05 juli 2017

Ey gernasê miletê kurd, em te bi hurmet bibîr tînin

Ey gernasê miletê kurd û şehîdê kurd û Kurdistanê, ez te bi hurmeteke mezin bibîr tînim !
Endamê DDKDê û KÎPê û serokê HEPê yê Diyarbekrê, welatperwer û gernasê miletê kurd û kelemê çavê dijminan Wedat Aydin, 26 sal berê, di 5-ê temûza 1991ê da li Diyarbekrê bi şev ji alî qatilên dewletê ve ji mala xwe hate revandin û bi bêbextî, bi qeleşî û hovîtiyeke mezin qetil qetilkirin. Termê wî di 8ê temûzê da li nêzî Madenê hat ditin.
Cenazê wî di 10ê temûzê da li Diyarbekrê bi kîtleyeke dehhezaran hat rakirin. Hêzên dewletê gel gulebaran kir û di êrîşê da 6 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Qetilkirina Wedat Aydin û qetlïama di merasima cenazeyê wî da bû destpêka bi hezaran cînayetên dewlwetê.
Îro 26-emîn salvegera vî gernas û canfîdayê lawê kurd Wedat Aydin e.
Ez vê roja şehîdbûna vî kurdperwerê mezin û qehremanê ziravpiling da wî bi xoşewîstî û bi hurmeteke mezin bibîr tînim û serê xwe li ber gernasî û têkoşîna wî ditewînim.
Wedat Aydin, kurdperwerekî xebatkar, bi xîret, canfîda û bêperwa bû, ew kelemê nava çavê neyaran bû, xwediyê doza xwe û mêrekî dilpola bû, çavê xwe ji felkê nedikuta, di rojên herî giran da tim di nava gelê xwe da di refên pêşî da bû.
Bi tena serê xwe dajot ser çeper û kemînên dijmin û ew ji hev tarûmar dikir.
Vê cesaret û bêperwatiya Wedat Aydin, dijmin gelkî nerehet dikir û loma jî gelek caran ew girtin, avêtin zindanê, gef lê xwarin, lê wî tu carî dev ji xebata xwe berneda û loma jî ew qetilkirin.
Wedat Aydin, yek ji wan gernas û canfîdayê miletê kurd bû ku di bin îşkenceyên herî giran da, di zindana Diyarbekrê da tu carî ji ber dijmin danexwar û serê xwe netewand.
Piştî derketina ji hefsê jî wî xwe neda alî û dev ji xebat û têkoşîna azadî û serxwebûna gelê xwe berneda, di nava xebata demokratîk û legal da di refêrên herî pêşî da ciyê xwe girt û heta roja şehîd ket têkoşîna xwe domand.
Wedat Aydin, şehîdê miletê kurd e. Em hevalên wî yên têkoşînê û gelê kurd Wedat Aydin û hemû şehîdên doza kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nakin.
Wedat Aydin û hemû şehîdên doza Kurdistanê di dilê me da dijîn û em bi hurmet hemûyan bibîr tînin û soz didin emê ala wan tu carî li erdê nehêlin û Kurdistana ku wan ji bo wê canên xwe feda kirin emê miheqeq rizgar bikin.
Ez lehengê kur û Kuristanê, mêrxasê bi nav û deng Wedat Aydin, bi hurmeteke mezin û bi hezkirineke kûr û bêsînor di 26 saliya şehadeta wî da bibîr tînim.
Wedat Aydin û hemû şehîdên Kurdistanê nemir in…
Emê miheqeq hesab ji qatilan û ji yên emir dan wan bipirsin. Ew roj ne dûr e, roj bi bi roj nêz dibe...

04 juli 2017

Li gorî tarîxzanê tirk Dêra Ayasofya "heqê şûrê" wan e

Murad Bardakçi: Muzeya Ayasofyayê heqê şûrê me ye !
Mûrad Bardakçi yê yek ji tarîxzanê tirk yê bi nav û deng e.
A vî tarîxzanê tirk do di telewîzyona CNNê got gerek Muzeya Ayasofyayê di demeke herî kin da ji sinifa muzetiyê derkeve û bibe mizgeft. Çimkî “Ayasofya sembola heqê şûr” e.
Hakan Çelîkê rojnamevan û moderatorê programê li dijî vê gotina Murad Bardakçi derket û got:
“Li Tirkiyê 80 hezar mizgeft/camî hene, ma ne bes e?”
Mûrad Bardakçi bi hêrs îtîraz kir û got:
“Sembolê bi hejmarê û heban ve tevhev neke. Di îslamiyetê da tiştekî bi navê ´HEQÊ ŞÛR´ heye. Ayasofya ´heqê şûr´ e. Hûn dibêjin 80 hezar mizgeft hene. Kîjan mizgeft sembola fetha Stenbolê ye? Hela nîşanî min bide. Mizgefteke din ya fetha Stenbolê sembolîze bike tuneye, nabe Ayasofya bêyî mizgeftê ji bo tiştekî din were bikaranîn. Dibê bibe mizgeft. Bi hinekan pir zor tê, çimkî sembola fetha Stenbolê ye.”
“Heqê şûr” çi ye?
 Gava osamniyan welatek feth yanî  îşxal, dagir dikirin, piştî serketinê sultanê osmanî ew welat, ew bajar, ew herêm dida qumandarê ew bajar, ew welat feth kiribû.
Û ji bo talana mal û milkên xelkê û tecawizî namûsa erz û eyalên wan kirinê jî 3 roj molet didan eskeran.
Ji eskeran ra digotin heta 3 roja destê we ji we ra, bajar  tevî însanên xwe yê we ye, hûn çi dikin bikin.
Û eskeran jî 3 rojan him mal û milkên xelkê talan dikirin û him jî dest davêjin namûsa xelkê û wek celadan însan dikuştin.
A navê  vê talankariyê û barbariyê kiribûn “kiliç hakki” yanî heqê şûr...
Murad Bardakçi jî dibêje Ayasofya “heqê şûrê” me ye, sembola îşxala me ye. Lema jî dibê Ayasofya ne wek dêr, ne jî wek muze nemîne, gerek bibe mizgeft.
 Wek tê zanîn Ayasofya, dêreke, katedraleke Împaratoriya Romaya Rojhilat bû û hemû hukumdarên Bîzansê li Ayasofyayê tac didan serê xwe.
Ayasofya di sala 360î da ji Împarator Konstantîos( 337-361) ve wek dêr hat avakirin.
Navê Ayasofyayê bi yûnanî, “Aγία Σοφία”, bi latînî jî “Sancta Sophia” ye...
Di sala 1453a da gava osmaniyan Stenbol, bi navê wê yê eslî Konstantinopolis îşxal kirin, Fatîh Sultan Mehmet Ayasofya kir mizgeft. Û ji bo ku mozaîk û fîgurên însên xuya nekin, ser hemû fîguran da sewax kirin.
Ayasofya heta sala 1935a wek mizgeft bikar anîn.
Lê di sala 1935a da kirin muze û hata nuha jî muze ye. Lê tirk dixwazin dîsa bikin mizgeft...






Hukûmeta AKPê navê belediya Dêrsimê dîsa kir tirkî- "Tunceli Belediyesi" !

Hukûmeta AKPê navê belediya Dêrsimê dîsa guhert û kir tirkî- "Tunceli Belediyesi" !
Qeyûmê hukûmeta AKPê(mamûrê dewletê) navê Şarederiya Dêrsimê guhert, dîsa kir ”Tunceli Belediyesî” !
Çend sal berê AKPê ji bo xapandinê xwedêgiravî guhertina navan qebûl kir û navê ”Tunceliyê” bû Dêrsim.
Lê eynî hukûmetê wa ye navê Dêrsimê dîsa rakiriye û cardin kiriye ”Tuncelî” !
Meclîsa belediya Dêrsimê di sala 2010 da bi biryarekê navê Tunceliyê guhert û kir Dêrsim.
Navê belediyê jî ji dêlî ”Belediya Tunceliyê”, bû Belediya/şarederiya Dêrsimê.
Qeyûmê hukûmet AKPê wa ye tabeleya ”Şaraderiya Dêrsimê” rakiriye û di derwsa wê da ”Tuncelî Belediyesî” yanî Belesiya Tuneceliyê nivîs ye.
Dawiya derewan û xapandinê hat, kum ket û serê gurrî derket ortê.
Hukûmeteke li dijî kurdan, serokekî neyarê kurdan bêguman ewê navê Dêrsimê bikin Tuncelî.
Tiştê 7 sal berê dihat gotin sextekarî û durûtî bû, ji bo xapandinê û rayan bû. Nuha êdî hewcedariya durûtiyê jî nabînin, çi difikirin wiya vekirî dibêjin û dixin praktîkê…
Weke tê zanîn berê jî qeyûmên hukûmeta AKPê li gelek deran navên kurdî guhertin û hemû sembolên kurdî rakirin.
Herî dawî di 22ê hezîranê da qeyûmê belediya Bazîdê li Parka Ehmedê Xanî peykerê Ehmedê Xanî hilweşandibû.
Nuha jî dora Dêrsiimê ye



Li gorî swêdiyan êdî dem hatiye ez wesîyetnameya xwe binivîsînim

Li gorî swêdiyan êdî wext hatiye ez haziriya xwe ya mirinê bikim û wesîyetnameya xwe binivîsim.

Buroya huqûqnasan ”sthlm justicia” ya ji xelkê ra wesîyetname, wekaletname û tiştên wiha dinivîsine îro ji min ra pêşniyazek, teklîfek şandiye, gotiyê êdî wext hatiye tu wesîyetnameya xwe binivîsînî.

Yanî êdî mirina te nêz e, bira haya te jê hebe...

03 juli 2017

Em hindik in ew pir in lê dîsa jî emê qezenc bikin

Serlîhildanên kurdan yên li hemberî dewleta sefawî, Osmanî, ereb, faris û tirkan pir kevn e.
Lê heger em ji serîhildana Evdirehman Paşayê Baban(1806-1808) bigrin ev 209 sal in, na heger em ji serîhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî(1880) bigrin tam ev 137 sal in li hemberî ereb, tirk û farisan û dewletên wan yên zebelih û xwînxar kurdan ji bo azadî û serxwebûna xwe şerekî bênabên dane û hîn jî didin.
Esas meriv kane xebat û micadela kurdan ya ji bo serxwebûnê û dewleteke kurd hîn jî paş da bibe, ji sedsala 17a, ji Emedê Xanî (1650-1707)yê mezin bide destpêkirin.
Çimkî bavê nasyonalîzma kurdî Ehmedê Xanî ye, tu kurdî bi qasî wî ji bo avakirina dewleteke kurd li kurdan nekiriye gazî û hawar.
Hîn di sedsala 17a da Emedê Xanî  ji bo avakirina dewleteke kurd li kurdan dike qîrîn û hawar, dibîêje yekîtiya xwe çêkin û ji bindestiyê xelas bibin û hûn jî wek tirk û ereb û ecem bibin xwedî dewlet.
Xanîyê nemir dibêje:

"Ez mame di hikmeta Xwedê de.
Kurmanc di dewleta dinê de.
Aya bi çi wechî mane mehrûm.
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm
 Ger dê hebûya me itîfaqek
Vêk re bikira me inqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet
 Gerdê hebûya me padîşahek
Layiq bidiya xudê kulahek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbet dibû ji me rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane derê ji destê leîman
Xalib nedibû li ser me ev Rom
Nedibûne xirabeyê destê bûm
 Ger dê hebûya me serfirazek
Sahib keremek suxen newazek
Naqdê me dibû bi sike meskûk
Nedima wiha bê rawac û meşkûk
Neqdê me mebêje kêmbiha ye
Bê sikkeyê şahê şehrewa ye
Ger dê bibûya bi zerb-i menqûş
Nedima wiha bêrewac û mexşûş"
///Ehmedê Xanî

Ne mumkûn e ev fikr yê Ehmedê Xanî tenê be, miheheq wê demê di nava kurdan da fikir û tevgereke azadîxwaz, dewletxwaz hebûye û Ehmedê Xanî jî bûye berdev û tercumanê wê tevgerê.



Di vî şerê azadî û serxwebûnê da heta nuha miletê kurd bedelekî pir mezin û giran daye.
Di vê riyê serxwebûnê da bi milyonan kurdî canê xwe feda kirine.
Kurdistan ji alî ereb, faris û tirkan ve bi sedan carî hatiye wêrankirin, bi milyona kurd ji welatê xwe koçber bûne û di netîceyê da bûne faris, ereb û tirk.
Di vê tarîxa dûr û ditrêj da hêzên biyanî û dagirker li welatê kurdan zulm û hovîtiyeke nedîtî li kurdan kirine û hîn jî dikin.
Ez bawer nakim li dunyayê miletekî din bi qasî kurdan mucadeleyeke hewqasî dirêj û bedelekî hewqasî mezin û giran dabe.
Lê vê liberxwedana 200 salan û vî bedelê mezin hîn jî netîceyeke nedeya û hîn jî kurd li tu beşekî Kuristanê nebûne xwedî dewleteke serbixwe.
Hîn tu beşekî Kurdistanê nehatiye rizgarkirin.
Dibê meriv nekeve erdê, bindest nebe, heger carê bindest bibe, xelasiya ji bindestiyê pir û pir zor e.
Û her ku dihere zortir jî dibe…
Sebebê vê zahmetiyê ji şertê welatê me ye.
Û xurtî û piraniya neyarên me ne.
Welatê me di nava çar dewlet û sê miletên pir zalim da hatiye perçekirin.
Em hindik in, ew pir in.
Û di her warî da jÎ ji me xurttir in.
Lê dîsa jî emê qezenc  bikin
Tiştê me li hemberî van çar dewletên zalim û zebelih li ser niga dihêle tenê baweriya me ya bi azadiyê û serxwebûnê ye, qebûlnekirina me ya bindestiyê û koletiyê ye, înada me liberxwedanê ye.
Em teslîmiyetê û bindestiyê qebûl nakin…
Lema bedêla wê giran be jî, şer dirêj bajo jî,A zû dereng zafer ya me ye, emê miheqeq bibin xwedî dewlet û Kurdistana azad bibînin…

02 juli 2017

Medyaya tirk bûye şelafê Erdogan

Wezîrê parastinê yê Rûsyayê bi heyetekê ra bi serok Erdogan ra civîn çêkiriye.
Medyaya tirk ya şelaf, kurtêlxur û cewrikê ber deriyê Erdogan, bi vê ziyareta rûsan ji kêfweş bûye û manşeteke tam ya şelafane avêtiye, gotiye:
”Maseya dinyayê dibehicîne. Krîz tuneye, neşe heye” !
Tu dibêjî belkî bêbav ne rojnamevan e, şelaf û zurnevanê li dû şabaşekê ye…

XXX
Dîmenek ji meşa Kemal Kiliçdaroglu ya ”edaletê” (!)
Vana MHPya faşîst jî derbas kirin.
Çimkî ala wan bi kîlometreyan dirêj e.
Ev ala bi hezar mîtroyan dirêj ne ji bo tirkan e, li hemberî kurda ye, ji înad û qehra kurda ra ye…
Kurdê têkeve bin vê alê û li pey vê ala bûye sembola irqçîtiyê û înkara kurdan, kurdekê rezîl û ruhkole ye…

XXX
XXX
Ez li maça Şîlî û Almanyayê temaşe dikim.
Heta 15-20 deqîqeyên pêşî Şîlî serdest bû û xweş lîst. Lê di deqîqeya 20a da ji ber paseke şaş golekî pir belaş xwrin.
Alman zalim in, tu carî şaşiyê efû nakin,.
Lê piştî deqîqeya 20a Alman ji sistiya pêşiyê xelas bûn û hatin ser xwe.
Heta nuha yê çend caran nêzî gol bû Almanya ye. Alman ji xwe bawer û pir sakîn û sîstematîk dilîzin û zanin çi dikin, tu carî nakevin panîkî û şaşiyan jî ebeden efû nakin.
Şîlî ketiye stresê û panîkê. Lema jî ez bawer nakim kanibin zora Almanyayê bibin.

XXX
Tarî ji ronahiyê,
derew ji rastiyê direve.
Roj bi tenê be jî,
ronahiyê dide hawirdor.
Xeman nexwe,
tenêtî qedera rastiyan e.
Qijik bi refan, qertel/eylo bi tenê difirin…
Omer Heyam
Kurmancî: Zinarê Xamo
2017-07.02



Tirk bêyî şêx nikanin bijîn

Bi salan bi hezaran mezin û giregirên tirk; siyasetmedar, parlamenter, wezîr, serokwezîr, brokrat, akademîsyen, profesor, general, dîroknasên qerase yên wek Îlber Ortaylî bûn mirîdên fêlbaz, kalpazan û pozlîçokekî, çilmokekî  wek Fetullah Gulen.
Bi salan bi hezaran, bidehhezaran elît û giregirên tirk ketin bin emir û terîqeta Gulen(helbet bi alîkariya hukûmeta AKPê) û li gorî emir û fermana wî hereket kirin.
Gulenê kalpazan, mîtoman û lîçokî çi got û çi emir da wan, ji generalan bigre, heta bi parlamenter, wezîr û serokwezîran, profesoran, hemûyan emrê vî kalpazanî herf bi herf bi cî anîn û gav bi gav dewlet xistin destê terîqeta Gulen.
Nuha eynî meriv, eynî civat, eynî der û dor şêxê xwe guhertine, îcar dane dû şêxekî nuh yê bi navê Recep Tayyip Erdogan, îcar ref bi ref li hemberî wî dikevin hazirolê û wek mirîdên bêmeju û bêîrade îcar ji Erdogan ra li çepikan dixin û îcar ji wî ra dibêjin ”mezin û rêber tu yî, tu her tiştî zanî…”
Civata tirk bûye civata mirîdan, civata merivên ruhkole, civata merivên bêîrade, bêyî şêx û dîktatorekî jê bitirsin nikanin bijîn; dibê tim şêxek, dîktatorek li ser serê wan hebe, dibê tim bibin zilam û mirîdên hinekan. 
Tirk bêyî şêx û dîktatorekî bi xof nikanin bijîn, nikanin wek merivên azad û serbixwe hereket bikin.
Gerek tim hinek li ser serê wan be.
Gerek tim ji hinekan ra li çepikan xin.
Gerek tim bi hefsar bin û hefsarê wan jî di destê hinekan da be…
Yanî gerek tim dîkekî wan hebe
Azadî, serbixweyî dibe stirî û di tirkan ra dihere, çimkî carê fêrî bindestiyê, mirîdiyê û xulamtiyê bûne.
Çimkî kultura wan ev e, bi kultura îtîatê û tirsê mezin dibin. Dewlet li her derê însanan bi tirsê perwerde dike.
Felsefa tirkan tirs e, tirsandin e. Dibê meriv zarokan bitirsîne, bi lêdan û tirsê mezin bike.
Lem ajî gotine ”lêdan ji behiştê/cinetê derketiye û yê li keça xwe nexe, ewê li çonga xwe xe.”
Bi sedhezaran însan do amîgoyê Fetullah Gulenê lîçokî  bûn, îro bûne mirîd û amîgoyên Erdogan.
Ferq tenê şêxê xwe guhertine.

01 juli 2017

Ma ev terorîstên Daîşê hemû bi ku da diherin lo ?

Ma ev hemû Daîşiyên Helebê, Mûsilê, Reqayê û derên tên girtin giş bi ku da difirin gelo?
Heleb bi temamî ji Daîşê hat paqijkirin.
Li gorî xeberên di medyaya civakî da belav bûne Mûsil jî bi tevayî hatiye girtin.
Li Mûsilê tenê di quncikekî 600 mîtro çargoşe da çend terorîstên Daîşê mane, ew jî ewê îro ya werin kuştin ya jî werin girtin.
Reqa jî heta çend rojan temam e, ewê were girtin.
Îcar ne ev hersê bajar tenê, heta nuha gelek cî û bajar ji terorîstên Daîşê û çeteyên Tirkiyê hatin paqijkirin.
Tiştê meriv meraq dike bi hezaran çete û terorîstên di van bajaran da bûn ku da çûn, gelo bûn dûxan û bi hewa ketin ya jî bûn teyr û firiyan.
Çimkîdi destê Sûriyê, YPGê, êşmerge û hukûmeta Îraqê da bi hezaran çete û terorîst tunene.
Lema jî bixwaze nexwaze meriv meraq dike, gelo ev terorîst giş ku da çûn?
Gelo hemû çûn ba xwedî û warê xwe yê rastîn Tirkiyê û nuha li wir li hemberî kurdan haziriya plan û êrîşeke din dikin?
Çimkî xwediyê wan Tirkiyê hîn dev ji neyartiya kurdan bernedaye. Lema jî Tirkiye kane wan wek hêzên îhtîyat di bin destê xwe da bigre.

XXX
Li ser dibê rexnegir merivekî çawa be Necîp Tosun tarîfeke pir xweş kiriye, gotiye:
”Kesê rexnegir dibê bi qasî ku kanibe metnê şirove bike zane be, bi qasî ku heq nexwe adil be û bi qasî ku şexsî hereket neke bi exlaq be.”

XXX
Ez qet negiriyam, çimkî hêsirên çavên min bûn fikir. Ma fikir jî bi qasî hêsirên çavan êşê nadin ?
///Emil M. Cioran, Cîoran

XXX


Nuha ezê êşa xwe li dismala xwe bipêçim. Ewê bibe girêkek baş jidyayî.
///Virginia Woolf, Dalgalar

Êdî her kurdî fêm kiriye bêdewletî rezîlî û perîşanî ye



Heta sê sal berê jî gelek kurd bi vekirina TRT6ê û bi hin bertîlên hukûmeta AKPê baş nerm bûbûn, Tirkiye wek welatê xwe û dewleta tirk jî wek dewleta xwe didîtin, Kurdistana serbixwe, hewcedariya avakirina dewleteke kurd, filan û bîvan  ji kok da ji rojeva xwe derxistibûn.
Çimkî Erdogan çend salan ben li stuyê me sist kir û hinek kurd bi rişwet û bertîlan dewlemend kir.
Vê yekê gelek kurd tam kirin zilam û berdevkên tirkan û parêzvanên ”ortak vatan/welatê mişterek.”
Hinekan tew Kurdistana serbixwe û dewleta kurd avêtin ”sepeta toz û gemarê.”
Gelek kes bûn abûqat û berdevkên Erdogan, bi çavê partiya kurd li AKPê nêrîn.
Lê vê xewna wan dirêj najot, zulm û terora dewletê ya van sê salên dawî kurdê herî nezan û nesiyasî jî şiyar kir. Êdî her kesî baş fêm kir heta kurd nebin xwedî dewlet halê wan ewê tim ev halê rezîl û perîşan be, tirk ewê tim pê li serê me kin û me li erdê bigevizînin.
Ewê tim me bigrin, zindan bikin, bikujin, nehêlin em li welatê xwe, li bajarên xwe bi azadî bigerin û bijîn.
Zulma û terora dewletê îro li Kurisitanê jiyan ne li kurdên siyasî, kurdên dilxwazên PKKê û HDPê tenê, li her kurdî kiriye zindan, psîkolojiya her kurdî xera bûye û her kurd ji jiyana xwe bi tirs e. Dewleta tirk wek kabûsekî ketiye ser dilê kurdan û li erdê vedigevizîne, heqaret û zulemek pir mezin li kurdan dike. Tenê ji bo ku kurd in jiyan li milyonan kesî kirine jahr.
Vê zulmê ji alîkî da gelek kes çavtirsiyayî û qudûmşikestî kirine, lê gelek kes jî tam kirine kurd û Kurdistanê û kurdperwer.
Bi kurtî êdî her kurdî fêm kiriye heta em ji bindestiya tirkan xelas nebin û nebin xwedî dewlet halê me ewê tim halê koleyan be.
Lema jî kesê heta çend sal berê navê dewleta kurd û Kurdistana serbixwe nedigrti devê xwe, îro bi dengekî bilind dibêje jiyan bêdewlet nabe û gerek em kurd jî bibin xwedî dewlet…
Ev fikir û şiûr jî bi xêra zulma Erdogan li ba kurdan çê bû û her ku here ewê xurttir bibe.