Li gorî Sitkî Zîlan nivîsîye, Sefîrê(balyozê)Filistînê yê
Îraqê Ehmed Eqîl gotiye, ”Referandûma serxwebûna Kurdistanê komployeke Îsraîl
e. Em li dijî referandûmê û serxwebûnê ne.”
Ev ne cara pêşî ye filistînî beyanên li dijî kurdan û serxwebûna kurdan didin.
Di nava gelê filistînî û siyasetmedarên wan da belkî yek dilxwaz û piştgirê serxwebûna kurdan tuneye, lê bi milyonan kurd ji bo serxwebûna flistîniyan xwe perçe dikin û ji filistîniyan bêtir neyartiya Îsraîl dikin…
Bi kurtî em kurd zêde dilpak û hinekî xêv û kêmaqil in, dilxwaz û dilnexwazên xwe, dost û dijminên xwe baş nas nakin

XXX
Manşeta malpereke tirk wiha ye:
” Nuha bira Barzanî bifikire. Tehdîta ortax, menfaeta ortax.”

Yanî kurd him ji bo Îranê û him jî ji bo Tirkiyê tehdît in.
Û êrîşkirina ser kurdan jî di berjewendiya herdu dewletan da ye.
Ji bo ku herdu dewletên zalim û zebelih li hemberî miletekî wek kurdan mezlûm bûne yek ji kêfa direqisin…
Kuştina kurdan wan kêfxweş dike….

Li Tirkiyê gava mesele dibe kurd û Kurdistan îdolojî û fikrên cihê, siyaset û partiyên cihê hemû ferqîyet û nakokiyên xwe didin aliyekî û li hemberî kurdan dibin yek, tavilê dibin cepheyeke millî.
Îro em bala xwe didinê partiyên ODP û VP ya çep û komunîst, MHP ya faşîst, AKP ya Îslamîst û CHP ya sosyal demokrat hemû ferqîyetên xwe yên siyasî û îdeolojîk dane aliyekî û bi hev ra êrîşî kurdan dikin, li dijî serxwebûna kurdên Başûr derdikevin.
Lê em kurd ji vê cepheya li hemberî xwe ibretê nagrin û nabin yek. Û ev bêtifaqiya me jî cesaretê dide dijminên me.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar