06 maj 2017

Dera tirk û ereb lê şer û teşxele kêm nabe jê…



Tirk şaşiyeke pir mezin dikin.
Ji dêlî mafê kurdan bidin û demakrasiyê li welatê xwe bi cî bikin, Tirkiyê teslîmî megaloman û mitomanekî dikin.
Ev dîktatorê megaloman û mitoman ewê wan jî û me kurdan jî bibe felaketê. Ev eşkere ye.
Tirk ji bo ku kurdan bihelînin û bikin tirk dane ser riyeke pir şaş û pir tahlûke.
Ji xwe tim wiha kirine, tu carî nexwestine bibin miletekî medenî û civateke demokratîk.
Lema jî wek mîza devê tim paş da çûne.
Lema jî li herêmê, li Ewrûpa tirk tim bûne çavkaniya nerindî û xerabiyê. Bi hemû cîranên xwe ra ne li hev in, di nava şer û teşxelê dane.
Tirk miletekî teşxele ye, dera tirk lê tevlihevî û teşxele jî kîm nabe.
Li Ewrûpayê jî wisa ye.
Ev 60 sal in li Ewrûpayê ne, lê miletê herî teşxele, herî entregrebûyî tirk û ereb in. Li her welatî bela ne.
Ev 60 sal in li Ewrûpayê ne lê hîn jî heyranê Erdogan û Devlet Bahçelî ne, hîn jî rayên xwe didin partiyeke faşîst û îslamîst, fundamentalîst û şerîetê dixwazin.
Ji Afganîstanê, Pakîstanê, , Bengladaşê, Îranê û Kafkasan bi dehhezaran însan li Tirkiyê top kirine û peyderpey dişînin Ewrûpayê. Ev yek bûye sebebê kaoseke mezin.
Welhasilî kelam ji roja tirk hatine teşxele, şer û kuştin li herêmê kêm nebûye û heta careke din jî perçe nebin, neyên baskokirin kesê rehet neke…
Çimkî dera tirk û ereb lê şer û teşxele kêm nabe jê…



Em vê plana neyaran baş nas dikin

Dijminên kurdan tu carî bawer nekirine kanibin bi hêza xwe tenê zora kurdan bibin.
Lema jî tim riyên fêsadiyê ceribandine, tim fîtne û gelacî xistine nava kurdan, tim kurd berra hev dane.
Yanî ji bo kanibin kurdan bindest bihêlin û îdare bikin perçe kirin, di bin kîsweya berberiyên siyasî, dîn û îdeolojiyan da kurd berra hev dane
Û bi vê riyê jî bêtir bi ser ketine, hêsantir zora kurdan birine.
Çimkî hemû serîhildanên kurdan ne bi zora xwe, xêra alîkariya xayinên hundur şikandine.
Yanî kela tim ji hundur da feth kirine.
Îro jî dixwazin bi riya perçekirina hêzên kurd, bi alîkariya hevkar û xayinên hundur rê li ber çêbûna Kurdistanê û serxwebûna kurdan bigrin.
Bi qasî neyaran dibê meriv hay ji heval û hevkarên wan jî hebe, ew hespên truva ne...

XXX
Em hîn nebûne xwedî dewlet dijminên me qiyametek in, dixwazim me li hewa bixwin.
Asûrî û siuryanî li Ewrûpayê ji neyartiya tirkan, ereban û farisan bêtir neyartiya me dikin.
Çimkî zanin emê xerabiyê bi wan nekin.
Ji Tirkiyê, Îranê û Îraqê ditirsin lema jî newêrin bela xwe di wan bidin.
Ji dêlî wan ve bela xwe di me kurdan didin, dibêjin kurd zulmê li me dikin.
Ji ber ereban diriven xwe davêjin dexlê kurdan, lê gava fersenfê dibînin neyartiya kurdn dikin.
Em kurd milletekî pir bêşans in.

XXX
Tirkiye bûye wek dîwarekî terk lêkeve, bûye pang, li ber hulşandinê ye.
Lê kesê lextekê bidê û hulşîne tuneye.
Bi heramzadeyekî wek Kiliçdaroglu heftê û heft sal jî herin nikanin zora Erdogan bibin.
Esas yê Erdogan îro li ser hukim dihêle Kiliçdaroglu ye û het ew serokê CHPê be Erdogan her car ewê qezenc bike...

XXX


Helbet rojekê kurd jî ewê bigihîjin meqsed û miradê xwe. Ya muhîm dibê em dev ji dozs xwe û ji baweriya biserketinê bernedin.

05 maj 2017

Gelo sebebê vê ziyareta ji nişka ve çi ye?

Serokî MITê Hakan Fîdan, serokerkan Hulusî Akar û berdevkê Erdogan Îbrahîm Kalin îro ji nişka ve hersê bi hev ketine û çûne Emerîkayê.
Helahela , ev ji ku derket ?
Ez dibêjim têkiliya wê kane bi bûera Zerrab ra hebe.
Trump xwestiye îfadeya wan bigre…
Berî ziyareta Erdogan ya 15-1ê gulanê ya Emerîkayê ev ziyaret pir bi min pir xerîb tê, ez dibêjim miheqeq sebebekî pir cidî heye.
Pir ne dûr e têkiliya çûna van hesê berdevkên dewletê yên herî muhîm bi bûyere Reza Zerrab ra hebe.
Wek tê zanîn mahkima Zerrab ev çend roj in dest pê kiriye.
Lê belê medyaya tirk devê xwe band kiriye, kes bi yek gotinê jî qala îfadeya Zerrab û cîgirê Halk Bankê nake. Kes nizane Zerrab çi gotiye, çi îfade daye…
Di orta meha borî da du abûqatên Zerrab bi dizî çûbûn Anqerê û bi Erdogan ra peyivîbûn û li ser gerra xwe raporek jî nivîsîbûn.
Bêyî Can Atakli kesî qala hevdîtina abûqatên Zerrab û Erdogan nekir.
Atakli got wer xuya dike bûyera Zerrab ewê serê Anqerê biêşîne.
Heger serê mesele negihîştibe Erdogan ji bo çi abûqatên Zerrab ewê herin bi Erdogan ra bipeyivin?
Lema jî pir ne dûr e Zerrab û cîgirê serokê Halk Bankê, (ew jî bi Zerrab ra girtî ye) wek bilbilan xwendibin û serî gîhandibin Erdogan jî.
Ji xwe Erdogan aktorê sereke ye, Emerîka jî viya zane. Lê heger Zerrab bipeyive kane Erdogan pir biêşîne, heta bi xwe ra têxe qulikê jî.
Bi îhtîmaleke mezin Qesra Spî ji bo vê meselê bi Tirkyê ra bipeyive ban Akar, Fîdan û Kalin kiriye.
Heger wisa be ziyareta Erdogan ya Emerîka jî kane îptal bibe. Ez bawer nakim Trump bi merivekî navê wî tevî bûyerên qirêj bûye ra rûne.
Di rojên pêş da ewê sebebê ziyaretê eşkere bibe. Lê bi texmîna min ev ziyaret ne normal e, kane têkiliya wê bi Zerrab ra hebe. Yanî Reza Zerrab kane serê Erdogan bixwe, ev îhtîmal heye.




Ji bavê çeqel zêde ye li hemberî keftar rabe !


Hin kes bi zor serê Abdulah Gul û Bulent Arinc mezin dikin. Gul û Arinc, lê bi taybetî jî Gul ne ew mêrê biwêribe li hemberî Erdogan serî hilde.
Ne hedê çeqel e li hemberî keftar rabe, bixwaze biratê jê bistîne.
Dera keftar lê çeqel newêre xwe nêzî wir bike.
Çeqel lawirekî hestîkoj e, ancax hestî û laqên ji ber keftar û gur mabe bikoje. Ew ne mêrê nêçîra mezin e.
Ya din ji bo muxalefeta Erdgoan şerm û rûreşiyeke mezin e ji bêzirav, sunepe, durû û şelafekî wek Gul hîn jî hêviyekê bike.
Bulent Arinc ji xwe ne hêja ye meriv qal bike, ew ancax kane bibe amîgoyê yên wek Erdogan.
Lê Abdulah Gul jî ne tu meriv e, sîleheke xerabe ye û berê jî hatiye ceribandin. Gul nej i defê ra dibe û nej î ji zurnê ra.
Di ser da Gul di warê îdeolojîk û cesareta siyasî û medenî da sed qatî ji Erdogan paşdatir û xerabtir e.
Erdogan merivekî zirzop e, lê dobre ye. Distiya wî jî, dijminatiya wî jî vekirî ye.
Gul eksê wî ye, Gul marekî kor e.
Ji Erdogan xerabî jî tê û çêyî jî.
Çimkî Erdogan merivekî cesûr e. Dostiya wî jî, dijminatiya wî jî vekirî ye.
Lê belê Gul eksê wî ye.
Û ji her tiştî muhîmtir qerekter û çapa serokatiyê bi Gul ra tuneye.
Gul kane bibe mirîd, lê nikane bibe şêx.
Gul kane di kulîsa tiyatroyê da bibe suflor, lê nikane bibe lîstikvanê sereke.
Ew merivê pişt perdê ye.
Lê belê Erdogan eksê wî ye, bi xerabî be jî Erdgoan merivê li ser sahnê ye, ne yê li pişt perdê ye.

04 maj 2017

Hin dar dereng fêkî didin

Serketin rêwîtiyeke dirîj e, heger meriv zû neweste zû dev ji rêwîtiya xwe bernede meriv miheqeq digihîje hedefa xwe.
Ji bo serketinê israr, înad û îstîkrar lazim e.
Her dar di nava 3-4 salan da fêkî nade. hin dar dereng fêkî didin.
Xebat jî wiha ye, meriv fêkiyê hin xebatan zû û yê hin xebatan jî dereng digre.
Dibê meriv bi sebir be.
Ev 10 sal in blogeke min ya bi navê "Hindik-Rindik" heye. Ez blogerê pêşî yê xurî bi kurmancî dinivîsim.
Facebooka min jî 7 salên xwe qedand. Di wê da jî ez tenê bi kurdî dinivîsim û cî nadim yek rêza tirkî, erebî û farisî. Ez tam nizanim lê ez dibêjim belkî di facê da jî ez kesê pêşî me ku tenê tenê bi kurdî(kurmancî)dinivîsim û cî nadim nivîs û şiroveyên tirkî, erebî û farisî.
Ev 37 sal in ez bênabên bi kurdî dinivîsim. Heger pir ne mecbûr bim bi tirkî napeyivim jî.
Ev israra min ya di kurdî da bû sebebê ez têkiliya xwe ji gelek dost û hevalên xwe yên zaroktiyê, ji hemşeriyên xwe qut bikim.
Çimkî ew nizanin bi kurî binivîsin û ez jî bi tirkî nanivîsim û nivîsên bi tirkî qebûl nakim.
Lê min dev ji vê biryara xwe berneda.
Destpêkê gelek kesan, nas û dostan ev israra min ya di kurdî da pir ekstrem didîtin û rexne dikirin.
Kesên ez neheq û şaş didîtim ji kesên ez rast û bi heq didîtim pirtir bûn. Rexnegirên min, tirkîparêzan digotin gerek meriv realîst be û realîta welatê xwe qebûl bike.
Min jî tim digor ev realîte ne rasiya me ye, neyar bi zor, bi riya asîmîlasyonê li ser me ferz kirine, zimanê xwe bi zor xistine devê însanên me. Ez hustuyê we li hemberî vê asîmîlasyonê xwar nakim, heta ji min were ezê li hember rabim û şerê wê bikim.
Û ev 37 sal in di vê xeta xwe da israr dikim.
Lê nuha ez dibînim êdî kesên vê israra min ya di kurdî da teqdîr dikin jî hêdî hêdî çêdbin. Hindik bin jî hene û ez êdî dengê wan dibihîzim. Ev yek min gelkî dişa û bextewar dike.
Bi taybetî jî gava ez dibînim keç û xortên kurd ji vê şêla min hez dikin, vê israra min ya di kurdî da teqdîr dikin kêfxweş dibim.
Gava karê meriv dike teqdîrê bibîne, kêfa însanan jê ra were wek nivîskar meriv kêfxweş dibe.
Qezenckirina teqdîr û hezkirina înssanan bêguman meriv dilşa dike. Ev histekî însanî ye.
Xortekî bi navê Bîlal Ata Aktaş gotiye:
”Nobedarên zimanê kurdî nifşa yekem: Zinarê Xamo
ya duyem: Yusuf Eldemir
ya sêyem: Şivan Keleş.”
Ji bo ku xortekî ked û xebta min teqdîr kiriye û ez wek nifşê pêşî yê nobedarê kurdî nîşan dame pê serbilind bûm.
Xortê bi navê Yusuf Eldemir jî gotiye:
” Ji vî zimanî pê ve me tiştek nemaye li Kurdistana bakur. Me jî pê girtiye (bêmane) û bi dû dirin, em binêrin bê ka em ê di kur derkevin. Û rast e, Zinaré Xamoyan û Şivan Keleşê birê min î çûçik şêxên min in! Çimkî ez mirîdé wan im !”
Spas ji bo vê qedirzaniya Bîlal Ata Aktaş û Yusuf Eldemir.

XXX


Kovara "Zarema" jimara 10a derket, pîroz be !


Çend keç û xortên kurd hene ne wek piraniya hemtayên xwe ne, hinekî cihê ne, bîrewer in, dildarên zimanê xwe ne, li dû kurdiya şîrîn û peyva xweş in.
Li hemberî tirkî, li hemberî asîmîlasyonê wek şêr û sepalan serî hilda ne, bazar kesat be jî, kirîdar tunebin jî bi kurdî dinivîsin.
Dibêjin va ye em hene.
Çend heban xwe dane ser hev kovareke bi navê ”Zarema” derdixin. Wa ye mizgîniya derketina jimara 10an jî daye xwendevanên xwe.
Ez ji van keç û xortan û ji xebatên wan, ji kovara wan pir hez dikim. Esas kî bi kurdî binivîse, kî ji bo kurdî û kurdayetiyê biçûk, mezin kevirekî bide ser kevirekî kêfa min tê, ez wan pîroz dikim, pesnê wan didim û heger ji min were bi du gotinan be jî alîkariya wan dikim. Dixwazim bibînin kêfa kalên weka min ji xebata wan rat ê.
Kurd zêde qedir û qîmetê nadin zimanê xwe û nivîskarên bi kurd. Keseên kurdî dinivîsin li gorî yên bi tirkî dinivîsin bêtir bêkes in, miamela zarokên dêmariyê dibînin. Ez bi xwe ji hemû bêkesan, ji hemû zarokên sêwî û bêkes hez dikim.
Çimkî kurd jî, zimanê kurdî jî bêkes û sêwî ye…
Zarema jimara 10an li hemû xwendevanën wê pîroz be.
Spas ji kedkar û xebatkarên kovara Zarema ra…

Ez zanim Kurdistanê çêbe...



Peyv ji şûr, fikir, bawerî ji zorbatiyê xurttir e.
Li her dera dinyayê zû dereng fikir, bawerîyê timî zora zorba, zalim û dîktatoran biriye.
Li Kurdistanê jî vê merhelê dest pê kiriye.
Pir nemaye, dîktator, zorba, zalimên tirk çi dek û dolab û firildaqaan bigerînin û hovîtiyên xwe çiqasî zêde bikin jî emê zora wan bibin.
Îradeya me, baweriya me ya bi heqî û bi doza me ji tank û top û balafirên wan, ji artêş, xulam û cahşên wan xurttir e.
Ew çi bikin jî emê wan bibin, kurd ewê bigihîjin armanca xwe.
Wek kekê Eskerê Boyik jî gotiye:
”Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Azadî beyreqa wê be
ez zanim Kurdistanê çêbe
Lawê kurd egîdê wê be..
îro be yan sibê be..”

XXX
Sal û zeman wek her tiştî, însên jî diguherîne, hinekan baş û hinekan jî gelkî pîs dike.
Hin kes bi derbasbûna sal û zemên ra kamil dibin û hin kes jî her ku diçe bêrû dibin, ji başiyê berbî xerabiyê ve diçin.
Hesin zû zengarî dibe, lê belê zêr bi hezaran salan jî di binê erdê da bimîne zengarî nabe, tişt pê nayê. Lema jî metalekî bi qîmet e.
Hevîrê hin kesan ji hesinê pîs e, ne jê çê dibe şûr û ne jî kêr.
Ji bo ferdê miletekî bindest pîsiya, qirêtiya, bêheysiyeta herî xerab hevalbendiya dijmin e, bêdengiya li hemberî zulma neyar e.

XXX


Kesê tarîxa xwe, serpêhatiya gelê xwe bizane
dost û dijminên xwe baştir ji hev digerîne.
Xwenaskirin, zanîna tarîxî hest û şiûrê netewî bi însên ra xurt dike,
ji însên ra dibe mercek, meriv pê baştir dibîne.
Nezanî korî ye, merivê kor nikane xwe ji ketina kort û kendalan hemet bike, mahkûmî ketinê ye.

03 maj 2017

Xewna Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê qediya !


Berpirsiyarê Komîsyona Ewrûpa yê berfirehbûnê Johannes Hahn bi tirkan ra pir vekirî peyivî, gotina dawî ji wan ra goy:
”Xewna Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê halîhazir qediya.”!
Li ser ”wersiyona demokrasiya tirk” jî Johannes Hahn gotiye: ”Tiştekî bi navê demokrasiya wersiyona tirk tuneye. Tenê şiklekî demokrasiyê heye, ew jî ji bo her kesî ye.”
Esas ev xewn tu carî ne mimkûn bû bi rast bigere, ji roja roj da xewneneke mahkûmî wek xewn bimîne.
Çimkî miletê tirk bi kultura xwe, bi fikir û îdeolojiya xwe ya kemalîzma faşîst û antî-kurd tu carî ne mimkûn e bibe endamê klûbeke wiha demokratîk.
Sed(100)salên din belkî.
Ya jî roja kurd gihîştina azadiya xwe.
Heta kurd bindest bin ne mimkûn e tirk dev ji îdeolojiya xwe ya irqçî û faşîst berdin û bibin însanên medenî û demokrasiyê qebûl bikin.



XXX
Serokşêwirmendê Erdogan Îlnûr Çevik gotiye Tirkiye kane çend fuzeyan bavêje ji leşkerên Emerîka da.
Ka ew şansê me kurdan, xwezî tiştekî wer bikirana.
Li ser pirsa leşkerên Emerîka ji gerîlayên YPGê ra bûne mertal, Îlnûr Çevîk gotiye:
”Gerra wan ya li wir tiştekî îfade nake. Çi bi Daîşê hat? Şevekê ji nişka ve em çûn wir û me xwe li El Babê dît. Eynî tişt ji bo Bakurê Sûriyê jî derbas dibe. Heger zêde pêş da herin, yên me emerîkî, memerîkî zêde fêm nakin… Te hew mêze kir bêhemdî çend fuze(raket) jî çûn li wan ketin…”
Heger sewrokşêwirmendê Erdgan ev tiro be Erdogan havil kir.
Law bi navê Xwedê meriv vî zirtoyê devbelaş û ewladê zinê û koseyê dişibe bizinê nade ber golikan jî.
Lê Erdgoan ew kiriye serokê hemû şêwirmendan.
Kurro bi vî renteleyî ra aqil çi digere te kiriye aqilmendê xwe?
Ma zirnîqek aqil bi vî keftarê tireedînî ra hebe vê gefê li Emerîka dixwe?
Bi Xwedê ez vî zirtoyê kêmaqil li Malwêrîn nakim gavan, heta nakim şivanê qazan jî.
Ez bawer nakim li hemberî vê tira mezin ya Îlnûr Çevîk Emerîka bêdeng bimîne. Miheqeq ewê tiştekî bibêjin.
Ne dûr e Erdogan vî zirtebozî tirsa ji ber deriyê xwe biqewitîne û rebeno ji karê xwe jî bibe.
Em werin ser gefa Îlnûr çevîk ya li Emerîka.
Avêtina çend fuzeyan ji leşkerên Emerîka da wer ne rehet e, ji bo tiştekî wiha tirk dibêjin ”qûn”, kurd dibêjin zirav lazim e.
Emerîka kane wan fuzeyan(rakêtan) yeki bi yek têxe dereke Îlnûr Çevîk ya herî mesaîd…
Xwezî Tirkiyê dînîtiyeke wer bikira.
Wê demê Îlnûr Çevîk ewê bidîda çi gunreş hene.
Emerîka ne kurd in, ne Îraq û Sûriye ye, Tirkiye li ser serê wan wek kevokan bike buxebux…

02 maj 2017

Her kesê ji xwe ra bibêje şair ne şair e

Her kesê xwendin û nivîsandina wî/wê heye heger bixwaze, piçekî xwe lê bike bela kane bibe nivîskar, şair, romannûs û çîroknûs.
Ev mimkûn e.
Lê nikane bibe nivîskarekî baş.
Meriv ne xwendibe, ne xwedî ilim û îrfan be, ne xwedî felsefeyeke jiyanê û dinyayê be, ne hakimê zimane xwe be, dîroka xwe nizanibe, edîbên miletê xwe nexwendibe, baş ders nekiribe, ji klasîk û edebiyata dinyayê bêhay be û zimanekî du zimanên biyanî nizanibe, nikane bibe edîb, şair û rmannûsekî baş.
Sebebê Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî mezin in, nemir in ev asas û ev zanîn e, ev techîzata wan ya kulturî, felsefî, tarîxî û zimanî ye.
Bi kurtî bêyî zanîn meriv nabe nivîskar û edîbekî baş.
Çawa ku bêyî xwendin meriv nabe hekîm, bêyî naskirina edebiyata xwe û ya cîhanê meriv nikane bibe nivîskarekî baş.
Yanî her kesê ji xwe ra bibêje şair ne şair e. Her kesê ji xwe ra bibêje romannûs(romancî) ne romancî ye.
Û her tiştên bi navê çîrok, şiîr û romanê were nivîsîn ne çîrok, şiîr û roan e.
Gotina vê rastiyê ne şaş e, ne dexesî ye, ne çavnebarî ye.
Lê li alî din hinek jî kanin ji edebiyata sivik, edebiyata ne edebiyata jî hez bikin.
Çimkî wek zanînê, wek reng, wek tahmê zewqa jî cihê ne, ne wek hev e in.
Ev jî normal e.

XXX


Hosteyekî şemsiyeya(sîwana)çend şiîrên xwe şandine ji Sheaksper ra û xwesitiye Sheaksper fikrê xwe li ser bibêje.
Sheaksper di bersîva xwe da gotiye:
-Ezîzê min, tu ji xwe ra şemsiya çêke, her tim şemsiya çêke, tenê şemsiya çêke heta ji te tê şemsiya çêke…
Hinekên me berî bibin hostê şemsiyan bûne romancî, şair û çîroknûs.
Kurd ne îngilîz in, lema jî kes nikane bersîveke wek ya Sheaksper bide…

01 maj 2017

Hêvî dikim Demirtaş neyê lîstika dewletê û ew jî ji dayikên leşker û polîsan uzrê xwe nexwaze



Tuncay Ozkanê parlamenterê CHPê kemalîstekî neyarê kurda ye. Ozkan hefta borî li girtîgeha Edîrneyê çûye serdana Salahettîn Demirtaş. Ozkan kemalîstekî heta tu bixwazî li dijî PKKê û miltetê kurd e, çima çûye serdana Demirataş hebekî xerîb e û ez bawer nakim ji bo xêrê çûbe.
Ozkan li serserdana xwe du twit nivîsîne. Herdu twîtên wî wiha ne:
”Min roja îniyê Selahattîn Demirtaş ziyaret kir. Ji bo yekîtîyê û yekparetiya Tirkiyê. Ji bo edaletê, azadiyê, aştiyê fikrên wî yên muthîş hene. Silavên wî ji her kesî ra heye. Dibê Tirkiye baş li Selahettîn Demirtaş guhdarî bike. Di mahkima xwe ya pêşî da tiştên bibêje pir muhîm in.”
Wek min li jor got, Tuncay Ozkan ne dost û xêrxwazê Demirtaş û kurda ye, kemalîstekî neyarê miletê kurd e, ji xêrê ra û bi nêteke baş naçe serdana Demirtaş.
Û piştî serdana xwe jî tiştên gotine sînyalên xerab in.
Hêvî dikim Demirtaş neyê lîstika hukûmeta AKPê û gotinên Tuncay Ozakan bêbingeh bin. Û Demirataş jî wek Ocalan di mahkimê da skandaleke duyem çêneke, ew jî uzrê xwe ji dayikên leşker û polîsên tirk nexwaze.

XXX


Erdogan dike çend rismên gerîlla û leşkerên emerîkî nîşanî Trump bide û piştgiriya Emerîka ji ser kurdan qut bike (!)
Ev qet ne baş bû, xwezî gerîlla ev risim nekişandibana…
Erdogan gotiye di serdana xwe ya Emerîka da ewê ji serokê Emerîkayê Donald Trump ra bibêje ”tiştê hûn dikin ne tu hawe ye, êdî bes e, piştigriya xwe ya bi PYDê ra êdî qut bikin, ev yek me pir xemgîn dike. Hûn pir dûr in hûn nizanin, lê belê em zanin PYDê ji Daîşê xerabtir e. ”
Wax, wax, wax, bi Xwedê Emerîka pir eyb dike. Ne hedê kesî ye Erdogan xemgîn bike.
Miheqeq haya Trump ji alîkariya bi PYDê ra tuneye.
Erdogan çend rismên gerîla û leşkerên emerîkî nîşanî wî bide mesele hel dibe, ewê tavilê leşkerên xwe ji Kurdistanê vekşîne û têkiliya bi PYDê ra jî qut bike.
Lê ez fêm nakim çima li bende çûna Emerîkayê ye, çima bi Skypê bi Trump ra napeyive û risman nîşanî wî nade?
Dinya êdî biçûk bûye, ji bo silevekê û nîşandana rismekî ne hewce ye haylo ji Anqerê bide rê here heta Qesra Spî.
Çûna hewqas rê ne hewce ye, hevdîtinek bi riya Skypê vê meselê hel dike.
Rismên xwe top bikin û bi riya Skypê nîşanî Trump bidin, bibêjin ”fermo îspat û delîl û belgeyên têkiliya we û YPGê ! Êdî hûn nikanin înkar bikin.”
Bi texmîna min jî Trump çer rismên gerîlla û leşkerên emerîkî bi hev ra bibîne ewê dîn bibe û tavilê ban leşkerên xwe ke.
Bêvbavan miheqeq bi dizî çûne wir…
Heger Skyp jî wek Wikipediayê yasax e, naxebete, kane çend risman bi faksê bişîne ji Trump ra…
Heger li Tirkiyê fax jî naxebte bira bi postê bişîne, ma post jî naxebite?