn ne rast e, bêbingeh e.
Tirkiye wa ye dike bi Îranê ra li hemberî kurdên Başûr herbê îlan bike.
Esas bi baweriya min Tirkiye ji xwe di sê cepheyan da, li bakur û rojava û nuha jî li başûr bi kurdan ra di şer da ye.
Lema jî kurdên berî referandûmê gotin ”referandûm proje û planeke Tirkiyê ye” dibê nuha uzrê xwe ji kurdan bixwazin û şaşiya xwe qebûl bikin, bibêjin weleh tiştê me texmîn dikir ne rast bûye.
Yê samîmî, dirist û nêtpaqij gerek viya bibêje.
Normal e meriv kane şaşiyê bike. Lê gava şaşiya meriv îspat bû, gerek meriv qebûl bike, bibêje ew îdîa min ne rast bû.
Wê demê her kesê bibîne xwediyên îdîayê ne merivên nêtxerab in.
Lê gava xwediyên vê îdîayê çewtiya xwe qebûl nekin, wê demê meriv nikane ji dilsozî û samîmîyeta wan bawer be.
Bi kurtî qebûlkrina şaşiya xwe fezîleteke, îspata dilpakiyê ye. Di şaşiya xwe da israr û înat nake...

XXX


Dijminên me pir û hov in û dostên me jî pir hindik in û yên hene jî tirsonek in.
Lê dîsa jî emê bi ser kevin.
Çimkî em bindestiyê qebûl nakin, me biryar daye emê azad û serbixwe bibin...

01 oktober 2017

Hin kesên xwefiroş henekên xwe bi aqilê kurdan dikin

Yê ev xebera Rûdawê çêkiriye miheqeq xulamê Erdogan û zilamê Tirkiyê ye
Erdogan di axaftina xwe da serxwebûna kurdan şibandiye ”bîreke fîtne û fêsadiyê”, kurd bi îşxalê tehdît kiriye, lê Rûdawê di xeberê da qet qala van gotnên Erdogan nekiriye.
Ji dêlî van gotin û gefên Erdogan derxe pêş, bike sernivîs, bi sextekariyeke mezin ev gotinên Erdogan belovacî kiriye, gotiye ”em amadene alîkarîyê bidin birayên xwe yên kurdên Iraqê.”
Yanî him sernivîsa xeberê û him jî naveroka xeberê dezînformasyon e, armanc xapandina kurda ye û şîrîn nîşandana Erdogan û Tirkiyê ye.
Ev karê kesên ajan e.
Rûdaw bi vê xeberê dijmin kiriye dost, gur kiriye berx, mar kiriye marîjok. Kurdekî saxlem û dilpak vê sernivîsê nanivîse. Ev karê merivên tarî ye...
Û ev ne cara pêşî ye Rûdaw wiha dike...
Bi kurtî vê xeberê verşiya min anî.
Tufî li ruyê we !
Çend qurişên pîs yê Tirkiye dide we serê we bixwe...
Meriv ne zilamê Erdogan û Tirkiyê be xebereke wiha çênake, vê manîplasyonê nake….
Nalet li kurdê xiyanetê bi gelê xwe ra dike were...

XXX
Hin kurdên başûr hene hîn jî Bulent Arinç, Abdullah Gul û Ahmet Davutoglu ji bo kurdan ji Erdogan baştir dibînin.
Fena meriv Malikî, Allawî û Caferî ji Abadî baştir bibîne û ji wan hêviyekê bike...
Li hemberî dîtinên wiha ez bi xwe matmayî dimînim.
Bi baweriya min şermeke mezin e kurd hîn jî hêvîyekê ji van neyarên xwe bikin û navên wan bi başî bigrin devê xwe...

XXX


Heta nuha min nedîtiye cîranekî Katalonyayê li dijî referandûmê derketibe û gotibe em qebûl nakin Katalonya serxwebûna xwe îlan bike.
Lê hemû cîranên kurdan ji kurdan ra dibêjin.
Sebebê vê hemû cîranên kurdan dijmin in. Lema jî bi qasî Îraqê li dijî serxwebûna murdan in.